Rûdan; bi çîrokan em cihêrengiya xwe didin der
Sîmir Rûdan di sala 1981’an de li Cizîrê ji dayik dibe. Zarokatiya xwe li
vir, li ber Çemê Diclê derbas dike û dibistana navîn li Mêrdînê dixwîne. Sala 1999’ an di Zanîngeha Hacettepê
de ji bo perwerdehiya felsefê derbasê Enqerê dibe. Bi çûyîna Enqerê derdorek nû
nas dike û dikeve pey xwastekên dilê xwe û dest bi lêxistina baxlamayê dike.
Dûre berê xwe dide muzîka biyanî û formên wê yên mîna rock û mêhla xwe da ser
gîtarê. Sala 2002’ an
di Koroya J.S Bach de ji bo demekê stranbêjiya aryayan dike. Ev koro girêdayê
Beşa Hûnerên Xweşik ya Zanîngeha Enqereyê bû. Piştî zanîngehê jî karê
fairandina muzîkî didomîne. Di havîna 20013’an de ji Ütopya Muzikê albûma xwe
ya yekem bi navê ‘bi çîrokî’ derêxist.
Hûn dikarin
behsa pêvajoya derxistina albûma “bi çîrokî”yê bikin. Çi da we, çi ji we stand?
Derxistina Bi Çîrokiyê ji bo min wek serpêhatiyek
mezin bû. Bêşik di vê xebatê de keda gelek dostan heye. Jixwe li ser qepaxa
albûmê min ew yeko yeko hatî nîşan dayîn. Ji bo albûmê gelek westandin çêbûn. Westandinên
xweş em bêjin. Bi
tenê ji bo peydakirina prodûksiyonekê di navbera Stenbol û Cizîrê de çar pênc caran
çûm û hatime. Di dawiyê de bi Ayhan Orhuntaş re, ku xwediyê Utopya Müzikê ye, bûm
nas û me peyman danî. Bi Çîrokî tecrûbeya min ya yekem e lê dîsa jî di çekirina
wê de, ez di gelek astan de şixulîm. Em bêjin ji xeynî gotin û muzîkan, aranjeyên
stranan jî min çêkirine. Di stûdyoyê de, ji bilî pişt vokalan, di gelek deran
de min gîtar û klavye lêdaye. Ji ber ku xebatkarên Ütopya Muzikê bi kurdî
nedizanibûn, barê edîtkirina vokal û pişt vokalan jî mabû li ser pişta min.
Weki din bi saya Bi Çîrokiyê ez bi zimanê kurdî re bêtir eleqedar bûm, da ku ez
bikarim ji muzîkan re gotinên levhatî pêk bînim û xwe çêtir îfade bikim. Îro em
zimanê xwe bi îmkanê xwe hîn dibin mixabin.
Di muzîka we de form, awaz û enstrûmanên muzîka
rojavayî ên mîna rock, country, pop û hwd hene. Hûn dikarin ji bo tarza xwe çi
bibêjin?
Mirov çi bixwe wê diguvirîne û ew tişt li ser mirov tesîr dike. Kêfa min
ji muzîkên rojavayî re tê, bêtir ez guhdariya wan dikim. Di albûma Bi Çîrokiyê
de wekî te gotî ne bi tenê formek yê rojavayî heye. Ji ber vê ez nikarin bêjin
bi sedî sed terza min ev e lê belê tişta xuya dike ew e ku di albûma Bi Çîrokiyê
de sounda rockê li gorî wan şêwazên din bêtir cîh girtiye. Giraniya rockê bêtir
e lê dîsa jî ji dilê min nayê ku ez xwe kategorîze bikim, bêjim ez rockvan im.
Ne ew qas jî. Ez ji vê axê me, ji stranên me yên gelerî jî gelek hez dikim û wan
dibêjim jî. Ji aliyekê din ve xwe miletiyek yê dinyayê jî dibînim. Duxwazim bi
awayekî gerdûnî jî bistirim.
Ku meriv li
stranên te dinêre, bi gelemperî di hindirê xwe de çîrokekê dihewînin, wek
dengbêjiyek modern –ku ew jî çîrokan dibêjin- Tu dikarî li ser vê çi bibêjî?
Carinan ez ji xwe vê pirsê dikim: “Çima çîrok li me xweş tên?”. Bawerim
di nav zehmetiyên jiyanê de bêhna me mirovan carinan hingî teng dibe bi çîrokan
em xwe ji bîr ve dikin. Bi guhdarkirina wan em ji giraniya dinê hinekê dûr
dikevin. Muzîk jî welê ye, bi wê em rihet dibin. Lê di destpêkê de min biryarek
wisa ne daye, min negotiye ka ez ê gotinên xwe yên stranan bi awayekî çîrokî
binivîsim. Ev taybetiya gotinan min jî di dawiyê de ferq kir. Me jî got bila
navê albûmê Bi Çîrokî be. Di çanda dengbêjiyê de jî bi çîrokîtî heye rast e. Heta
dengbêj gelek caran qala tiştên ku rastî yan ku çêbûyîn jî dikin.
Li ser muzîka
kurdî şîroveyên "xitimandinê", "xwe dubare kirinê" tê
kirin, hûn rewşa muzîka kurdî ya niha bi êrînî û neyîniyê wî çawa dibînî?
Di muzîka kurdî de ez xitimandinê nabînim. Kêm zêde şewazên nû derdikevin
ez dibînim. Lê dibe ku kurdan ji bêderfetî û ji bêxwedîtiyê bi xwe re nedîtibin.
Ji kîjan miletî be ferq nake, heger mirovek ji mafên xwe yên bingehîn mehrûm be
dê zehmet bikaribe hûnerek pak biafirîne. Ew mirovên ku di navbera hebûn û
nebûnê de tên û diçin dê çawa bikarin ji xwe û jiyana xwe tiştekî fêm bikin û ji
me re jî bêjin? Dive pêşiyê asas hebe da ku tebeqe jî xwe li ser bigirin.
Di van demên
dawî de hin bûyerên siyasî ket rojeva Kurdistanê (wek Rojava, Başûrê Kurdistanê
û pêvajoya Bakur) Hûn vana bûyeran çawa dibînin?
Piştî Şengalê ev demek dirêj e Kobanê berxwe dide. Ji vê yekê em di nava
endîşeyekê de ne. Rewşa bakûrê jî giradahiyê Kobanê ye. Ji ber vê yekê bakûr jî
carinan dikeve di rewşek krîtîk de. Hêvîdar im ku hê mirin zêdetir çênebûyîn ev
şer biqede. Rojhilata Navîn jixwe her û her tevlihev e. Tu dibêjî qey leystoka setrencê
ye. “însan” di hişkîtiya mezhep û nijadperestiyan de wenda bûye. Ji ber xwe û
menfaetên xwe yên hûrik mirov şaş bûye. Nizane çi dike. Yê dikuje jî ew e yê
dimire jî… Çawa ji notayên levhatî stranên xweş çêdibin, gerek mirov jî di nav
ciwakan de bi awayekî demokratîk hev qebûl bikin. Heger me mirovan biwêriya
nêzikê hev bibin wî çaxî meyê hev fêm jî bikira. Me hev fêm bikira meyê bidîta…
Netewe, ol û zimanên me, rengên me çi jî bin ferqa me ji hev nîn in, ew qas!
Piştî albûma "Bi Çîrokî" di pêşerojê de hûnê çi xebatan
bikin?
Ji bo Bi Çîrokiyê ez bawerim hê jî
danasînek baş çênebûye. Em bêjin kum e hê klîbek jî nekişandiye. Lê hêdî hêdî dibê
çêbe. Ji bo albûmek din berhem hêdî hêdî dikevin ser hev. Di seberojê de dibe ku ez hinek formên din
biceribînim. Em bêjin sounda Bi Çîrokiyê gelek rojavayî çêbû. Dibe ku albûmek
din de ez şêwazên din jî bi kar bînim. Ji bo muzîkên filîman teklîf tên, di
siberojê de dibe ku xebatên min yên bi vî rengî jî çêbin. Weki din helbestvanêk
yê kurdan heye, Bro Omerî. Dê hin
muzîkjenên kurdan ji helbestên wî re stranan çêkin. Ez jî di vê projeyê de me.
Hiç yorum yok: