Bajarên Nexwiyayî û labîrentên wan


Wêje  labîrenteke alternatîf e li hember labîrenta jiyanê ku em bi neçarî di nav de ne. Yanî labîrenta nav labîrentê ye. Pekî labîrenteke çawa? Hin caran labîrenta wêjeyê mezintir dibe û labîrenta jiyanê an jî em bibêjin labîrenta rastiyê digre nava xwe. Hin deman em di nav labîrenta wêjeyê de ewqas wenda dibin ku labîrenta jiyanê ji me re hêsantir tê. Di labîrenta wêjeyê de tu hay jê heyî ku li pey şopa xeyaleke an xewneke yî. Ku ew xeyal cihê rastiyê digre labîrent cih diguherînin.

Italo Calvino dixwaze ez li cafeyeke di kolaneke mezin a bajareke de bixwînim lê ez li ser cihan xwe berdidim nav zîkakên pirtûka Bajarên Nexwiyayî / Le Città Invisibili / Görünmez Kentler.

Pêncî û pênc bajarên xeyalî ku her yek bi navê jinek îtalî hatî navkirin... Marco Polo bi tiştikok miştokên li ser texteyê kêşikê hatî rêzkirin ji xanê Mongola Kubîlay re yek bi yek avahiyên wan, baweriyên wan û tiştên ji bo wan taybet e li ser atlasake rêz dike. Ne ku her bajareke li cihek e, barovajiyê wê hemû bajar li ser eynikeke ku Marco Polo di hişê xwe de digerîne de li kêleka hev rêz dibin. Pirtûk labîrentek e û em ji perçeyê bajarekî dikevinê û di dawiyê de li poçika xwe diqelibin. Derketina labîrentê tune ye. Wek em tax bi tax li bajareke bigerin...

Mesele ne dîtina hemû bajaran e ji hêla Marco Polo ve an na ji xwe dê efsûna xwe wenda bikira. Xan Kubîlay jî pê dizane. Hin bajar beriya salan binax bûne kes nikare şopa wan rast bike, hin bajar çend sal berê li bin lingên hespên xan de tarûmar bûne, hin ji wan bi hemû xweşikî û dilkbijokiya xwe li arasa meydanê ne. Lê em dizanin ku hin bajarên Calvino hê ranebûne ser piyan û li bendê ne kesek keviran dayne ser hev.

Bajarên Nexwiyayî  wek du pirtûk in. Yek beşa axaftina Marco Polo û Xan Kubîlay û yek jî beşa yek bi yek bajarên xeyalî tên pênasekirin. Di beşa yekê de axaftinên herdûyan li qesrê, li ser mînder û perpalên hewrişimî de berdewam dike. Her ku Polo behsa bajareke dike perçeyek ji xwe li wir dihêle, xeyalên di hişê wî de heta hetayê diqerise. Erê, Polo yek bi yek behsa bajarên xeyalî dike lê her ku peyv ji devê wî dipeke li erdnîgariyeke dûr hin karker dîwarê maleke bilind dikin. Jinikeke deriyê hewşa xwe vedike û torbeyê destê xwe davêje zibila li kêleka rê, tê de bi dehan tiştên ya qet nehatî bikaranîn yan jî nîvco. Kesê van peyvan li maleke bajêr dinivîse di dilê xwe de divê bajar û bajarî ji kirîn û bikaranînê zêdetir avêtin û nîvco hîştin pêve çiye! Bajar bê dîlbûnê tiştek din ji te hêvî nake. Tu wisa difikirî ku li bajar kêf dikî û azadiya xwe dijî lê di rastiyê de êsîr î. Gund an jî ez bêjim biyaban tu caran te êsîr nagre.

û arezûyê hetanî niha me pêk aniye an pêk neaniye ji bîranîneke pêva çiye?
Çend jêgirtin: "Keseke demek dirêj li çol û beyaran hesp bezandibe arezûya bajareke dike." (Bajar û bîranîn 2)/ "Di her avahiyeke mezin de kesek dîn dibe heye." (Bajar û nîşanek 2) / "Tişta rê dide ber vebêjê ne deng e, goh e"


Bajarên xeyalî yên Italo Calvino yên min ji wan hez kir: Bajarên zirav 2 / Bajar û pevguhertin 2 / Bajar û çav 3 / Bajar û mirî 2 / Bajar û mirî 3

2 yorum:

Blogger tarafından desteklenmektedir.