Şêrleşker Şvayk û çîrokên wî yên em jê kêf distînin.
Piştî ku romana “The
Good Soldier Şvejk” qediya, her çîrokek lehengê romanê Şvayk, ku di nav hev de
bûn di hişê min de dikirin vizeviz. Şveykê ku beriya Şerê Yekem a Cîhanê li
Pragê kûçikên beredeyî wek ên bi esl û nesl difrot, di 1914’an de bi kuştina
biraziyê Împaratorê Awusturyayê Arşîduk Franz Ferdinand û jina wî ji hêla
Sirbek jiyan li wî serûbin dibe. Ne ku hay Şvayk ji vê pêşerojê heye, hew
dizane û bi xwandevanan dide zanîn ku tu tiştek wek berê nemîne. Û helbet nabe
jî.
“The Good Soldier Şvejk” romana Jaroslav Haşek e ku çavkaniya xwe ji serpêhatiyên wî digrin. Haşek di sala 1883’an de li Pragê bûye û di gelek karan de xebitî ye. Rojnamegerî ji vana ya sereke ye. Tevlî Şerê Yekem a Cîhanê bû û çend salan di destê Ûrisan de dil ma; dema li wir bû û dema vegeriya Çekoslovakyayê nû hatibû damezirandin bi siyasetê re mijûl bû. Haşek wisa difikirî ku “The Good Soldier Şvejk” wek şeş cîldan binivîse lê dema xwe gihand a çaran ji zêde vexwarinê mir. Ji xwe çîrokên di romanê de tên gotin jî çîrokên li ser maseya vexwarinê hatine behskirin in.
Lehengê romanê Şvayk hinek ehmeq e –hinek na pir ehmeq e- û vê ehmeqiya wî gelek tiştên nedîtî tîne serê xwe. Helbet bi awayek ew ji van belayan xwe xilas dike. Dema şer derdikeve li kuçe û kolanên Pragê kuçikan difroşe lê wî jî tevlê artêşê dikin. Fîlm li vir dest pê dike. Ku çi bûyerek bibe Şvayk di binî de derdikeve û çi bûyerek bibe çîrokek Şvayk ya derberê vê bûyerê de heye. Ji xwe roman ji serdnapê ji van çîrokên paralel pêk tê. Nivîskar bûyerê dide sekinandin û dibê deqekî ez ji we re behsa çîrokek din bikim û dû re vegerim cihê xwe. Û wisa jî dike. Lê ve tu qutbûnek, aciziyek an jî ji romanê sarbûnek bi xwe re nayne.
Navê romanê bi tevayî wiha ye; “Şêrleşker Şvayk û serpêhatiyên wî yên di şerê cîhanê de” ye. Li Tirkî ji hêla Celal Üster ve ji Îngilizî hatî vergerandin. Zimanê resen a romanê Çekî ye. Ji xwe em di romanê de derbarê zimanê Çekî de ku dixwazin bê qedexekirin û zimanê Almanî cihê wî bê dagirtin rastê gelek tiştan tên. Haşek li vir jî helwesta xwe diyar dike û bi awayek van rexne dike.
Ji hêlek din ve dij-romanek şer e ku bi awayek gelek di cîh de û bi mînakên şarezayî ev helwesta xwe dide diyarkirin. Haşek, berê lûleya gotinên xwe dide serleşkerên “sermilê wan qelebalix” û rêveberên berê mirovan didin mezbahayên qada şer. Wek Kemal Varol di heypeyvînek xwe de dibêje (mealen); romanên şer ên serkeftî ne li eniyê bi derûniya kesên ji şer mane tên nivisîn.” Haşek jî wisa dike, ne bi behskirina; teqîna top û tivingan, ne bi qetîna mil û lingan ne jî bi rijîna xwîn û dil û rûviyan, bi behskirina çîrokek biçûk ku daxwaza şerxwazan tevlîhev dike. Bi me dide hîskirin ku “ehmeqek” bîna Şvayk jî şer tiştek ne tişt dibîne. Di ber re roman romanek mîzahî ye û peyvên orgo jî tê de bi zêdeyî derbas dibin.
Kesa ku beriya min romanê xwendibû û hevok bi hevok nêrînên xwe nivisandibû û bi qelemên rengorengo binê wan xêz kiribû ji min re rêberî kir. Xweda bejn û emrê wê dirêj bike!
Hin diyalogên di romanê
de (ev vergera vergera vergerê ne ji ber ku roman ji Çekî li Îngilizî hatî
wergerandin û ji wir jî bo Tirkî. Min jî ji Tirkî bo Kurdî):
“Li
rûyê zemîn hejmara kesên ku tiştên eyb kirine ji hejmara kesên yiştên eyb
nekirine deh qat pirtir e! Gotina mine w e ku di çavên xwe de mezin nekin.”
(r. 79)
“Hewce
nake ku leşker bifikire. Kesên bi ser wî re di dêlma wî de difikirin. Dema
leşker dest bi fikirînê kir ji leşkerbûnê derdikeve, dibe berdûşek dera hanê.
Bifikir, bifikir halê te gû ye…” (r. 120)
“Piştî
ku dengê leşkeran hat birîn, li qawûşa 16. dengê teqîna sipiyên di nav pêçîkên
girtiyan de dihat bihîstin.” (r.145)
“Di
şer de ji bo tu tiştê sedemek nay gerîn. Ha tu li eniya şer hatî kuştin ha li
mala xwe hatî daliqandin. Tu firqa wî nîne.” (r. 152)
“Destpêka
amadehiya kuştina mirovan, her dem ya li ser navê xwedayek yan jî ji bo tiştek
ku kes nikare xwe bigihînê ku mirovatî di hişê xwe de afirandî ye hatî kirin.” (r.
179)
“Mezbahayên
bi xwîn ên dinyayê, bê guman ji pîrozkirinên keşeyan kêm nediman. Li her derê
dinyayê papazên di artêşan de, di ayîna de ji bo ertêşên nanên wan dixwen ji
xweda re dia dikin ku ew bi ser bikevin.” (r. 180)
“Gotina
min ew e ku ewqas kirhbûn ku meriv dikaribû bigota xweşik in.”
(r. 241)
“Dema
şer berdewam dike zewac ehmeqî ye, kesên dema şer bûkbûn niha bî ne”
(r. 264)
“Jiyan, naşibe dibistanên taybet ku keçên ciwan diçinê. Her kî/kê çawa
be wisa diaxive. (r. 287)
“Meşa
her ber bi pêş re anabasîs tê gotin” (r. 316)
“Şvayk
got hûn mafdarin: “Mirov her çiqas înkar bike mukirhatin ewqas dijwar dibe,
çiqas li xwe mukir bê înkarkirina ewqas zehmet dibe.”
(r. 328)
Jaroslav Haşekê dema xwendina romanê de rûyê wî her li ber çavên min bû. |
Ji
bo şer nêrînek nû jî bi pêş xistibû: Şer ji mo mirovahiyê nemetek ku nedihat
dîtin bû, ji ber ku di şer de ne tenê kesê bi namûs û merivên baş di heman demê
de kesên bênamûs û pespaye jî dihatin kuştin.”
(r. 353)
“Tiştek
wek lehengî tune xorto, hew çêlekên kêra ber stûyê xwe dibalêsin heye û qesabên
di leşkeriyê de.” (r. 381)
“Dema
mirov ji hev xatir dixwazin dibên bi hêviya hev dîtinê.”
(r. 490)
“Heta
ku leşker bi dizî xwarina serbazan bixwen Awusturya nikare di vê şerê de bi ser
bikeve.” (r. 611)
“Gûyê
leşkeran ku her yek ji wan ji netewek û ji baweriyek in tevlîhev dibin û dibin
gubre.” (r. 706)
“Ez
ewqas ehmeqek mezin im ku ji jina gundî re behsa ceh û genim dikim.”
(r. 739)
“Qanûnek
ku divê her kes baqil be nîn e.” (r. 767)
“Wisa
bawer dikir ku qehpikek hişkêm zêdetir ji jinên hibir alastine zewq dida
mêran.” (r. 824)
“Ka
ji me re çîrokek bibêje em jê kêf bistînin.” (r. 840)
Hiç yorum yok: