Palyaço


I
Min çend kesan kuşt di xiyalên xwe de
Çend kîlo tê tenêtî
Çend caran pelçiqîm
Di bin barana havînê de

Belkî jî palyaço digirîn di sihara duşemê de
Her ku sîrk xwuya dibû em kelogirî dibûn
Em her kelogirî dibûn ji halê xwe yê pê tê kenîn re

Kî/kê hez ji kulîlkan nedikir
Min go “ez hez nakim” got “derew e”

Palyaça got vê
Palyaço got û min nivisand
Min nivisand, ger min nenivisanda ez ê bigiriyama

Herkes piçekî digirî, ez jî giriyam
Hew ji bo vê giriyam
Wek tiştek pespaye bû ev hinek

Piçek hindik bûm ji her tiştê
Sermeselê doh hinek hêrs bibûm
Dê piçek ji jinek hezbikim sibê
Hêdî hêdî kor bûm van rojan

Lê piyaleyên araqê vala nekin
Bila hindik nebe tu tişt
Her ji çi be jî
Bila bimîne hinek

II
Xeman naxwim ji bêzariya xwe
Ji ber ku divê her tişt bi kerî bê jiyîn
Mesela şoreşek divê bêdeng bibe
Û divê bawerî bi her gotinên palyaçokî/kê bê kirin

Palyaçoyek çima derewan bike
Ger ez palyaço bûma min nedikir
Merengoz jî bûma min nedigot
Ku ez însan bûma min derew nedikir!

Ka we ji ku derxist tenêtiya palyaçoyê
Palyaçoyek çend kîlo bê
Ji ber çi hûn didin rûyê min
Kirhiya min ya wek çêlika werdekek

Na, ez nasilikim, nasilikim ez
Çiqas nesilike palyaçoyek
Ewqas, ewqas nasilikim ez

Araqê tije bikin! Bila kêm nebe

III
Neqediya, ez hê dinivisînim
Ger nenivisînim ez ê bigirîm
Piçek kepazeyî dibe ev

Ji xwe wê demê em kî/kê bûn, diçûn ku
Di her kuçeyê de em hinekî din jî kêm dibûn
Di şevan de mij û moran dibû yekcaran, dizanim
Wek ku yek bike pistepist
Min digot “deng nehat”, “dubare bike!”
Li bêdengiyê dinixumî wê demê her tişt
Kolan zêdetir bi mij
Palyaço bêtir bi kelogirî dibû
Û ez zêdetir kepaze dibûm
Digiriyam piçek

Dibêjim
Tu kî/kê yî, ne kişkişîne
Pêlê poçika min jî neke
Diêşê, penc dikim

Dibêjim
Qehr bibe, qehr bibe!

IV
Çend roj berê rastê rûyê xwe hatim di panoya îlanê de
Tirsiyam bi careke, wek dilê min were devê min
Got “wisa dibe” palyaço,
“Herkes bê esil e hinek”
Qêrîyam ser, min got “danişe oxlim!”
Ez piçek diqîrim yekcaran

Min got “Araqê dagire”, “bila kêm nebe”
Ez piçek kêm dibim yekcaran
Di rastiyê de em tev de kêm dibin hinek
Bi pey re hîn bûm vêya

Esasî ez her tiştî bi pey re hîn bûm
Herkes herkesî bi pey re hîn dibe
Vêya jî bi pey re hîn bûm

Mesela;
Çend rojên berê bi jineke re hevşabûm
Ne piçekî zehf  hevşabûm

Ya eynî wisa palyaço
Dibêjim ku,
Vêya jî teze hîn bûm
Hevşabûn jî kêmbûneke hinek

V
Kî/kê hez ji wîçewîça çivîkan nedikir
Min got, “ez hez nakim” “derew e”
Got
Palyaço got vê
Palyaço got, min nivisand
Ku min nenivisanda, kepaze bibama
Him ji xwe min roman jî nivisand hinek

Palyaço, ez yekcaran dibêjim,
Ku tu nebî ezê çi xwelî li serê xwe bikim
Bi kepazeyî kêm dibim belkî
Di her barîna baranê de ez dikevim binê erdê
Belkî ez rûvê tu jinê nikaribim maçî bikim
An jî ji bîra bikim, tiştên bi dû re ve hîn bûme

Hêdî hêdî têdigêhêm ku,
Rû, dest, ew laşên bi xweydan û bêvan
Her tişt pilastîk bû hinek

VI
De hadê em sîrtakî bileyzin
Araqê tije bike, em cardin kêm bûn hinek

Turgut Uyar

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.