RAGIHANDIN

Ji serdema herî ewil bigre hetanî serdema ana em tê de dijîn agahî ji bo kesa wek xwarin û vexwarinê pêwîst bûye. Mirova meraq kirine û xwastine bûyerên li devê dorê wan dibe hînbibin, li gor van tiştên diqewimin pozisyona xwe bigrin û tevbigerin. Xwastine ya ji van bûyeran sûdvegrin yan jî xwe li hember neyîniya wan biparêzin.
Bo bidestxistina van agahiyan ragihandin (Communis:latînî, Communication:îngilîzî, İletişim:tirkî) derketiye holê. Ragihandin çalakiya şandina hinareya di nav şandiyar û girtiyar de ye. Ev çalakî demek û cihekî diyar de bi zimanekî hevpar dibe. Dema hinare di nava du kesan de be dibe “ragihandina kesane”. Ku ragihandin bi saya “navgînên ragihandinê”(rojname, kovar û hwd.) di nava girseya da be dibe “ragihandina girseyî”.Divê di van herdû ragihandina de jî “rêzikê civakî yê ragihandinê” li ber çav bê girtin. Rêzikê civakî yê ragihandinê li gor demê û civakê diguhere.
Hêmanê ragihandinê de yê yekemin çavkanî ye. Çavkanî; kes an kesên hinareyê dişine ye. Bi navekî din em dikarin bêjin şandiyar e . Piştê çavkaniyê girtiyar tê. Girtiyar, ji kes anjî kesên hinareyê ji alî şandiyar ve hati şandin digre re tê gotin. Agahiyên şandiyar ji girtiyar re dişîne bi navê “hinare” tê navkirin. Di be ku van hinareya nîgar, nivîs, wêne, deng û hwd. be. Nêvenga(hawîr) ragihandin tê de çêdibe bi “leqem”(channel) tê navkirin. Ji bersîv anjî reaksiyona(bertek) girtiyar ji şandiyar re dişîne “paşagahdarî”(Feedback) tê gotin. Di ragihandinek de ji van hêmana yek kêm be ragihandin nabe ev jî dibe sedema kutebûna ragihandinê.
Du teşeyê ragihandinê heye, ya yekemîn “Ragihandina nivîskî ye”. Di vî ragihandinê de hinare bi nivîskî ji girtiyar re tê şandin. Teşeya duyemîn “ragihandina devkiye” di vî ragihandinê de hinare di nava şandiyar û girtiyar de bi devkî tê şandin. Jest, mîmîk û zimanê laş(body language) jî di nav vî ragihandinê de tê pijirandin. Bi saya ragihandinê di nava kes, civak û netewan de danûstandin derdikeve holê.
Bi guherîna serdemê re teşeye ragahindinê jî xwe diguherîne. Mirova di serdema yekemînda ragihandinê li gor derfetê deste wan da, li gor pêşketinê wî demê dikirin. Di serdema pêşîn de ragihandin bi nîgarên li dûwarê şikevta hatî xêzkirin dihat kirin. Di van nîgaran de zanînên nêçîrê hebûn bi dayîna van agahiyan ragihandin derdiket holê. Ragihandina di navbera serdema ana em tê de dijîn û serdema yekemîn jî van nîgaran pêktînin. Di heman serdemê de mirova bi dûmana agir hevdû agahdar dikirin. Ev di wî deme de teşeya herî pêşketî bû. Piştê nivîs hat dîtin nûçe û agahiyên li ser rûpela hetî nivisîn bi peyak’a (kurye) dihat şandin. Pişte wî bi kewê hatine hînkirin barkêşiya agahiyan dihat kirin. Lê van mînakên dawî pirsgirêkan jî bi xwe re dianîn yekcara peyakên dihatin şandin an jî peyakên agahiyan dianîn di rê de pirsgirêkan re rû bi rû diman. Ew di dema şerde zêde derdiket rû. Kewên dihatin hînkirin pirî cara rê şaş dikirin. Ew jî dibû sedema kutebûna ragihandinê. Ji wî pêşvetir ragihandin zêde hêdî bû ev jî ji hêmanê nûçevaniyê re çep e. Bi dehênana telgirafê re pirsgirêka lezgîniyê bi oranek mezin ji holê rabû. Bi pêşveçûnên teknolojik re (telefon, televziyon) pirsgirêka lezgîniyê ji holê rabû û heman demê de qalîte û teşeya ragihandinê jî bi pêş ket û guherî. Mînak berê van pêşveçûna tenê ragihandina nivîskî hebû, piştê rodyoyê dengbarî û piştê televziyonê jî ragihandin him nivîsî, him dengbarî(bihîzbarî) û him jî dîtbarî bû. Lê di ragihandinê de “şoreşa” herî mezin di jiyana rojane de bikaranîna înternetê ye. Bi bikaranîna înternetê re dinya idî wek “gundeki piçûk” hat bi nav kirin. Hemû sînorên di nav dewlet û netewan da hate rakirin. Li kuderê dinê bûyerek bibe bi saya înternetê derfetê di heman deqê de xwe gihandinê çêbû. Bi saya van navgînan serdema ana em têdene wek “serdema ragihandinê” tê binav kirin.
Çavkanî:
  • Dekak, Maşallah; Nûce û Nûçevanî 3Ç SK. Weşanên Lîs. Diyarbekir 2010.
  • Oskay, Ünsal; İletişim ABCsi. Simavi Yayınları. İstanbul 1994.
  • Tokgöz, Oya; Temel Gazetecilik. İmge Kitapevi İstanbul 2010.
  • Türkoğlu, Nurçay; Toplumsal İletişim. Urban. İstanbul 2010.
(Ev nivîs di Kovara Pêngavê de hatibû weşandin)

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.