BAR(*)


Dema koçkirinê em li peravê behrê civiyan. Ber êvarê bû; perav tu hetanî bibêjî qelebalix bû û em herî dawî hatibûn wir. Bê me refên hechecikan jî hebûn. Min digot qê nîşana firînê dê serê sibê were dayîn. (Di rastiyê de tu nîşan tune bû. Hingî ez xwe dizanim; ji başûr ber bi bakur ve, ji bakur ber bi başûr ve salê du caran em behra mezin derbas dikin; min qet nebihîstiya nîşana firînê hatî dayîn, ku dema wî hat em bi hev re bi hewa dikevin. Çawa wiha dibe, nizanim… Li gor dixwiyê ev hemû tişt ji dema ku tu kes nizane hatî serastkirin.)
Bi hevsera xwe re em li ser zinarek mezin lîsiyan. Ez ne westiya bûm; li çend ciya, li peravê avê me bêhna xwe berdabû. Bi hilhatina rojê re em ji gundê bakur derketibûn; siheta min li cîh bû, dilşa bûm. Piştî ewqas emir azweriyek nejiyabûm li ba min peyde bibû; azweriya jiyaneke nû, seruvenek nû: bi hevjîna xwe ya çar rojî re ez diçûm başûr. Di rê de min ji bo wî pêşandek kawik jî kir. Piştê nîvroyê ji hewa giran heta dewxa min biçe ber jor, ber bi tavê ve hilkişiyam, bi wî sergêjiyê demek li bilindahiyan firiyam, wek pirça min ji laşê min biqete; dûre min bask û nigên xwe berda, bi vizîniya bayê xwe dadiketim, wek xalek bû hevsera min; nêz bû, mezin bû, bi lez ji ber derbasbûm ber bi rûyê erdê ve, min xwe da hev û vegeriyam, hatim cem. Got; “çi xweş e!” Dilê min lê dida.
Li ser zinar em ligel hev bûn. Min nigê xwe yê çepê danî û yê rastê rakir. Min xwarina xwe ya şûngir ji devê xwe derxist û hêdî hêdî xwar. Wê jî dixwar. Divê meriv bi zikê birçî dernekeve rêwîtiyê, piştê firîna nîv rojek bihokek biçûk jî wek kevir giran dibe. Min hêtek beqê xist serê nikulê xwe, dirêjê wê kir; bê nazdarî xwe dirêjê hêtê kir. Çavên wê qemer bûn. Hêdîka serê xwe ber bi rastê ve fetiland. Roj di behrê de diçû ava.
“Nebê bitemire?”
Min got; “natemire”
Pirsîna wê xweşa min diçû. Ya din zêde nedipirsî. Jinek jêhatî bû. Hema firsend bidîta ji hêlînên nêz qirş û qal, poçikan diçirpand. Ku bihata girtin lihev dixist. Li gundê bakûr li ser mizgefteke em heşt malbûn û weke li her cihê di nava cîranan de cehdek hebû. Ji ber vê em bi hev be hatibûn girêdan? Di nava ewqas demê de hêlînên me yên xira bibûn me bi hev re çêkir, çêlika mezin kir û bi hewa xist. Em bi hev şadibûn. Ku dema wê bihata em her roj û her şev bi hev re hevşadibûn. Çokên xwe bi şid dikuta erdê, poçika xwe radikir û xwe berdida; min stûyê wê maçî û gez dikir; me ev kar demek dirêj û bi qêrînî dikir.
Heşt roj berê winda bû. Ku êvarê ez vegeriyam hêlînê tune bû; di şeva sekan de guhê min li benda dengê basklêdanê sekinîm; hin caran min bang jî dikir. Ji cîranê min yek bi qêrînî got; “bes!” Mafdar bû. Li deştê lê geriyam roja dinê lê ne xemgîn bûm, min rehetîkî hîs dikir; rehetiya tenêtiyê, nebûna berpirsiyariyek. Hin caran tirsa nêrîna wek cîran bibêjin; “çima ev ji xwe re hevserek nagere” peyde dibû. Kevneşopiyên me bi hêz in. Rojek gotin ku li jêrê gund jinek tenê maye heye. Li binê kuleka xanîkî yekqatî di hêlînê de bû. Ji hêlîna wê hinek wê de daniştim. Me li hev nihêrî. Min got; “tu çendî ciwan î.” Got; “erê.” “Divê tu yekê li gora xwe bibînî.” “Na, emê li vir bimînin?” min got; “nabe.” Firiyam û vegeriyam hêlîna xwe. Piştî demek kin hat ser mizgeftê. Bejinzirav û xweşik; giran giran ber bi min ve meşiya. “Bisekine! Li başûr tuyê yekê li gora dilê xwe di demek nêz de bibînî. Ez extiyar dibim êdî.” “Dizanim.” Hat ba min. “Emê li vir bimînin?” Berêvarê em çûn hêlîna wê. Min qelebalixiyê nedixwest.
Serê sibê ku roj hilhat em ji wir derketin. Sibê…
Dema ez şiyar bûm şefeq zelal dibû. Ji nêz û dûr dengê wanê din dihat. Min baskê xwe vekir û tevzî da xwe.  Ew jî şiyar bû. “Tu baş î?” Erê, tu?” Ez baş bûm. Piştê demek kin hewa bi tevayî zelal bû.  Bi careke bêdengî çêbû. Me serê xwe ber bi jor de rakir, rawestiyan. Nîşan hat dayîn. Ji dûr wî xişiniya nas hat bihîstin, dengê baskan bû. Em bi hewa ketin û rêwitiya dirêj a hetanî êvarê li ser behrê bidimiya destpêkir. Ku em têra xwe bilind bûn, me berê xwe da başûr. Firîna me bêtelaş, bê cehd, ji rêzê bû. Me dizanibû ku divê me li behrê nenêriya, bi taybetî jî em daneketina behrê lê me nizanibû ku dema em daketina behrê çi bibûya. Me bi goştê xwe dizanibû vê.
Germ bû. Ber bi nîvroyê tiştek giran xwe danî ser pişta min. Min bi nîv çavî nihêrî; hechecikek bû.
Min got; “Xêr e?”
“Xêr e xêr. Emê bi hev re bifirin hember.”
Min bi hêrs got; “dibe, qê çevnebarî nîne.” “Heta naha tiştek waha nehatî dîtin. Ev rêwîtî bi tena serê xwe tê kirin.”
“Wisa bû. Her sal bi hezaran hechecik bi zor û zehmetiyan vê behrê derbas dikin lê tiştek waha hêsan nayê hişê wan. Kesê yekem vê fikiriye ez im. Herhal bi bandora germê bû, kêliyek berê hat hişê min.” Divê hers nebûma û rêyek xilasiyê bidîta. Min nikaribû ji hevsera xwe jî alîkarî hêvî bikira. Dema difiriyam min nikaribû serê xwe vegeranda paş. Demek dirêj firiyam. Diwastiyam. Bi careke serpişt zivirim û min xwe weşand. Neynûkê xwe di canê min de çikand.
Got; “Sermezino, li min binêre, ku tu min bixî jî ezê dîsa werim xwe daynim ser pişta te. Cihê belesebep xwe newestîne.”
Rast digot. Roj ber bi rojava de qelibî bî lê min nikaribû kêf bikira. Min careke din jî ceriband.
“Tu pir giran î. Ez nikarim hetanî perav te kaş bikim, emê bi hev re bikevin.”
“Ji bo min xem nîne; ku tu bikevî ezê herim daynim ser pişta yeka/ê din. Binêr, yekê din jî ji we ket.”
Xilasî tunebû. Di nava hemcinsê min de çima min hilbijartibû min nizanibû lê diyarbû ez hatibûm hilbijartin; min ê ev barî hilaniya. Her ku diaxivî bêtir giran dibû. Behsa hêlîn û hevsera xwe dikir.
“Ê we pêda pêda dikevin.”
Min dizanibû ne baş e lê dîsa jî min devê xwe vekir. Min bi zorê nefes distand. Qirika min dişewitî. (Xilasî di daketinê de ye? Na, ku ez bikevim jî bila ji nişka ve be.) Hevsera min ji hêla çepê de li pêşiya min bû; her diçû xerîp xûya dibû. Baskê min jî. Tav qasê bejna sipîndarek mabû ji behrê re. “Her diçe dikevin.” Bi careke min bejayî  yê dît. Qêriyam. Yên din jî qêriyan. Bi telaş difiriyam. Bejayî nêz dibû. Nêz bû. Beriya min bi sedan daketibûn keviyê behrê, palepal. Min melkemota ser pişta xwe êdî hîs nedikir. Min bask û nigên xwe berda; min xwe danî valahiyek navbera wan, kuliyam. Xwe rast kir, ji devê min qûm dirijiya, piyên min ji halda ketibû. (Ezê nikaribim li ser xwe bisekinim? Nabe ev nabe; divê ez nekevim, divê ez li ser çokan nisekinim.)
(*) Ev çîroka bi navê “Yük” ji ber pirtûka Yusuf Atılgan ya bi navê Hemû Çîrokê Wî ku di sala 2014’an de çapa xwe ya 13’an kiriye û ji weşanxana YKY derketiye hatî girtin.
Yusuf Atılgan
Wergêr: Azad Xanzade
Ev werger di Kovara Heterotopîa, hejmara payîzê ya 2015'an de hat weşandin


Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.