Dengpêjê Gotinên Jiyanê


Di  27’ê rêbendanê de Koma Lêkolînên Sînemaya Kurdî li Weqfa İsmaîl Beşikci fîlma Evdalê Zeynikê  da nîşandayîn, piştê fîlmê bi dengçêkerê fîlmê Mukit Aslan re li ser fîlmê hat axaftin,  van nirxandinên li jêrê hinê wî ji van axaftinan hatî girtin hinek jî nirxandinên min in.
"Dengê pîroz ji Evdalê Zeynikê re got “Bibêje”! Li zozanên Serhedê Evdal xwe barda nav dengê bilbil û qulingan. Bi wan dengan kilamê xwe hûna. Û di dilê mirovan de nexş kir." Wiha destpê dike fîlm.
Wekê ku tê zanîn din av civata kurdan de deng pîroz e.  Bi hezaran efsane, destan, çîrok û meselok bi saya deng gihaye vî rojê. Ku meriv wek mînak bide; destana Memê Alan bi saya deng- meriv bi awayek viya wek “vegotin” jî dikare bi nav bike- xwe gihandiye dema Ahmedê Xanî û dema me. Dibêjim dema me, ji ber ku bê forma Ahmedê Xanî ku niviskî gihandiye me bi dehan formên cihê yê wê destanê heye û anha jî bi hêla dengbêjan ve tê gotin. Belê van dengbêjan efsaneyên cûr bi cûr bi dengen xwe yê zîz gihandine me, lê di heman demê de ji van dengbêjan yek jî bûye efsane û bi hêla dengbêjên piştî wî de  li nav kalanên hişê me de hatî neqşandin. Ew jî Evdalê Zeynikê ye. Fîlma Bülent Gündüz jî li ser vî “efsane-dengê” ye. Navê fîlmê  tam wiha ye “Evdalim Ez Evdalê Zeynikê”  .

Belê her kes dimre û ji vê dinê hin jîyandin û hin jî ne jiyandin bi xwe re dibe. Lê dengbêj cihê ne, ew her çendî bi xwe re hin tişt bibin jî li ba me siya dengê xwe dihêlin, ku bi salan em bikaribin di bin siya wan gotênên wan de bihewin. Dengê wan ku wek mahrekiye li ba me dimîne bo em kengê bixwazin ji banqaya çendê li gor dilê xwe pêdêwiyê xwe bigrin. Ku hay Saussure ji çanda dengbêja hebûya, bawerim dê zêdetir ji gotani xwe ya; “Nivîs tenê perçeyeke ku axaftinê temam dike” piştrast biba. Ez wek xwediyê van peyvan nizanim min kengê Evdal naskir lê tiştê dizanim ku Evdal herdem di nava jiyana min de bû, ji piçûktiya min vir de wek alavek malê di nav jiyana min de bû.
 Gora Evdalê Zeynikê ku nû hatî çêkirin.
Di fîlmê de bûyer gorê rêza xwe ya xwezayî nayên nîşandayîn. Mijar bi carek dikare ku ji bûyîna Evdal derbasê extiyariya wî anjî mirina wî bibe. Di nav bûyeran de kronolojî tine ye. Di cihek de ev baş bûye, ger wisa nebûya lîstikvanek demek dirêj li ser sahnê bima û dibe ku ev temaşevanan eciz bikira. Di fîlmêde tiştek ku derdikeve pêş cil û berg in. Di sahneyên fiction de qostumên hatî bikaranîn naşibin li xwe kirinên kurdan. Li serê mêr û zarokan ku ji dema osmaniyan vir de li xwe kirina jê re “fes” tê gotin, heye. Di fîlmê de li serê kurê Evdal Temo fesek reş heye, wekê kut ê zanîn bi piranî fesa reş farisên ku di  baweriya şîa yî dene didin serê xwe. Lê helbet di fîlmên dîrokî de li gorê rastiya dema wî û bi rêk û pêk amadekirina qostuman maliyetek zêde ye.

Li gorê Mukik Aslan dibêje: “Di serî de di nava projeyê de Yaşar Kemal, Ahmet Aras û Şivan Perwer jî cih digirt, lê pitî ku Yaşar Kemal senaryoyê neeciband û ji projeyê vekişiya Ahmet Aras û Şivan Perwer jî vekişiyan.” Dengê fîlmê ku meriv bi fîlmê kurdî yê din re dide ber hev serkeftiye. Mukik Aslan ku bi xwe jî dengçêkerê fîlmê ye vi ya wiha şîrove dike. “Di dawiya dawîn de ev fîlm li ser deng e, li ser rola deng e, divê bû ji ber vê yekê deng baş bihata çêkirin.”
Di fîlmê de tişta herî serkeftî hatî nîşandayîn helbet meriv dikare bibêje ku bi şînahî û çem-avên xwe û helbet bi qulêngên xwe xwezaye serhedê ye. Ji serî hetanî dawî dîmenên Serhedê meriv bi xwe re kaş dike, wek ji çavê qulingekî bi me dide nîşandayîn. Di fîlmê de tişta ku tunebûna xwe bi meriv dide nîşandayîn, bilindeyên tuxala xwezaya serhedê de helbet  quling e. Lê di dawiyê de bihîstina nûçeya çêkirina gora Evdal wek baskek qulingê dilê me rehet dike. Di sahneyên fiction de hin kêmasî hene ku meriv bi kurtayî bibêje; piştê ku Evdal kor dibe û parsê dike diçe mala axa bo parsê, mal hilwaşiya ye ji hevda ketî ye, lê mala axa ku tê zanîn dibê hinek bi îhtîşam be. Kêmasîkî din neserkeftîbûna lîstikvanan e, lê di piyaseyek ku lîstikvanên wî/wê profesyonel tunebe de meriv famdike vî rewşê.
Bo zêdetir agahî li ser derhêner û fîlmê: http://www.kameraarkasi.org/yonetmenler/bulentgunduz.html bitikînin.

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.