KEVIRÊ SEBRÊ

                                                                                            Ji diya min re
Li Bakûrê Kurdistanê nêzê bajarê Mûşê gundekî piçuk hebû. Vî  gundê de malbatekî piçûk dijiya. Ev malbat ji jin  mêr û qîzekî pêk dihat. Ev malbat li gund jiyana xweya rojane  berdewam dikir. Keçka vî malbatê wekê her zarokekê gund  li ba melê gund dersa  quranê didît. Dîsa wekê hercar keçik hat ba mele ders bibîne mele jê re got:  "Qîza min pêwîste ku ez qedera te ji te re bêjim. Du qedera te de heft sal mirîkî xwuyîkirin heye, tu bi tu awayî nikarî ji qedera  xwe birevî. Piştê wî heft salê tuyê bi wî mirîye re bizewicî.” Wekê tu ava sar di serê qîzikêde kî  bi lez vegeriya malê mijûlêyê(axaftin) di nav wî û meleda derbas bû ji dê û bavê xwe re got. Dê û bavê wî tirsiyan ku li vî gundê tiştekî bê sere wan biryar dan ku ji vir koç bikin. Di heman rojê de pêwîstiyê xwe amade kirin û ketin rê. Heft roj û heft şev çûn idî di nigê wan de tû hêz nema ji tîbûn û birçîbûna nikaribûn gav bavêjin. Li wir rastê qesrekî  hatin gotin em îşev li vir bihewin. Çûn ber derî  bavê qîzikê li derî xist  derî  venebû, diya qîzikê  li derî xist derî venebû, qîzik li derî xist derî  bi lez vebû, qîzik ket hundir  û bi lez derî  hat girtin. Dê û bavê  qîzikê kirin nekirin derî  idî venebû. Qîzik li hundir  dê û bavê wî li derva  man. Qîzik wexta di qesrê de rêkî  derketinê digeriya rastê mirîkî di nav ciya da hat wî kêliyê têgihîşt ku ev leystokên qederêye. Qîzik biryara da ku pêwîstiyê qedera  xwe  bîne cih. Di pencereyekî(şibak) piçûk de ji dê û bavê xwe re got wegerin malê tu rêya derketinê tune vay mirîkî livire ev mirî ew mirîye mele digot ew e. Dê û bavê qîzikê tu rêkî  nedîtin neçar man ku vegerin gundê xwe.
Ji xwarin,  vexwarin bigre  hetanî  zîv û zêr jî tê de  her tişt di qesrê de hebû. her rojê  wekê hev şeş sal berdewam kir nêzê ku êdî heft sal tijî be kerwanek mirtiva(qereçî)  di ber qesrê de derbas bû qîzik ji tenetiyê wusa aciz bibû ji serê kerwanê re got:” sere kerwan keçekî bidin min wun çi bixwazin ez ê bidim we.” Ewan jî vî pêşniyarê pejirandin . Keçkekî  mirtiv di cihekî piçûk de dan balê  û bi torba zêr jê standin. Qîzik ku yek hatibû bale  pir kêfxweş bû çîroka xwe tevî  ji keçka mirtiv re got. Rojên dawî jî wusa derbas bûn. Ji boy temambûna heft salê bi êş û elem  rojekî  mabû.  Qîzikê qîza mirtiv  tembih kir ku hetanî sere xwe bişû li mirî binêre û ku gazî kirê  potê(çek) wiyê paqij jê re bîne û ket serşokê. Qîzika mirtiv jî şûrê bi dîwêr ba ji cihê wî kişand. Bi kişandina wî re mirîye heft sale razayî ji xew şiyar bû. Keçka mirtiv tirsiya hewl da xwe ku ji wir bireve miriye heft sale razaye bi eşk(tund) pê girt.  Jê re got: "ti çi esl î çi cisn î" Fenatî  ket dilê qîzika mirtiv jî jê re got:” Ez ew kesê heft sale te xweyî dikim im.” Di wî çîrkê de denge Qîzikê ji serşokê hat miriye ku bibû mîr got: "Ew kî ye qîzka mirtiv got xizmetciyê(berdest) me ye,  ka ez pot bidimê gûneye.”  Potê xwe yê kevn bir daye êwi yê nû jî li xwe kir. Ku qîzik  het  fem kir ku idî çajî   bike nikare mîr bide bawerkirin. Mecbur ma ku çarenûsa xwe razî be. Di navbera vî bûyera trajîk de hîna zede dem derbas nebibû mîr got e: "Ez ê herim bajêr  pêwîstiya we bi çi heye ji min re bejin ez bînim.” Qîzka mirtiv qasê  tu bikaribî pirtûkek binivsînî tişta got, lê Qîzika hêjar got:”Tu ji min re tene “kevirê sebrê”  bîne.”  Mîr ji qesra mezin derket ber bi bajêr ve rê  ket.  Mîr hat bajêr tiştê ku qîzka mirtiv jê  xwastibû kirî û ku nêzê êvarê vegeriya şilîkî ecêp dest pê kir. Hemû rê hatûbûn girtin hanî bîra xwe ca ku çi bîrve kiriye. Ket bîrê ku daxwaza keçka hêjar ji bîrve kiriye. Dîsa vegeriya bajêr dikan bi dikan kevrê sebrê geriya, di dawiya dawî de li dikanek dît. Xweyî yê dikanê jê re got: "kî vî kevirê ji te xwestibe derde wî pire xwe lê beşêre  gohdarbike.”  Mîr jî ji xwastina vî kevirê ket gumanê. Mîr vegeriya qesrê tiştê ku hanîbû da qîza mirtiv û kevirê sebrê jî da keçka hêjar. Pişte keçka hêjar çû oda xwe mîr jî xwe lê veşart. Keçka hêjar çi di  ser sere wî yê bi dert derbas bûye ji kevra sebrê re got: piçûktiya xwe, çûyîna ba mele, ji gund koçkirin, hatina qesrê, qîzika mirtiv… Kevirê sebrê li hember  van gazina derizî. Mîr wî deme fem kir ku kesê ku avqas salbû li ber sere wê sikinîbû qîzka mirtiv nîne. Çû tewlê hespekî heft roj û heft şev  tî kir hespekî jî heft roj û heft  şev birçî kir sîtilek avê danî alî hespa  tî, hinekî  ka jî danî alî hespa birçî; nigek  qîzka mirtiv avêt hespa tî negek wî jî avêt hespa birçî hespa tî xwe dikşand avê hespa birçî xwe dikşand alif qîzka mirtiv li wir bû di perçe.  Mîr û keçka hêjar bihevre zewicîn gihîştin miradê xwe.
Herêm:Mûş Serhed                                                                                                                                 
Çîroka ku di piçûktiyê de diya min ji min re digot

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.