Derengmayîn!


Ji zanîngehê derketim bi hevalan re ber bi Taxsîmê ve çûm. Piştî çay vexwarinê ez ji hevalan veqetiyam ber bi pirtûkfiroşê Medya yê ve çûm,  ketim hindir. Li wir berpirsiyarek kovara Bukabaran'ê -ku nû derketî ye- hebû. Piştî li hev pirsînê min kovarê girt destê xwe, li berg û naveroka wî nêhêrî. Bi rastî jî spahî bû. Ez lê vegeriyam bo kovarê wî pîroz kir. Ewî jî kovarek girt destê xwe û waha got: "Ev kovar yekem e. Di dîroka Kurdistanê de hê kovarek wek vî nehatî çapkirin." Belê dibe mafdar be, di dîroka kurda de wek vî kovarê rengîn bi qelîte hê kovarek nehatiye çapkirin. Helbet bo zarokan kovar derketine. Lê em di kîjan dîrokê dene hê ji bo me dibe serkeftin ku em kovarek wiha derdixin. Belê tiştek ku ji bo kesek wek serkeftin dixwûyê, ji bo gelekî derengmayîn e.

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.