Mesele ne wisa ye, ka ji vir binêre!

Çend sal berê min pirtûka Ferhad Pîrbal ya çîrokan Çolistan xwendibû. Di pirtûkê de çîrokeke hebû ku gelek kêfa min ji tarza wê re hatibû. Ji ber hin nas û dostan dest danîn ser pirtûkên min an demek berê min piraniya pirtûkên xwe belav kir û ew jî di nav de çû derfeta min tune ye ez rahijimê û cardin bixwînim. Çîrok ji çevê sê kesan(qasê tê bîra min) tê vegotin; bûyer li ser pireyeke Zaxoyê derbas dibe. Pêşî ji çavê leşkereke tirk ku li ser pirê ye tê vegotin; leşker di wê baweriyê de ye ku jina ji hember tê bo êrîşê wan bike ber bi wan de tê. Dûra ji çavê jinikê em bûyerê hîn dibin; leşker gotin ji jinikê re gotiye û hetta destdirêjiya wê kiriye. Cara dawî jî ci çavê keseke nêzê pirê (wek mêrê jinikê be di hişê min de maye!) tê vegotin; ew jî dibê ku leşkerê tirk nizam wiha wiha kiriye.

Axir çîrok vi vê awayê temeke xweş dabû min. Nizanim, di wêjeya kurdî de heye çîrok an romaneke din bi vê rengê. Fîlma Yılmaz Guney ya bi navê Yol û ya Alejandro Gonzales Evînên Parîparî û Kuçik jî hatin bîra min.

Doh jî min pirtûka Yazmak Eylemi ya Ferit Edgü xwend. Di pirtûkê de li ser bûyereke, li ser girtina "kepenkan" ji çavên 101 kesan tê vegotin. Li taxeke Stenbolê -ku xwûya ye ev der wek kolana İstiklalê hatî taswîrkirin- komeke xort ku girêdayê partyekî ne ji tevahiya dikandaran dixwazin sibê dikanên xwe bigirin. Hinek dişibe bûyerên Kurdistanê ku piştî qewimînên mezin nevekirinan dikanan ku wek "girtinina kepenkan" ket lîteratûra medya û siyasetê. Edgü ji ser vê bûyerê ji çavê 101 kesan bi şêwayeke cihê dinivîse. Tabî 101 şêweyên cihê lê ev bi temamî ne kesên dijîn in; mesela kesek ji çavê yekem, bi çavê duyem, bi çavê sêyem li bûyerê dinihêre. Mesela bi haîkuyek, bi rûbayîyek an bi metnek rojnameyî jî dê de heye. Li vir ji çavên kesan zêdetir şêweyên nihêrînê (xwedê ruhê John Berger û dîtinên wî şa bike)  derdikevin pêş û ji xwe nivîskar jî xwestiye vê bide nîşandayîn.

Ev fikir jî bi Edgü re dema niyet kiriye pirtûka Raymond Queneau’nun ya bi navê Exercises de Style (Lêgerînên Şêwazê) ji fransî wergerîne çêbûye. Ev pirtûka ku min meraq kir û dixwazim di demeke kin de bixwînim de jî bûyerek bi rengê ya Edgü heye. Li gor salixdar Google, (ku şaşî li ba wî tune ye) di pirtûka  Exercises de Style de xorteke bejin bilind nava rojê li otobêsa xeta-S siwar dibe. Rêwiyeke di otobêsê de ji xort dibeice û her ku rêwiyeke peya dibe dibê ku xort pêlê lingê wî dike. Xort tu bersivê nadê. Piştî du seetan kesê çîrokê vedibêje xort behsa wî tê kirin li gareke trenê dibîne û bi 99 şêwazên ji hev cihê çîrok tê vegotin. Li gor dixwiyê vegotina bûyera Raymond Queneau ji ya Ferit Edgü zehmetir e.

Bûyer yek e û di serî de jî ji hêla nivîskar de ev tê diyarkirin. Her ku em bi şêwazeke din dixwînin wek ku çîrokeke nû be ji meriv re tê. Serkeftineke mezin, bifikirin, hûn çîrokeke 101 caran dixwînin. Ji vê jî em dibînin ku şêwaza vegotinê çendî tiştên em dixwînin li ber çavên me diguherîne û dixe formeke nû an na meriv acis dibe 101 caran çîrokeke bixwîne.
Çîroknûsê mînîmalîst yê edebiyatê Edgü her ku kirdeyê çîrokê duguherîne em ji serî de, wek me nû dest bi çîrokê kiribe dixwînin.
Piştê xwendina pirtûkê fikrin bi tarzê nivisandin ket hişê min û dilê min bijiyayê.

Ceribandineke kurt ji min:
Cafeyek. Du xoşewîst li hember hev rûniştine. Şûşeyeke qirêj.

Mêrik: Ev qedeh çendî qirêj e. Xwedê zane bêyî şûştibin danîne ser maseyê. Dikarin ewqas pere bistînin lê nikarin şûşeyê li evê xin. Şeytên dibê rabe rezîlîkî li vir derxe...

Jinik: Xwe bi ser milê çepê yê sandeliyê de xwar kir. Bêyî ji destê xwe dayne ji çend xuleka careke qurteke li şeraba xwe xist. Zorê dida xwe ka di van dawiyan de xoşewîstê wê jê re çi digot. Difikirî ku bo vê şeva hanê xoşewîstê wê rehet erebeyê bajo zêde şerabê venaxwe.

Garson: Tê bîra min ew herdû mase tenê mabûn. Xwarina xwe xwaribûn û vexwarina wan jî li ber xilasbûnê bû. Ew roj firaqşoya me ya ducanî nehatibû û me bi zorê xwe paqijiyê re gihandibû. Em gelek westiyabûn. Em li bendê bûn ku bêyî qedeha xwe ya şerbabê biqedînin, rabin biçin. Ranebûn.

Parsek: Belî dibû ji dûr ve qedeh sorayîya wê. Teqeteqa derbas dibû topixên jinên hubhube. Kolan sariya wê nedibû şerab bê. Hema biçim li bendê bûm lamba were girtin li cafeyê.

4 yorum:

  1. ÇolÎstan bi min re ye û ez baş lê dimeyÎzênim meraq meke :P

    YanıtlaSil
  2. Na lê, Ku Çolistan li cem te be ez qet meraq nakim wê. Min jî digot kesin li derva maye di vê sermaya hanê de :) xwedê hezke tu kengê disînî delalîka me :)

    YanıtlaSil
  3. Şert û mercê me hene ku werin cih em dikarin tişna bikin :))

    YanıtlaSil
  4. Neyse, ez te wek deyndarê xwe dihesibînim û ew roj hat tu pirtûkûke diyariyê min bikî :)

    YanıtlaSil

Blogger tarafından desteklenmektedir.