Walkman û hilbijartina tenêtiyê


Dema ez nû bi nû bi fikrên siyasî dihesiyam sala min a sisiyan bû di liseyeke Mûşê de. Her min sancûyên nasnameya xwe dikişand. Ji ber rehetir min dikaribû xwe bigîhandayê, mûzîk bo famkirina nasnameya min rêya herî hêsan bû. Hê nû hayê me ji walkmana çêdibû û di telefonên jî ji bo min gelek biha bûn. Min gelek hewes dikir ka bergohkek bixim gohê xwe û heta sibehê li ber mûzîkê bim. Min ji malê çend qaset hanîbûn yurdê lê teyba min tunebû. Di zivistaneke gelek sar de li bûfeyeke min teybeke piçûk a meriv dikaribû di cêva xwe de bigerîne peyde kir. Heta ez ji sûkê hatim yurdê destê min li ser teybê bû. Nêzikê pênç qaset li cem min hebû û min wan gelek caran gohdar kir; Diyar, Kawa, Aram Tigran, Şiwan... Lê ji ber bergohk li teybê nedihat bi mecbûrî hevalên min ên odê jî gohdar dikirin û pirî caran min dengê teybê kêm dikir. Çendek şûn de ku walkman berbelav bûn, min yeka renghêşîn kirî û bi rehetî kîjan mûzîk bixwasta gogdar dikir.

Dema min pirtûka Iain Chambers ya bi navê Göç, Kültür, Kimlik (Ayrıntı, 2014) ku bi giranî li ser "wek warê koçberên nû bajêr" disekine û di navberê de jî hin serpêhatiyên xwe vedibêje xwend ev bîranînên min hatin bîra min.

Di pirtûkê de bajariyan wek sirgûniyan bi nav dike. Ji bo wan kesan her cihê xwe digihînê, cihê derbasbûnê ye. Di bajarê mezin û piralî de her tişt tu caran bi tevayî nabe yên me lê bi awayek em tevlî auraya wan dibin.

Di beşa "Meşa bi Bergohkî" de li ser walkmana disekine. Di destpêka beşê de ji Brian Hatton pirsa "Gelo em ji tenê bimînin nayên bajêr?" digre û li ser tenêtî û bergohkan dewam dike. Walkman fikreke xwediyê Sony Akio Morita e ku dema 1980an de li kuçeyê New Yorkê dimeşe tê hişê wî. Bi saya walkmanê êdî derfetê mûzîk li ser xwe gerandinê jî derket.

Walkman li gor amûrên din taybet e. Amûrên din ji ber kesên din jî gohdar dikin hinek kamusal e; wek radyo, teybên otomobîla... lê walkman bi te sînorkirî ye. Chambers vê bi bajarî bûn û xwasteka tenêbûnê ve girê dide. Bi saya walkmanê hawîrdora me di destê me de ye û kengê em bixwazin bi Stop/Startê dîzayn bikin. Di dawiyê de jî dibê; perçeyek ji koçberên modern ên bajariyan e û êdî perçeyeke protez ê bedenên mobîl e.

Bi xwandina vê beşê re bîranînên min ên bi teyb û walkmanê re hatin ber çavên min. Walkman êdî di nav qelebaliqiyê de hilbijartina tenêtîyê ye.

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.