Me hê girîngiya sînemayê fêm nekirî ye


Di van salên dawî de bi dehan derhênerê kurd derketin û bi dehan fîlmên li festîvalên navnetewî xelet girtine hat çêkirin. Piştî Yilmaz Güney bêdengiya sînemaya kurdî hêdî hêdî tê şikênandin û kesên cîhê wî tije bikin derdikevin. Bi avabûna Kurdistanê li başûr, ji bo sînemagerê kurd derfetên mezin derketin. Lê ku meriv bi tevayî sînemaya li başûr tê çikirin dinêre hêvîşikestinek bi meriv re çêdibe. Piraniya fîlmên tên kişandin ji normên navnetewî dûr in û ev jî dide xuyakirin ku hê di çaxa xwe ya destpêkê de ye. Li hember van kêmasiyan derhênerên serkeftî yê yê kurd di festîvalên navnetewî de gelek xelatên paye bilind bi dest dixin. Ji wan derhênera yek jî Jano Rojbeyanî ye. Em derbarê sînemaya kurd de bi derhêner Jano Rojbeyanî re axivîn.

Piyasa fîlmên kurdî tune
Wek ku tê zanîn sînema karek ku pere pir lê diçe ye û ji ber wî divê ji hêla aborî de derhêner werin piştgirîkirin. Ku em li sînemaya kurdî dinêrin, kêmasiya sereke nebûna piştgiriyê ye. Ev bi giranî nebûna dewletek kurdan anjî nebûna navendek sînemayê ya piştgirî bide sînemageran e. Li başûr çêbûna dewletek derfetên nû derxist pêşberî sînamagerên kurd lê Rojbeyanî dibê ku ev derfet baş nayê bikaranîn û piştgirîkî baş ji hêla berpirsiyaran ve nayê dayîn. Rojneyanî got ku li Başûr sînemaya kurdî lewaz e û derbarê sînemaya li Başûr tê çêkirin de waha axivî: “Gelê me û berpirsyarên millet heta ana jî girîngiya sînemayê fêm nekirine. Telefizyonên kurdî û holên sînemayê li Başûr fîlmên kurdî nîşan nadin. Her wusa, çend festîvalên fîlmên kurdî hene lê belê piraniya ew kesên bi karê festîvalan radibin nekarîne bi şêweyeka pispor sînemaya kurdi pêşve bibin. Nikarin pirekî durust bikin navbeyna fîlmsazên kurd û yên biyanî de. Her wusa, heta ana festîvaleke pispor li paytextê başûr nehatiye encamdayîn.” Rojbeyanî sedemek din ya lewazbûna fîlmên kurdî waha bi lêv dike: “Fîlm ji bo festîvalan tê çêkirin, ji ber wî jî nagihîje temaşevanan. Fîlm li festîvalan tê nîşandayîn û wisa dimîne.” Rojbeyanî derbarê sînemaya li bakur jî dibê ku, nû nû geşbûnek heye û ev jî bi rehetî tê dîtin. Bo Bakur wek kêmasî nebûna piyaseya sînemayê nîşan dike.
Rojbeyanî gazinan ji nebûna pisporan di Wezareta Rewşenbîrî ya Herêmê Kurdistanê de dike û dibê ku, ev jî dibe sedem ku em rezîlê dinyayê bibin. Rojbeyanî: “Hikûmet, bo sazkirina fîlman butçeyek amade dike û vê jî bi rêya Wezareta Rewşenbîrî tê belavkirin. Wezaret zêde guh nade sînemaya kurdî. Sedema wî jî nebûna rewşenîran din av wezaretê de û hebûna gendeliyê ye. Kesên ji wezaretê alîkarî distînin ne sînemager in an jî ji sînemayê fêm nakin.” Rojbeyanî dibê ku, bo van astengiyan derbas bikin divê yekîtiya sînamegerên kurd bê avakirin û waha dom kir: “Girînge fîlmsazên kurd li hemû parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê kom bibin û sendîkayek pêk bînin, belê heta niha ev kar cîh negirtiye. Mixabin, hetanî derhêner û berhemhênerên kurd bi hev re runeniştîne. Ez hêvîdarim ev bê avakirin û cîhê xwe bigre.”

Divê em çîroka xwe ji hemû dinyayê re bibêjin
Fîlma Rojbeyanî ya bi navê Êk Momik Du Momik derbarê tundiya li ser jinê ye. Di fîlmê de ev tundî bi awayek rexneyî tê nîşandayîn. Rojbeyanî biryar girtî ye ku vê fîlmê cardin bikşîne bo zêdetir bê temaşekirin û belavkirin. Rojbeyanî derbarê vê projeya xwe de waha dibêje: “Armanca min ew e ku ‘Mala Hîvî’ li welatên din yê Asya û Afrîqayê bê nîşandayîn. Bo ji bo gelê me bibe reklamek. Bi taybetî di vî dema ku em pêşengî di şerê dijî terorîstan de dikin de ev girîng e. Dixwazim bi fîlmê bidim nîşandayîn ku kurd di heman demê de pêşengin di çareserkirina astengiyên xwe yê civakî de.  Wek ku tê zanîn ne tenê kurd, hemû dinya şanaziyê bi jinên kurd dike û ev fîlm jî bibe delîla vê şanaziyê.”
Rojbeyanî çûyîna xw eya Holywoodê jî wek firsendek dibîne û dibê ku gere kurd di vî qadê de jî werin nîşandayîn. Rojbeyanî derbarê Holywoodê de waha axivî: “Holywood karê tîcarî dike, karê hunerî zêde neyê çêkirin. Çîrokê me kurdan pir in û em tekoşînek mafdar didomînin. Divê ev bên kişandin û li holên sînemayê, di televîzyonan de bê nîşandayîn ku hemû dinya bibîne. Ez li hember vî di Holywoodê de çîrokêk kurdewarî dixim navendê û tiştek hunerî diafirînim.
Rojbeyanî derbarê xebatên xwe yê niha dimeşîne de jî van agahiyan da me: “Belê, ez niha li ser belgeselekî kar dikim, li ser jinosîda ezidiyan e. Kar niha li qonaxa destpêkê ye, ango li sponsoran digerim.  Fîlmek li ser Kerkuk bi nave ‘Mala Agir’ amade dikim. Herwusa, ez ji zûda hewl didim ku li Hewlêrê bo nîşandana fîlmên kurdî û cihanî bernameyan amade bikim.

Jano Rojbeyanî kî ye? Jano Rojbeyanî di sala 1961’an de li Başûrê Kurdistanê, li Zaxoyê tê dinê. Piştî şerê li başûr di sala 1974’an de hê 16 saliya xwe de wek penaberek siyasî diçe Amerîkayê. Li wê derê wêjeya îngîlîzî dixwîne. Di heman demê de ji bo demak kin bi şanoyê re jî eleqedar dibe. Di sala 1988’an de ji bo fîlm çêbike derbasê Holywoodê dibe. Atoleyeya montajê vedike û debara xwe bi vî rengê dike. Fîlma xwe ya yekem bi navê Dansa Pendulum di sala 1995’an de çêdike. Di 2001’an de fîlma Jiyan ku yekem fîlma li Başûrê Kurdistanê hatî çêkirin dikşîne. Fîlm li ser jiyana keçek di dema Enfalê de ye. Bi fîlma Jiyan gelek xelatên navnetewî distîne. Di 2003’an de fîlma Gorên Komî yê Saddam û di 2004’an de Enfala Kîmyasal Alî dikşîne. Ciyayên Chaplîn di sala 2013’an de û fîlma xwe ya dawî ya henekî Êk Momik Du Momik di sala 2014’an de çêdike û belav dike. Rojbeyanî Evini fîlmê ava dike û xebatên xwe li wir didmîne. Rojbeyanî niha li Kalîfornîa dijî.



Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.