Kembera erebî projeya erepkirina Rojavayê Kurdistanê bû


Piştî ku li Rojavayê Kurdistanê rêveberî ket destê hêzên kurd û li herêmên kurdan kanton hatin avakirin hîndîkap herî mezin qutbûna herêmên kurdan derket ser rû. Ev qutbûn di encama kembera erebî ya li ser sê qonaxan ve hatibû plankirin û bi valakirina du milyon xaka kurdan çêbibû. Ji bo fêmkirina dîroka rojava û rewşa niha divê meriv li ser kembera erebî baş hûr bibe. Bi wî armancê me jî dosyayek li ser kembera erebî amade kir.

Ji Dêrikê heta Behra Spî Rojavayê Kurdistanê                                                                                   

Wek ku tê zanîn li Sûriyê kêmnetewa herî mezin kurd in. Li gor lêkolînvanên bêalîgir serjimara kurda li Sûriyê nêzikî 2 milyon e. Ev jî teqabûlê ji % 10 dike. Ji hêla din de hin çavkanî serjimara kurdan zêdetir hin çavkanî jî kêmtir nîşan didin. Çend sedemên bigumanbûna serjimarê heye; yek ew e ku Rêveberiya Sûriyê tu car bê ereban tu netewê din qebûl nekirî ye û li gor wî serjimarî çênekirî ye, ya din jî nêzikî 120.000 kes ji hemwelatiyê hat derxistin û vana bi tevayî kurd bûn. Ku em vana tevî bi hev re bifikirin serjimarek tekûz derbarê kurdan de dernakeve holê. Ziman li Rojavayê Başûrê Kurdistanê bi tevayî zaravaya kurmancî ye. Kurdên Rojava bi piranî sunne ne lê ezdî jî li tevahiyê herêmê belav bûne.
Kurd, ji sêgoşeya Iraq, Turkiye û Sûriyê dest pê dike û bi paraleliya sînorê Tirkiyê berdewam dike hetanî xwe digihîne Behra Spî. Kurahiya xaka kurdan li hin cîhan 20, li hin cîhan 50 û li hin cîhan jî xwe digihîne 70 kîlometreyê. Li herî li rojhelat navçeya Dêrikê heye ku navê wî ji hêla dewletê ve wek El Malîkiye hatî guherandin.  Dû re Tirbespiyê(Al Qahtaniya) û Qamîşo tê. Kurd ber bi başûr ve hatanî Hesekê belav dibin. Ku Hesekê navenda wîlayeta Hesekê ye nîvî wî ereb in û nîvê wî jî kurd in. Ber bi rojava ve navçeya Amûdê tê û dûre ber bi rojava de Serêkaniyê(Res al-ayn) heye û kurd li vir piranî ne. Ji Serêkaniyê pê ve serdestiya ereban dest pê dike hetanî bajarê Kobanê. Di vî navberê de bajarê Girê Spî (Tel Ebyad) heye Ji Kobanê ber bi rojava ve Serîn û Ezaz tê ku kurd li vir dîjîn hetanî Efrîn û Çiyayê Kurmênç. Bi berdewamiya Çiyayê Kurmênç re kurd xwe digihînin Behra Spî. Rejîma Sûriyê xwest ku yekparebûna xaka kurdan ji holê rake û projeya kembera erebî derxist holê. Em jî li ser kembera erebî bi siyasetmedar û nivîskarê Rojavayê Kurdistanê Abdulsamet Dawût re axivîn.


Kembera erebî bi serjimara 62’an dest pê kir

Proja kembera erebî ji hêla rejîmê ve ji zûde hatibû plankirin lê di warê pratîkê de bi serjimara 62’an dest pê dike. Di 5 Cotmeha sala 1962’an de serjimarek çêbû û ev serjimar tenê li herêma Cizîrê pêk hat. Ji ber ku tenê serjimar li herêma Cizîrê pêk hat diyar bû ku li çarçoveya planek ev hatî kirin. Dawût derbarê vî serjimarê û planên rejîma Suriyê de waha got: “Her kes dizanibû ku ev serjimar bo hin planan hatî kirin.  Ji xwe serjimar di rojek de hat kirin û kesên ji hemwelatiyê bê derxistin diyar bûn. Kesên ku bikariba bertîl bida wezîfedaran xwe ji vî karê xilas kirin. Bi serjimarê nêzikî 150 hezar kurd ji hemwelatiyê Suriyê hatin derxistin. Ji kesên hemwelatiyê hatin derxistin re gotin ku hûn beyanî ne, ji Tirkiyê hatine vir û divê vegerin Tirkiyê.”
Piştî ku van kurdan ji hemwelatiyê derxistin, erdên di destên wan de bû jî ji wan hat girtin, nedibû ku erdê Suriyê di destê ‘beyaniyan’ de ba. Kesên di dewletê de wezîfedarbûn ji kar hatin dûrxistin û kesên di artêşê de fermandar bûn jî karê wan ji destê wan hat stendin. Kar ewqas girin hat kirin ku kesên nexweşba nikaribû biçûya nexweşxanê û nikaribû di otêlan de raza. Ji ber ku van kesan nikaribûn zarokên ji wan re bibe qeyd bikin hejmara van ‘beyaniyan’ her diçû zêde dibû. Helbet bi dehan sedemê vê ‘beyanîkirinê’ hebû lê di serî de valakirina herêma kurdan dihat. Bi van biryarên xwe hetanî astekî ser ketin û xelqê wir tengav kirin ku bazdin herêmê din ê Sûriyê an jî welatên din.
Ku meriv dewletên xaka kurdan dagir kirine dide ber hev dibîne ku dewleta Sûriyê vê proja ‘pişaftina kurdan’, ‘valakirina xaka kurdan’, cîguhestina kurdan’ piştî dewletên din daye destpêkirin, ango bi awayek din meriv dikare bibêje ku dereng maye. Di salên 1935’an de Hikûmeta Iraqê, gelek êlên erebê başûrê Iraqê anî li Kerkûkê bi cîh kir. Erebkirina Kerkûkê jî ji wî demê de dest pê dike. Ku meriv li sedemên erebkirina Kerkûkê û Cizîrê dinihêre, tiştên nêzî hev derdikevin pêşberî meriv. Herdû herêm jî ji hêla neftê û candiniyê de dewlemend in û herdû herêm jî alî demografîk û coxrafîk ve dirêjiya Kurdistanê ye. Li bakur jî bi dehan gundên kurdan piştî serhildanan hatin kavilkirin, bi hezaran kurd ber bi rojavayê Tirkiyê ve hat koçkirin. Di ber re jî hin gundên tirkan di nav gundên kurdan de hatin danîn, pere û xak dan wan.
Dawût wek têbiniyek behsa beriya projeya kembera erebî dike û waha dibêje: “Di sala 1958’an de dema yekîtiya Misir û Sûriyê hat avakirin û Cemal Abdûlnasir bû serokê dewletê, şovenîzma ereb zêdetir bû. Di wan deman de yekem  partiya kurdan, Partiya Demokrasiya Kurdistana Sûriyê (PDKS) hatibû avakirin. Şovenîstên ereb bi tûndî li hember vê bûyerê derketin û bi dehan berpirsiyarên partiyê bi salan hatin girtin. Beriya kembera ereb li Kurdistanê 10 gundên ereban hatibû avakirin. Ev ne di çarçeveya kembera erebî de bû lê 10 gund li ser çemê Xabûrê hatibûn avakirin. Van ereban ji parêzgeha Suweyda hatibûn vir.”

Kembera erebî proja şovenîzma erebî bû

Piştî ku li Sûriyê partiya Baas hat ser desthilatiyê şovenîzma ereban zêdetir bû. Dawût dibêje ku wê demê li Kurdistanê wek Yahûdîstanê dinihêrîn û digotin em çawa bi Yahûdîstanê re têdikoşin divê em hemen awayê bi Kurdistanê re jî têbikoşin. Dawût waha berdewamî da axaftina xwe: “Wê demê serokê parastina Hesekê yê bi navê Muhetap Teleb Hilal hebû.  Ev Baasî bû û di 61’an de pirtûkek li ser kurdan amade kir. Di pirtûkê de planan safîkirina Cizîrê ji kurdan hebû. Helbet tirsa wan hebû û bi lezgînî dixwestin vê karê xwe yê qirêt pêk bînin.” Ku meriv wan salan dinihêre sedemên van planan bi zelalî xwiya dibin. Sedema yekem ewbû ku li ber serê Cizîrê şoreşa Mele Mistefa destpêkiribû û li Cizîrê neft hatibû kifşkirin.
Dawût dibê ku planên di pirtûkê de hatibûn rêzkirin 12 xalbûn û derbarê wan xalan de waha dibêje: “Xala yekem de dibêje ku em dest deynîn ser xaka Cizîrê li ser sînorê bakur bi dirêjahiya 275 kîlometre û di kurahiya 10 heta 20 kîlometre. Divê em kesên kurd ji vir bidin barkirin û êlên ereb bi cîh bikin, ger ku êlên ereb nebû baregehê leşkerî bixin cîhê wî. Divê em nasnameyê ji kurdan bikşînin ku nikaribin kar bikin, bibin beyanî û tiştên di destê wan de derkeve, neçar bibin ku bibin penaber. Ku ereb li wir bi cîh bibin ewê zordariyê li kurdan bikin û kurdji vir beteriqin. Ji bo wî jî hikûmet çek dan ereban. Divê em hemû deriyan li ber kurdan bigrin. Bêrehmet û bêşefqet, bi yasa an bê yasa em zordariyê li ser wan bimeşînin. Divê em kurdan bera hev bidin. Em emir dikin ji parastina xwe bi vî karê dest pê bikin. Divê em nehêlin bixwînin, ji ber ku xwandin wan bi wan dihesîne. Ji bo wî dibê dibistanê bajarê Kurdistanê were giritin. Em derdora dîndarên kurd teng bikin û wan tengav bikin. Em bibêjin ya wek me bibêjin yan jî derkevin herin”

Du milyon xaka kurdan ji wan hat stendin

Piştî ku proja kembera erebî hat destpêkirin di navbera salên 1961-71’an de du milyon xaka dewlemend ji destê kurdan derket û dewlet dest danî ser. Ev xaka dewlet dest danîbû ser ji Dêrikê ku herî rojhelata Kurdistana Sûriyê ye dest pê dikir hetanî rojavayê Serêkaniyê. Dirêjiya vê xetê bi paraleliya sînor ve 275 kîlometre bû û di navbera 10 û 20 kîlometre ber bi hûndir ve fireh dibû. 335 gundên kurdan ên ku diketin ber vê xetê ji kurdan hat stendin. 150 hezar gundiyên li vê der dijiyan bê cîh û war man. Dawût bi awayek henekî û mixabinî dibêje ku kurdên gundî destê wan di tengala wan de bi neçarî ji dûr ve li xaka xwe ya ku tirba kalikê wan li wir e dinêrîn û waha berdewam dike: “Ji vî du milyon erdê milyonek dolim dan elên ereba yê hatin vir û milyonek jî dan leşkerên payebilind. 40 gundê modern bi elektrîk, rê û bi av ava kirin, gundê kurdan li kêleka wan bê av û bê elektirîk bû. Di her gundê de sed mal hebû û cendirme jî didan cem wan, di ser de jî sîleh didan wan. 175 km dirêjiya van gundan heye. Van gundan ji hev di navbera 3 û 5 km dûr in ji sînor ber bi hundir ve jî 5 heta 7 km kûrahiya wan heye. Em ji wan re dibêjin Mustaltana. Mustaltana ji gundên beyaniya re dibêjin ku bi zorê di xaka yekî de hatibe avakirin. Meriv ku wek mînak bide; dema cihû diçin li Felistînê gund ava dikin. Ew ji vî navê aciz dibin. Dibêjin ku em dagirker nînin.”
Van gundên hatin avakirin di navbera 80 û 100 malî de bûn û di navbera 150 û 300 dolimî de erd dan van malan. Ji xwe di warê zanistî de jî hatî îspatkirin ku xaka herî dewlemend herêma Cizîrê ye û vê xakê di nav van êlên ereb de hat pervekirin. Di serî de ji van ereban re gotin ku em erd ji bo demek didin we lê dû re tapoya erd dan wan. Li gor agahiyên Dawût dide me hetanî sala 1974’an 4 hezar û 600 kes di van gundên nû yê li ser sînor ava bibûn de dijiyan. Di dawiya qonaxa yekem ya kembera erebî de li tevayî herêma cizîrê 40 gundên ereban hatin avakirin. Ji vana 12 heb li Dêrikê, 12 heb li Qamîşlo û 16 heb jî li Serêkaniyê hatin avakirin. Erebên li van gundan hatin bi cîh kirin ji deşta Reqqayê û ji Helebê anîn vir. Di 74’an de dema li Raqqayê bendav hat avakirin, kesên ku ji wir hatin tahliyekirin jî anîn herêma kurdan. Ku meriv erdnîgariya Sûriyê difikire, meriv dîbene ku van biryaran siyasî ne û di çarçoveya hin projeyan de hatine kirin, ji ber ku bi hezar doliman cîhê vala hebû lê ew li wir nehatin bi cîh kirin, anîn di gundên kurdan de bi cîh kirin.

Erdnîgarî û domografiya Kurdistanê hat xerakirin

Ku meriv li encama kembera erebî dinêre encamên pir girîng derdikeve hemberî meriv; di serî de ji ber van gundan bandora bakur li rojava, bandora rojava li bakur hat birîn û ji ber vê sedemê di warê çandî, hestî de qutbûnek di navbera herdû perçê Kurdistanê de derket holê. Bi awayek dirêjiya Kurdistanê li ser sînor hat qutkirin ku ji xwe armanca wan ya yekem ev bû. Xaka Kurdistanê ji hêla demografiyê û ji hêla erdnîgariyê hat guherandin.
Di wan salan de her rê li ber kurdan tê girtin. Dawût waha behsa dijwariya wan rojan dike: “Erdê çandiniyê nedibû ku li ser kurda hebe, heman demê de xanî jî li ser wan çênedibû. Ku zarokek ji kurdan re çêbe heta çend salan nedihat tomarkirin. Heta sê rêveberiyê dewletê bibêjin erê qeydkirina zarokan dom dikir. Van rêveberiya yek ya siyasî, yek ya navendî yek jî ya leşkerî bû, hetanî vana negotana erê kes nedihat tomarkirin. Ku erebek be di heman rojê de tomar dibû.”
Helbet erebkirina herêma Cizîrê ne bi tenê cîguhestina kurda bû, bi her awayê erebkirin hatibû destpêkirin. Ji vana yek jî guherandina navê kurdî yê cîhan bû. Erepkirina navên kurdî di navbera salên 1960-80 berdewam dike.  Dawût derbarê guherindina navan de van agahiyan da me: “Bi sê qonaxa navan kirin erebî. Bajarek heye li hember Nisêbînê jê re dibêjin Tirbespiyê. Berê mala Haco têde bû. Navê wî guherandin kirin Quburul Bix. Yanî tirbe qubur e û spî jî bîx e. Wek ku ji kurmancî vergerandin ser erebî. Ev qonaxa yekemîn bû. Wilo nehîştin û cardin guherandin. Gotin belkî hinek lêkolînê bikin û bi rastiyê bihesin. Di qonaxa duyem de şovenîzma ereban xistin nav navan. Navê Tirbespiyê kirin El Qahtaniye. Qahtaniye mezinek ereba ye. Quburul Bix jî qedexe kirin. Piştî 70’yî navan cardin guherandin kirin El Sawra, El Oruba, Felistîn, El Quts.” Bi guherandina navên cîhan, navên kesan jî hat guherandin. Kurdên li Suriyê wek yê Tirkiyayê nikaribûn bi xwasteka dilê xwe navan li zarokên xwe bikin. Dawût dibê ku, ‘mesela te dixwest navê kurê xwe bikira Azad lê destûr nedidan. Navek erebî bê destûra te li zarokên te dikirin.’

Qonaxa yekem di 14 Hezîrana 1974’an de bi dawî bû

Ev proje kembera erebî li ser sê qonaxa bû. Ya yekem ji sînor hetanî 20 kîlometre, ya dudiya bigihînin 40 kîlometre û herî dawî jî bigihijînin 70 kîlometre û nema kurd li herêma Cizîrê bimînin. Di 1974’an de qonaxa yekem hat qedandin lê piştî 74’an de li başûrê Suriyê şer derket, ew û Lûbnan bi hev ketin. Rewşa Sûriyê xerep bû, firsend nedît ku derbasê qonaxa duyem bibe. Li ser pirsa me ya ku li herêmê din yê kurdan proja kembera erebî pêk hat na, Dawût waha got: “Li Kobanê û Efrînê gund negatin valakirin. Erebîkirin li wir hebû lê gund nehat valakirin. Ku rewşa Suriyê xerap neba û merhelê din berdewam bikira dibû ku li van deran jî gund bihatana valakirin. Ama sedema yekembûna herêma Cizîrê cîhgirtina sêgoşa sê dewletan de tê û erdê wir pir dewlemend e û petrol li wir heye, bê wî jî kurhiya kurdnişînan herî zêde li vir in.”
Qonaxa yekem ya kembera erebî di 14 Hezîrana 1974’an de bi dawî dibe. 74’an de bi 10 gundên beriya kembera erebî hatibû avkirin re hejmara gundên ereban yê li ser sînor gihîştibû 50 heb gundan. Dawût dibêje ku, ‘her sal di 14’ê Hezîranê de li ser kembera erebî panel û çalakî tên li darxistin. Ev roj bûye wek roja tekoşîna li dijî kembera erebî.’
Li ser pirsa pêşniyarên wî yê bo çareseriyê çine Dawût waha dibêje: “Wan ereban hê di wan gundan de ne û mixabin hê jî berhemên wî dixwen. Kurdên ku ji van gundan hatin derxistin bi tevayî cotkarbûn û neçar man koçê Helep û Şamê bikin. Kurdistan ji kurdan hat valakirin. Maf maf e, bi demê re kevn nabe. Ev siyaset bû. Wan ereban bê war û cîh nebû ku anîn kirin vir, ji bo wî dibê li cîhê xwe werin vegeranbdin. Bi xweşî bi biratî û bi başî. Rêyek din nîne, ew xak xaka Kurdistanê ye û dibê li kurdan were vegerandin.

Valahî na xwedî tune

Ku meriv li rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê difikire di nav herêmên kurdan de valahî an jî herêmên ereban derdikevin hemberê meriv. Ji Serêkaniyê hetanî Kobanê herêmê kurdan qutbûnek dijî û her wiha ji Kobanê heta Efrînê û ji Efrînê hetanî Behra Spî. Dawût van qutbûnên di nav herêmên kurdan de bi guherandina demografiya Kurdistanê ve girê dide û vî mînakê dide: “Kurdistan hat guhertin. Kurdan ji cîhan wan derxistin û xwe xistin wir. Heta 1950’an Tirbe Spî(Tel Abyad) gundên Îbrahîm Paşayê Milî bû. Bi tevayî kurd bûn, dû re erep hatin ketin van deran. Li Tirbe Spiyê tenê erebek tunebû heta salan 70’yî. Tirbe Spiyê kirin nîve nîv. Bi vê awayê demografiyê xira kirin.”  

Wek ku tê zanîn di van dawiya de mijarek herî balkêş jî ji bo kurdan xwe gîhandina Behra Spî ye. Bi dehan lêkolînan de tê gotin ku kurd xwe bigihînin Behra Spî dahatûya wan bê guherandin. Li ser pirsa me ya girêdana kurdan bi behra Spî re heye an na Dawût waha dibêje: “Behra Spî bi Lazqiyê ve ye. Li Lazqiyê 8 km heta 10 km dirêjahiya gundên kurdan heye li ber peravê Behra Spî. Bi tevayî 80 gundên kurdan li Çiyayê Kurmênç heye û bi saya van gundan kurd xwe digihînin Behra Spî.”

Yazının Türkçesi için tıklayın

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.