Selpax û parsekê diaya



Li taxa ku ez dijîm her sêşemê pazar heye. Helbet em her sêşemê naçin pazarê,  ji ber ku her dem perê me tune ye. Li sûka me de selpaxfiroşek heye,  di her sêşemê de tê konê xwe li wir digre. Li min bûye edet ku ez kengê herim pazarê di vegerê de selpaxek jê dikirim. Ji ber wî ez û ew bû ne dostê salan. Ku selpax dikirim dibê:" Abê mandalîna var." ê tabî ez mandalî jî didimê. Diaya li min dike dibê:"Allah ne mûradin varsa versîn." Helbet ez jî dibêm: "Amîn." Anha li malê qasê deh panzdeh heb selpax heye, nizanim ci bikim. Sermaya ku av li pozê meriv dixe jî derbas bû! Dê hetenî em li vî taxê niştîcih bin ez mişterî yê parsekê xwe me!

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.