KENÊ PARSEK Û PARSEKÊ KEN



"Şev dereng e, bêdengiyekî bi saw, odeyekî sar û seqem û vala; ez bi nîvtariyekê dagirtî me."  Belê, Hêmîn Mukriyanî wiha dest bi pêşgotina pirtûka Hesen Qizilcî ya bi navê Kenê Parsek dike.  Ez bi vî hevoka serî, li dev û dorê xwe dinêrim; sobeyek piçûk ku xweyiyê malê daye me vêdikeve, germiya ku dişîne ji ber ku sare, bi derketina sobê re cardin direvin ku cihê jê derketine, hêlina xwe.  Ew jî ditirsin ji sermaya di odê de. Li ser qenepeyek weke rengê xwezaya biharê kesk de xwe dirêj kirîye. Min dil heye dest bi Kenê Parsek bikim.  Kenê Parsek 2001'an de di weşanên Aveste yê de çap bû ye. Ji soranî hatî wergerandin! Min vî pirtûkê, dema Hesen çûbû betlanê bi 15 pirtûkê din ve ji mala wî dizî bû(ji  xwe di warê pirtûk dizîkirinê de nav û dengiya me heye :).  Hetanî anha min navê Hesen Qizilcî nebihîstibû. Danasîna weşanxaneyê amade kiriye dinêrim. Dema avakirina Komara Kurdistanê de cih girtiye. Nivîsan kovarên di wî demê derdiket re nivisandî ye. Piştî hilweşîna Komarê derketiye dervey welêt. 1979'an de vedigere welêt û di 1984'an de tê girtin, ji wî demê vir de kes ti xeber jê nebihîstiye. Dadikevim nav pêşgotinê -ku ji xwe dîrokek dihûndûrîne-  Mukriyanî peyvên Pêşawayê Nemir ê derbarê Qizilcî de ji me re radigihîne.                                                                                                              
"Xwezî gelek kesê wek Hesen Qizilcî di nav me de hebûyana!..                                                                           Ger em ji bo xwe bin, wê gelekên wiha ji nav me rabin."                                                                                Kenê Parsek. Çi navek bi wate. Ji xwe em di jiyana xwe hemû de ne parsekê kenê ne?  Rojan nabûhûrînin wek parseka li ber diwarê xwedî yê kenê, wan diwarê ku ji çav, dev lêvan pêk tê. Em ne li bendê ne ku awirek nerm bibexşîne, were li zengila deriyê dilê me xe.  Em naxwazim bi me re bikene da ku pê zikê me têr be. Pirî caran em hesûdiya nakin ku dibînin kenê wî ji bo yekê din e, wek parsekek parsa meriv ji destê meriv girtibe...

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.