Jinek û du mêr


Sê kes. Jinek û du mêr. Ji sisêyan dudu hezkiriyên hev in. Her sê li piya ne. Jinik ewwil silav dide kesê biyanî, ji devê wî maçî dike. Girêza devê wê li ser lêvên mêrik dialiqe. Hezkiriyê jinikê bi kumreşî xwe dirêjî mêrik dike û girêza hezkiriya wî li lêvê mêrik gerandiye dialêse. Jinik paşê silav dide hezkiriyê xwe û ji devê wî maçî dike. Girêza devê hezkiriyê xwe ku hezkiriyê wê ji devê mêrikê biyanî girtibû dialêse.

Ku serê sibehê şiyar bûm av ji devê min herikîbû ser balgiya min. Ber bi destşokê ve çûm û di eynika ji hilma germ ya serşûştinê zeng avêtibû de li ser çavê xwe nihêrî. Erê vaya girêza devê jinikê ji kêleka simbêlê min yê firk de herikiye ber bi çeneya min.


Min hê jî nizanibû ka ez ew mêrê biyanîbûm ku jinikê ava devê xwe li ser çavê min têgerandibû an hezkiriya jinikê bûm ku min girêza ser çavê wî mêrê biyanî alast ku hezkiriya min têgerandibû!

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.