Rêwîtî meriv tîne ser hemdê xwe


Ji hêlek ve Albert Camus mafdar e ku dibêje "rêwîtî meriv tîne ser hemdê xwe." Her tu li xerîb û xerîbistanan digerî bêtir ferq dikî ka tu aydê çi tiştî nîn î. Ne aydê bajarê xwe yê te rêyên wê yên bi dizî ji ber kirî ne jî aydê warek xerîb ku tu bi dehan car di şeqameke wê de çûbî jî nikarî ji hev derxî. 

Lê niza'm Kavafis mafdartir e ku dibê "bajarekî din hêvî neke, ev bajar li dûv te were" Em ji bo bajarekî din bibînin û ji bajarê ku bûye toqa stûyê me xilas bibin derdikevin rêwîtiyê?

Ka em ji warekî nû çi hêvî dikin? Em di dilê xwe de dibêjin dîmenek wek tablo xwûya dibe bila li ber me were raxistin, dîmenek wek oryantalîstên ji Rojhilat hêvî dikirin! Rêwîtî rastiyeke lê nizanim em ji bo rastiyê bibînin derdiketin rê an tiştên me di hêşê xwe de çêkiribû û xeyal kiribû piştrast bikin! Ji ber hindê her dem şoqek dijî dema ji trênê peya dibî. (trên ji ber ku zêdetir rêwîtiyê tîne hişê meriv, rêwîtiyên dirêj) Di destê te de du cure cîh heye; yek ya te ji pirtûkan xwendî, ji sohbetên heval û hogiran xeyal kirî, ya din jî rastî.

Lewre di vê noqteyê de tiştek giringtirîn derdikeve pêş ev e: VEGER. Dema em vegeriyan ka em hê li ser xeyalên xwe yên di derbarê cîhê em çûne de bisekinin an em wê cîhê bi rastiya wir qebûl bikin? 

Hevaleke min hebû her ku derdiket rêwîtiyek û cîhê diçû êdî jê re nas dihat wek eksê Kavafis bajareke din hêvî dikir. Ne ku dixwest ji vê bajarê xilas bibe, ji ber her li pey çîrokeke nû ye. Lê ka çîrokeke heya kengê nû bimîne, ka heya çi weqtê bajareke ji wê re nenas were? Ne dixwest here cîhên di nav xwandekaran de mode bûye, wek Mêrdîn, Îran, Başûr, Diyarbekir, Dêrsim... dixwest biçe gundek wek herkes jê re bibêje çi eleqe!!!

Min jî xewneke dît li ser rêyek dirêj, di nav dengê kufekufa trênê de; di xewnê de ji xew şiyar dibim ku trên rawestiya ye. Heçkû li derve befir hebe jî sira hewayê meriv acis nake. Hêdî hêdî têm ser hemdê xwe, nigê xwe yê qerimî ye dilebitînim. Ji nav jinên ser û rûyên xwe bi şalpeyên sipî pêçane û li ser paldangan di xewda çûne re derbas dibim. Ji wan ne tu yek şîyar e. Têm ber deriyê trênê û temdanek zexm derî vedikim. Wek dengek, wek tiştek nepenî banî min bike ji ber stasyonê xwe bera kendalek didim. Li jêrê sê heb zarok li ber taxa kayê ne û torbeyên qasê bejna wan in tije dikin. Ber bi wan ve dimeşim. Malên piçûk yên ji çemûrê hatine çêkirin dikevin ber nigên min. Hewl didim ku wan xira nekim. 

Ku nêzikî wan dibim ji wan dipirsim; ev der ku der e?
Yek ji wan tirgana destê xwe dide kêlek û dibê; tu li Xozatê yî!
Ez jî lê vedigerînim û wiha dibêm; nexwe ez li Dêrsimê me, li warê xwe!
Em her çar bi hev re cardin berê xwe didin stasyonê trênê û dimeşin. Yek ji wan -yê bejin zirav- şekalên xwe bi tûmek gihayê di vê demsala zivistanê de hêşîn meye paqij dike. Gavek pêş de davêje û wek paqijiya kirî ne bi dilê wî be cardin vedigere cihê şekalên xwe paqij kirî. Ji dûr ve qasê deh panzdeh kûçikên mezin ber bi me ve tên. Yek ji wan wek bixwaze min  aram bike dibê ev kûçikên me ne û ji Qangalê hatine. 

Xwe ji ser nivînên sipî devêjim erdê, pencereya ni nava wê de ala turkan heye ber bi jor radikim û hewayek bi berf ya Kurdistanê dikişînim nava hinavê xwe.

2 yorum:

  1. Sihhet xweş Azîz. Te gelek baş nivîsiye. Bi hêvî ya xewnên din :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Mala te ava Tofan, xewn her berdewam in :))

      Sil

Blogger tarafından desteklenmektedir.