Qada înternetê ji bo kurdan warek nû ava dike
Li dinyayê bikaranîna înternetê
Piştî bikaranîna alavên teknolojîk, dinya wek gundek piçûk hat
binavkirin û navê serdemê wek serdema ragihandinê hat gotin. Di vî derdemê de
tişta herî balkêş û mezin dîtin û bikaranîna înternetê bû. Rêjeya bikaranerê
înternetê rewşê bandora wê bi zelalî radixe ber çav. Li tevayê dinyayê de 2.7
milyar kes înternetê bi kar tîne, ev li gor serjimara dinyayê ji sedî 39 ye.
Bikaranîna înternetê di sala dawî de ji sedî 208 zêde bûye. Ji van bikaranêran
ji sedî 35 li parzemîna Asyayê ye, ji sedî 28 li parzemîna Ewrûpayê ye, ji sedî
20 jî li Emrîkaya Bakûr e. Bi 211 milyon bikaranêrê xwe Emrîka welatê herî zêde
înternet tê bikar tîne ye, di rêza dûyemînde bi 137 milyon bikaranêrê xwe Çîn
heye. Di înternetê de zimanê herî belavbûyî îngîlîzî ye, li pey wî çînî,
espanyolî tê.
Di înternetê de rewşa kurda
Her çiqas rêjeya bikaranîna înternetê di nav kurdan de ne ewqas
zêde be jî aqtîfbûna kurdan wan derdixe pêş. Kurd bi piranî piştê salên 2000’an
înternetê nas kirin. Piştî naskirina înternetê kurda berga xwe fire kir, li gor
xwe bernameyan çêkir û bo karên xwe yê kesane û civakî bi awayek aktîf bi kar
anîn. Sedema zêde bi kar anîna înternetê wek qadek azad tê dîtin û bi
rehetî dikarî xwe bigînî tiştê ku dixwazîn. Bi teybetî rewşa kurda li ber çav
bê girtin ku di nav dewletan de hatî perçekirin û sînorên fîzîkî di navbera wan
de hatî danîn, bi hezaran kes li dîasporayê dijî girîngiya înternetê derdikeve
holê. Bi saya înternetê sînorên di nava kurda de bi bê astengî dikare bê
rakirin, bi rehetî û awayek ekonomîk dikarin bi hev re bikevin pêwendiyê.
Astengiyên di înternetê de
Di înternetê de astengiya herî mezin ew e ku zimanê kurdî nayê
naskirin bi kar anîna wî hinek zehmetiyan derdixe pêş. Di piraniya bername û
lêgerînan de zimanê kurdî tuneye. Astengiyek jî ew e ku dewletên ku bixwazin bi
rehetî dikarin li ser kurda, di qada înternetê de sansûrê pêk bînin. Herî dawî
bernamaya bi 1,2 milyar bikaranerê xwe Facebook bi dehan rûpelê siyasî, çandî,
dîrokî yên kurda girt. Berpirsiyarê Facebook Richard Allan bi alîgirtiya
“rêxistinên terorîst” sedem nîşan da. Li hember van astengiyan piraniya
aqademîsyen û lêkolînvan, kurda wek kesên ku herî çalak înternetê bi kar tîne
destnîşan dikin.
Bi kurdî biger
Ji ber ku sazî û dezgehên di wî warî de alîkarî bikin tune ye
piraniya kar kesane dimînin û ev jî dibe sedem ku zêde dom nekin. Ji wan
teşebûsan yek jî motora lêgerînê ye ku ev demek kin e ketiye xizmetê. Derbarê
armanca Egerînê de kordînotorê Egerînê Kawa Onatli got ku: “Teknolojîya
înternetê bûye aleta herî bi qewet di tevahîya çandên dewletan de. Her roj
piranîya milletên cîhanê dikarin bê sînor înternetê bi zimanê xwe bi kar bînin.
Lê belê 40 milyon kurd ji firsenda gelek înformasyon, perwerdehî û kar bê par
dimînin ji ber kû nikarin înternetê bi kurdî bi kar bînin.” Onatli di
berdewamiya axaftina xwe de balê dikşîne ser zimanê kurdî di qada
înternetê de û waha dibêje: “Ji bo ku em kurd bikaribin wek millet pêşkevin,
zimanê xwe biparêzin û bibin yek weka milletên din pewîst bû ku internet bi
kurdî jî hebe.”
Onatli derbarê Egerînê de jî van agahiyan da me: “Egerîn yekem
motora lêgerînê ya bi kurdî ye, ketiye nav lîsteyaya motorên lêgerînê yên
cîhanê. Egerîn hemû malperên kurdî berhev dike û tîne berdest. Dema ku
mirov li ser Googlê lêgerîna bi kurdî dike, google tîpên kurdî digoherîne û li
şûna encamên kurdî, encamên bi zimanên din jî nişan dide. Bi saya Egerîn
Blogê Mirov dikare bi hêsanî ji xwe re blog veke û li ser înternetê binivîse û
yê bixwaze dikare nivîsên te bişopîne û belav bike. Egerîn Nûçe ji hemû ajans û
nûçe portalên kurdî nûçeyan berhev dike û pêşkeş dike. Her wiha bi navê Egerîn
Ferheng Egerîn Vîdeo Egerin TV
& Radio bernameyên me yê dixebitin jî heye.”
Di înternetê de malperên herî balkêş û tê hezkirin ferhengên
înteraktîf in. Ji ber ku piraniya bikaranerên înternetê dixwazin bi xwe
agahiyan barkin înternetê, agahiyê heye biguherînin û li gora xwe serast bikin.
Tirşik.net jî ji wan ferhengan yeke ku balê dikşîne ser xwe. Avakarê Tirşikê
Si_murg56 beriya ku Tirşikê ava bike bernamaya wergerandinê wergerîne.comê xist
xizmetê Si_murg56 armanca tirşikê wiha bi lêv kir: “Tirsik.net
ji ber pêdiviyeke berbiçav ava bû. Dema hûn li înternetê binêrin, tu malperek
rast û dûrist tune ku kurd lê bicivin û bi zimanê xwe li ser siyasetê, sporê,
zanistê, multimediayê û hwd. biaxivin. Platformek tune bû ku stranbêj,
hunermend û siyasetmedarên kurd werin rexnekirin û ev kes jî bikarin fikrên
xelkê yên derbarê xwe de bişopînin.” û wiha domand: “Armancên tirşikê zehf in
lê ya herî girîng ew e ku li ser înternetê platformek kurdî were avakirin ku
hemû kurd lê bicivin, hev û din rexne bikin, henekan bikin, bi hev re bikenin û
pevçûnê bikin û bi parvekirinê zanîna hev zêde bikin û kurdiya xwe jî pêş ve
bibin. û ji bo nifşên nû, danegeh û arşîvek kurdî bihêlin, ansîklopediyek
bihêlin ku tê de derbarê her tiştî de agahî û şîroveyên kurdî hebin.”
Di qada înternetê de kêmasiya mezin ewe ku
kurdî zêde nay bi kar anîn. Herî dawî bo di Googleyê de ziamanê kurdî cih bigre
qampanyaya îmzeyê hati destpêkirin. Si_murg56 derbarê bi kar anîna zimanê kurdî
de mixabiniyê xwe anî ziman û got ku: “ Hê di asta destpêkê de ye. Malperên ku
xwerû kurdî ne, hindik in û ew jî malperên nûçeyan in. Ji ber ku naveroka
malperên kurdî qels in, bala kurdan nakişînin Bi hatina tirşikê jî em bawer in
ku wê gelek kurd êdî bikarin bikevin înternetê û tenê li malperên kurdî bigerin
û bêyî ku bikevin malperên bi zimanên din, gera xwe xelas bikin."
Hiç yorum yok: