(bêdengiyek)
Reviewed by xewname
on
Şubat 03, 2017
Rating: 5
Wêne-awirek
Li ba min baweriyeke wisa heye, her ku em demên berê difikirin hindek wêneyên dîrokî dikevin pêşdîtina hişê me û em ji ser wan wêneyên kevn rabirdûya xwe ji nû ve saz dikin û ew êdî dibe perçeyek ji bîra me. Ez dizanim ku piştî vê wêneyê; kurdên ermenîstanê, Radyoya Êrîvanê, dîrokek bi êş û kêfxweşî yên kurdên kafkasyayê her wek ev wêne be. Heçkû kenî û esaleta di rûyê van jinan de bibe rêberek derbarê bîra min a hin demên tarî de!
Di dawiya wêneyê de bi destxetê wehe hatiye nivisandin;
1- Bedile Şebabê
2- Sosika Simo
3- Cemîla Çavuş
1966-67
(eslê wêneyê ligel min e.)
Wêne-awirek
Reviewed by xewname
on
Şubat 02, 2017
Rating: 5
Büyümek zor, farkediş acı verici...
- "Büyümek zor, farkediş acı verici, kabullenmek yaralayıcı. Acı çekmeye devam."
Beklediğin bir mesaj "beklediğin kişi"den gelmiş de sen bunu dünyanın uçsuz bucaksız boşluğuna not etmen gerekiyormuş gibi hissetiğin bir zaman da İstanbul'un semalarından (Sema diyorum, eskiden Sema isminde birini sevim sevmediğimi bilmeden) kupkuru kar yağıyor da ben karın yağışına değil de kuruluğuna şaşırıyorum.
Sonra kendi kendime diyorum; bu kadar uzun cümleler kullanmam ki ben ve şurada bir pikap olsaydı da Sophie Hunger'den Le Vent nous pertera çalsaydı, yoksa yazık olacak bunca yağan kara.
Büyümek zor, farkediş acı verici...
Reviewed by xewname
on
Ocak 26, 2017
Rating: 5
“Tu xweda nîn î”
Jacques and Berthe Lipchitz by Amedeo Modigliani |
“Ji bona xwedê çima ev jin li min waha dikin? Ma heta kengê ez tûşê vê qederê bibim, dibê îlleh ez xwedatiya xwe nîşanê wan bidim?”
Dîsa jinek ku min wê afirandiye li hember xwadatiya min serî rakir. Wek haya wê ji bêbextiya wê tunebe, wek haya wê ji birînên ku min di laşê wê de vekiribe tune be, xwest xwe ji afirînerê xwe xilas bike. Ka jinek ku min wek model ji polyesterê çêkirî ye, bikaribe here kuderê? Ku ez afirînerê wê me nikarim ji qedera xwe birevim, ewê bi ku de here. Erê rast e, xweda ji evdê xwe berpirsiyar e lê heta kengê ev fetlanok berdewam be?
Min wê afirand ji tunebûnê. Ne ji xwînê, ne ji xuliyê ne jî ji hestiyê pasûyê pişta mêreke, min wî ji tunebûnê, bi xwîdana destê xwe afirand. Bi kifika mêjiyê xwe min ew danî erasa meydanê. Hew dilopek bû di bêbinûbûna behra min de. Min navek lê nekir, ji xwe min nav li tu jinên xwe nekirî ye.
Bi şev û rojan min wê ediland. Min serê xwe da ser singa wêya wek kêla gora şêxek ku tu daxwazan nayne cih. Di serî de min noqa wê çêkir, zirav qasê bihust û nîvek. Fireh û bê şemal hat ji min re, min wê nîvê pixurand. Her ku çû şemala wê xweşiktir bû. Ji noqa wê daketim ser singa wê, bi her deh tiliyên xwe min ew mizdan. Ne mezin ne jî biçûk. Ser memikên wê wek zeytûnek reş li ber tava havînê mabe du sê qelş tê de vekir. Helqeyek qehweyî da derdora sîsika singa wê. Her ku jê dimijiyam rep dibû, wek devê birînek qalik girtibe heşk dibû. Du çavên qasê xewnên min bedew, du birhên qasê xewnên min reş li nav rûyê wê danî. Ji qoqa serê wê heta nava ranê wî min da çargaviya. Dest û pêçikên qitî qitî min li laşê wê zêde kir. Her ku diçû diedilî, dibû jinek ji wan jinên di xewna min de. Wek kirtanek li ser hêkên xwe raweste min bi hurgulî xeritand. Ne zêde ne jî kêm.
Ma çîrokek ji jinek wiha xweş hatî afirandin re kêm dimîne. Min rîsk girt û ku ji şeva ripî reş daket nav ronahiya jiyana min, min wê li ber xist. Min pê da bawerkirin ku em ji zarokatiyê ve ji hev hez dikin û ev du sal e em bi hev re zewicî ne. Deng nekir li hember xwedayê xwe. Belkî jî xweşa wê çî ev çîrok. Bi ken û girî, bi hezkirin û derewan derbas dibû jiyan û zewaca me.
Her ku diçû xwe li hember karê min tûj dikir, bi bahanek mijarê dihanî ser îş û xebata min. Nedixwest ez êdî ji polyestera di rengê laşê mirovan de ye peykerên li pişta vîtrînên dikanan çêbikim. Deme fêm dikir nikare min ji karê min sar bike û veqetîne dikir qîreqîr û dikişiya odeya xwe. Heta ber destê sibê qîra wê di nava mala dê olan dida.
Gote min: “Tu bi çêkirina peykeran ji xwe diçî, ez naxwazim tu êdî vê karê gemarî berdewam bikî.” Wisa bi hêrs hevokên xwe li pey hev rêz dikir, hê xilas nekiribû bêhna wê diçikiya. “Em ji bo te karek din bibînin” Serê xwe ber bi jor rakir û wek bi lavayî bibêje; qebûl bike vê daxwaza min, sebr û deyaxa min nemaye ji jinên dikevin xewnên te, ji jinên bi destê te dipalin ser maseya xebata te.
Dîsa piştî ji hev xeyîdandinek ez hefteyek neçûm malê. Ketim kozika xwe ya xebatê hew di wir de mam. Tu deng ji wê jî derneket. Piştî hefteyek ku min qerqodeya peykerek qedandibû û ez li ser rengê çermê wê difikirîm, ji nişka ve ew ji derî de ket hûndir. Wek pisîkek xwe li nigê xwediyê xwe bigerîne li devûdora min çû û hat. Bi ser lênûskên min de xwe tewand. Firnikên pozê wê jî ji bêhn girtina wê ya kûr fire dibûn. Di destê wê de jî destmala ku min dema wê afirandibû dabûyê hebû. Çavên xwe yên mezin kil kiribû. Cilek wek lêvên xwe yên sor li xwe kiribû. Em tu tişt neaxivîn, ne peyvek ne tîpek. Bê keser kişandinên wê tu deng ji me dernediket. Fêm kir ku ezê dev ji karê xwe bernedim. Du sê gavan ber bi derî ve meşiya û ber bi min de zivirî. Awirên xwe berda nava rûyê min. Çavên min jixweber çûn ser lêvên wê. Li bendê mam. Li benda hevokek ji devê wê birije. Ricifînek li lêvên wê qesidî, hew mabû ku hevoka ji nav diranê wê yê navbera wan fire de bi dil û gurçikê wê bipekiya. Cardin serê xwe rakir. Bi dengek nîvkenî, tinazkarî dengek ji devê xwe wirwirand.
Gote min: “Tu dizanî anha çawa hîs dikim xwedayê min, wek wî mêrikê ku di destpêka strana Ali
Azimi ya bi navê Pirshdaramad bêhneke kur dikşîne, wek ku dixwaze bi wê bîhna xwe ya kûr bimire.
Yaa xwedayo, te çend caran bêhneke wisa kur kişand.
Sekinî qasê dirêjiya bêhnkişandinek kûr û berdewam kir,
by Amedeo Modigliani |
“Ez ji te re rastiyê bibêjim. Tu xweda nîn î!”
Ji derî derket û çû. Min dizanibû ev çûyîna wê ya dawî ye. Li ber wê ketim an li ber keda xwe ya salan ketim nizanim.
Ji çavika dolabê qeydên ku jinên min afirandibû nivisandibû derxist. Ne zêde bûn. Yek bi yek agahiyên min li ser wan nivisandibû xwend. Hatim rêza 17’an. Erê ew bi xwe bû, di rêzika 17’an de hatibû qeydkirin. Bi qelemek kesk û serî qasê derziyê zirav. Min li dema afirandina wê nihêrî; 27 Adar 2013. Ji sê salan zêdetir bû ku min wê çêkiribû. Rengê çermê wê: genimî. Çend agahiyên teknîkê vir de wêde. Û têbinîkî di dawiya pelê de hatibû qeydkirin. Dîroka bidawî hatina emrê peykerê; 17 Berfanbar 2023. Dê ewê di nava çend salan de biberite, canê wê ji polyesterê çêbûye ji hev biçe. “Mil û destê” wê jê bikevin û wê bigrin bavêjin quncekî.
14.05.2016
“Tu xweda nîn î”
Reviewed by xewname
on
Ocak 23, 2017
Rating: 5
Ez dixwazim ji te re kulîlkek bikirim.
-Ez dixwazim ji te re kulîlkek bikirim.
Xwe di ser min de xwar kir û bêyî ku destê min berde cara
duyem ji min re heman gotinê got; “Ez dixwazim ji te re kulîlkek bikirim.”
Zivistan bû, kîloya balîcana gihabû 6 milyonan. Em li ber deriyê
Carrefoursa’yê rawestiyabûn. Li hêlek derî fêkî û hêşînayî hebû lê hêla din jî
li ser texteyên qasê mêtroyek bilind çend kulîlkên cihê hatibûn rêzkirin. Ji
xwe ez bêdilî ketibûm marketê, bi lez û bez min dixwest xwe bigihînim malê. Ku me
li kasayê pereyê tiştikan da û me tûrikê xwe tije kir. Em bi ber derî ve
meşiyan. Bi vebûna derî re hewaya sar ya Stenbolê ket nava hinavê me. Hêdîka
pêçîkên xwe yên nazenîn berda nav destê min û bi zeft girt, wek em ketibin nav
talûkeyek. Kêlî ew kêlîbû ku em ji derî derkevin û herin malê, li ber sobeya
daran kêfa Gurê Manco bikin lê bi dîtina kulîlkan bi careke ji cihê xwe
veciniqî. Min bi ber wan de kaş kir.
Min êdî nikaribû xwe li keriyê daniya. Cara duyem bû ku got “Ez
dixwazim ji te re kulîlkek bikirim.”
Bêyî gotineke bibêjim me li kulîkên meyzand. Orkîdeyên bi
çeqlên zirav ve girêdayî û ber bi jor bilind bûne û simbilên ku hê kulîlk
venedane. Min bi serê çav lê nihêrî, orkîde qasê barê kerê buha bû, wê jî firq
kir û destê xwe dirêjî simbilan kir. Ji nav wan ya herî baş girt û em cardin
vegeriyan marketê.
Min dizanibû ku ezê nikaribim li kulîlka kiriye xwedî
derkevim. Xwedayê mezin jî bi çingîniya ewran heq dida min.
Her çiqas simbila hê kulîlk venedaye hevşabûna me dereng
xistibe jî min danî pêşiya pirtûkên xwe yên kurdî ku hevaleke min qasê sêsid
heban beriya ji Stenbolê bar bike diyariyê min kiribû û li rûpela pêşî û li
rûpela dawî navê xwe nivisandibû danî. Ji metbaxê tebaxek anî û danî binê
guldangê.
Xwedayê mezin min rûreş dernexist. Qasê hefteyek piştî ku ji
min simbil kirî bênavber baran barî. Hefteyek dipîdirêj li ber pirtûkan ma û bi
tu awayî rûyê tavê nedît. Çend roj ewr vebûn û tavê rûyê xwe nîşan da û kulîlka
me geş bû, şax veda. Serê gulyên wî teqiyan û kulîlkên helesor serê xwe dirêj
kirin derve. Hê min û kulîlk xwe nedîtibû cardin baran û berf û bagerek sar li
me qesilî.
Di şeveke sar û bi berf de min simbila hê teze bi ser xwe de
hatibû li derve bîra kir û qasê çend rojan di bin berfê de ma. Min dîsa
nevavêt, danî ber serê xwe.
Her ku min lê dinihêrî diketim nav xeyalek. “Keçek xama di
sibeheke roja lehtê de di destê wê de kulîlkek ber bi mala xoşewîstê xwe de
dimeşe. Wek Mathildayê dixwiyê. Wek malzemeyê taştê kirîbe kulîlka di destê xwe
de dirêjê kurik dike. Sifreya taştê amade dikin. Kurik nizane kulîlkê çi bike,
yekem car e ji kesek kulîlk distîne him jî bi guldankê. Wî jî datîne ser
sifreyê, dixe navbera peynêr û rîçala ji gund jê re şandine. Kurik serê çetela
xwe li xweliya guldangê dixe, keçik hew dikene.”
Ez dixwazim ji te re kulîlkek bikirim.
Reviewed by xewname
on
Ocak 13, 2017
Rating: 5
Sînemaya kurdî ji asta destpêkê derbas bû
Her ku diçe li çar perçeyên Kurdistanê karên sînemayê pêş
dikeve û di qadên navnetewî de derhênerên kurd xelatên giranbuha distînin.
Ligel van pêşketinan di navbera sînamegerên kurd de astengiya hevnasîn û
pêwendiyê heye. Ji ber ku sazîkî hemû sînemageran bigîhîne hev nîn e ev astengî
berdewam e. Derhênerê Rojhelatê Kurdistanê Celal Saedpanah yek ji wan derhênera
ye ku fîlmên serkeftî kişandiye lê zêde nayê zanîn. Saedpanah herî dawî bi
fîlma xwe ya Reş û Spî beşdarî Festîvala Fîlmên Stenbolê bû û em jî bi wî re li
ser sînemayê axivîn.
Jiyanek di nav
sînemayê de
Saedpanah, bi dehan derhênerê navdar yê Îranî re kar dike û
di piraniya fîlmên wan de karê alîkariya derhêneriyê de cîh digre. Serkeftina
derhêneriya wî jî ji van xebatên wî yê cûr bi cûr tê. Ew jî bi xwe destnîşan
dike ku van projeyên ewî tê de cîg girtiye ji bo wî bûye dibistanek sînemayê.
Saedpanah dibê ku derfet bibînim ez ê fîlmek dirêj jî bikşînim lê her wisa
kurtefîlmên xwe jî berdewam bikim. Saedpanah derbarê fîlmên xwe yê heta niha
kişandiye de waha dibêje: “ ‘Serîlêdan’ (mulaqat) fîlma min kurt a yekemîn e. ‘Televîzyon
di xeyal de’ fîlma duyemîn e û ew jî kurt e. Ev fîlm ji hin serpêhatiyê zarokek
ku dixwaze televîzyon temaşe bike pêk tê. Belem li gund televîzyon nîn e û ji
bo vê xwasteka xwe bi cîh bîne hewl dide. Ya sêyemîn ‘Dengê Sazê’ ye. Ev fîlm
jî li ser binesaziya muzîkê li Rojhilatê Kurdistanê, madeyên hişbir û têkiliya
wî bi muzîkê re ye. Piştî wî min fîlmek li ser kîmyabarana Helepçe çêkir. Ev
fîlm di sala 2008’an de hat kişandin û navê wî jî ‘Kesî hez nakin’ bû. Ef fîlm
li ser keraseta piştî kîmyabarana li Helepçe û guherîna jiyanê, xem û kulên
şêniyên wir dide ser perdê. Dû re bi navê ‘Dengê Baran’ê di 2011’an de kurtefîlmek
din kişand. Ev fîlm teybettir bû li gor fîlmên min yên din û gelek bi nav û
deng bû. Dikarim bibêjim ku zêdetir înternesionaltir bû û di gelek festîvalan
de xelat vergirt. Fîlma dawî ya min di 2014’an de kişand bi navê ‘Reş û Spî’ Ev
berhema Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê şaxa Duhokê bû.” Fîlma Reş û
Spî li Duhokê beşdarî festîvalê bû û xelata baştirîn fîlma Enstîtuya Goethe
stend. Li festîvala Esfehanê baştirîn xeleta Mindalan ya Baştirîn Derhêneriyê
vergirt. Li Ermenîstanê xelata fîlma baştirîn bi wate girt. Li festîvala
Dramayê Yenanîstanê baştirîn fîlm hat hilbijartin. Li Festîvala Navnetwî ya
Bangkokê ket dereceyê û niha jî beşdarê çend festîvalên din bibe.
Li Îranê sînemageriya kurdan cîhek girîng digre
Wek ku tê zanîn di van çend
salên dawî de sînemaya Îranê li hemû cîhanê navdartir bûye û gelek jê tê
behskirin, Saedpanah vê bi kevnbûna dîroka sînemaya Îranê ve girê dide û
dibê ku bi teybetî din av sînemay Îranê de derhênerên kurd balê dikşînin. Saedpanah:
“ Behmen Qubadî, Şahram Elîdî, Cemîl Rustemî, Salim Salawatî û bi dehan kesên
din li dinyayê xelatan vergirtin. Meriv dikare bibêje ku derhênerê Îranê jî li
gor xwe xwemalbûn, wek Angelopoulos, Emir Kusturica teybetiyê wan yê kesane hebû.” Saedpanah,
dibê ku her çiqas li Îranê kurd di warê sînemayê de bi bandor bin jî pêşî li
wan tê girtin. Saedpanah: “Her dem pêşiya sînemaya kurd li Îranê tê girtin.
Mesela fîlma min li bajarê Esfahanê xelat vergirt lê destûr nedan ku li cîhên
din bê nîşandayîn. Heman tişt têne serê derhênerên din jî.”
Wek kut ê zanîn ji şert û mercên diyar piraniya sînemagerên
kurd û temaşevan hev nas nakin û ji hev bê hay in. Her çiqas li her perçê
Kurdistanê derhênerên serkeftî hebin jî derfet nabînin ku ji hêla perçeyên din
bên nasîn. Li ser pirsa me ya sînemaya Bakur çawa dibîne Saedpanah, dibê ku li
bakur fîlmên serkeftî tên çêkirin. Saedpanah: “Min li festîvalên Başûr derfet
dît ku sînemaya Bakur nas bikim. Ez dikarim bibêjim ku serkeftîne. Helbet kesek
wek Yılmaz Güney li Bakur derketiye û divê asta ewî bilind kiriye bê parastin.
Di fîlm kişandina min de jî bandora Yılmaz Güney hebû. Li bajarê Sînê min fîlmê
wî temaşe kiribû. Bi rastî ji bo kurda cîhê şanaziyê ye, ji ber ku di salên
berê de kurdek fîlmê wiha bi qalîte saz kiriye.”
Destpêkirina kurdan
di sînemayê de bi awayek serkeftî bû
Li ser sînemya li Başûr tê çêkirin jî Saedpanah dibê ku, di
demek kin de behremên deng bidin were kişandin û vêya jî bi şanoyê ve girê
dide: “Li Başûr jî dîroka sînemayê kevn e ji ber ku li Başûr dîroka şanoyê jî
kevne. Herdû beş bandor li hev dikin û hebûna şanoyê dibe sedem ku sînema jî di
warê çavkanî, teknîk û lîstikvaniyê de ji xwe re bingehek bibîne. Lê bi taybetî
piştî deh salan ku rêveberî bi tevayî ket destê kurdan pêşketinenik berbiçav
çêbû. Teybetîkî derhênerê Başûr heye ku zor di tesîrê karasatê li ser kurdan
hatine kirin de mane. Piraniya wan li derve dijîn û di bin bandora sînemaya
welatê ku lê dijîn de mane. Di hin aliyan de em dikarin bibêjin ku ev bandorek
baş jî kiriye.”
Saedpanah destnîşan dike ku, sînemay kurdî di dema xwe ya
destpêkirinê de ye û destpêka wî jî ne yê wek gelên din, bi awayek serkeftî
dest pê kiriye. Sedema wî jî bi nebûna karê sînemayê yê bi salan ve girê dide.
Saedpanah binê wî xêz dike ku têgeha sînemaya kurdî di hêşê mirovan de
rûniştiye tenê karê maye tîjekirina hundirê wî ye.
Celal Saedpanah kî ye? Celal Saedpanah Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sîne(Senedaj) di sala 1966’an de tê dinê. Di salên 1990’î de dest bi xebatên sinemayê dike. Di serî de şanogerî dike û ev karê şanogeriyê du sal berdewam dike û di heman demê de ji beşa şanogeriyê destûrname verdigre. Di serî de bo kurtefîlmek Behman Qubadî lîstikvaniyê dike û diçe mala sînemayê li Sîne. Ev der bo fêrkirina derhêneriyê, fotoğraf û lîstikvaniyê hatî vekirin û ew jî karê xwe li wir didomîne. Di sala 1993’an de di beşa Sînamegerên Ciwan de destûrnameya sînemayê verdigre. Piştî wî li Mala Sînemaya Îranê kar dike. Di piraniya fîlmên derhênerê Îranê de wek asîstanê derhêner kar dike. Di fîlmên Behman Qubadî yê Nîvê Heyvê û Kusî jî Dikarin Bifirin de wek alîkarê derhêner kar dike.
Sînemaya kurdî ji asta destpêkê derbas bû
Reviewed by xewname
on
Aralık 25, 2016
Rating: 5
Rûdan; bi çîrokan em cihêrengiya xwe didin der
Sîmir Rûdan di sala 1981’an de li Cizîrê ji dayik dibe. Zarokatiya xwe li
vir, li ber Çemê Diclê derbas dike û dibistana navîn li Mêrdînê dixwîne. Sala 1999’ an di Zanîngeha Hacettepê
de ji bo perwerdehiya felsefê derbasê Enqerê dibe. Bi çûyîna Enqerê derdorek nû
nas dike û dikeve pey xwastekên dilê xwe û dest bi lêxistina baxlamayê dike.
Dûre berê xwe dide muzîka biyanî û formên wê yên mîna rock û mêhla xwe da ser
gîtarê. Sala 2002’ an
di Koroya J.S Bach de ji bo demekê stranbêjiya aryayan dike. Ev koro girêdayê
Beşa Hûnerên Xweşik ya Zanîngeha Enqereyê bû. Piştî zanîngehê jî karê
fairandina muzîkî didomîne. Di havîna 20013’an de ji Ütopya Muzikê albûma xwe
ya yekem bi navê ‘bi çîrokî’ derêxist.
Hûn dikarin
behsa pêvajoya derxistina albûma “bi çîrokî”yê bikin. Çi da we, çi ji we stand?
Derxistina Bi Çîrokiyê ji bo min wek serpêhatiyek
mezin bû. Bêşik di vê xebatê de keda gelek dostan heye. Jixwe li ser qepaxa
albûmê min ew yeko yeko hatî nîşan dayîn. Ji bo albûmê gelek westandin çêbûn. Westandinên
xweş em bêjin. Bi
tenê ji bo peydakirina prodûksiyonekê di navbera Stenbol û Cizîrê de çar pênc caran
çûm û hatime. Di dawiyê de bi Ayhan Orhuntaş re, ku xwediyê Utopya Müzikê ye, bûm
nas û me peyman danî. Bi Çîrokî tecrûbeya min ya yekem e lê dîsa jî di çekirina
wê de, ez di gelek astan de şixulîm. Em bêjin ji xeynî gotin û muzîkan, aranjeyên
stranan jî min çêkirine. Di stûdyoyê de, ji bilî pişt vokalan, di gelek deran
de min gîtar û klavye lêdaye. Ji ber ku xebatkarên Ütopya Muzikê bi kurdî
nedizanibûn, barê edîtkirina vokal û pişt vokalan jî mabû li ser pişta min.
Weki din bi saya Bi Çîrokiyê ez bi zimanê kurdî re bêtir eleqedar bûm, da ku ez
bikarim ji muzîkan re gotinên levhatî pêk bînim û xwe çêtir îfade bikim. Îro em
zimanê xwe bi îmkanê xwe hîn dibin mixabin.
Di muzîka we de form, awaz û enstrûmanên muzîka
rojavayî ên mîna rock, country, pop û hwd hene. Hûn dikarin ji bo tarza xwe çi
bibêjin?
Mirov çi bixwe wê diguvirîne û ew tişt li ser mirov tesîr dike. Kêfa min
ji muzîkên rojavayî re tê, bêtir ez guhdariya wan dikim. Di albûma Bi Çîrokiyê
de wekî te gotî ne bi tenê formek yê rojavayî heye. Ji ber vê ez nikarin bêjin
bi sedî sed terza min ev e lê belê tişta xuya dike ew e ku di albûma Bi Çîrokiyê
de sounda rockê li gorî wan şêwazên din bêtir cîh girtiye. Giraniya rockê bêtir
e lê dîsa jî ji dilê min nayê ku ez xwe kategorîze bikim, bêjim ez rockvan im.
Ne ew qas jî. Ez ji vê axê me, ji stranên me yên gelerî jî gelek hez dikim û wan
dibêjim jî. Ji aliyekê din ve xwe miletiyek yê dinyayê jî dibînim. Duxwazim bi
awayekî gerdûnî jî bistirim.
Ku meriv li
stranên te dinêre, bi gelemperî di hindirê xwe de çîrokekê dihewînin, wek
dengbêjiyek modern –ku ew jî çîrokan dibêjin- Tu dikarî li ser vê çi bibêjî?
Carinan ez ji xwe vê pirsê dikim: “Çima çîrok li me xweş tên?”. Bawerim
di nav zehmetiyên jiyanê de bêhna me mirovan carinan hingî teng dibe bi çîrokan
em xwe ji bîr ve dikin. Bi guhdarkirina wan em ji giraniya dinê hinekê dûr
dikevin. Muzîk jî welê ye, bi wê em rihet dibin. Lê di destpêkê de min biryarek
wisa ne daye, min negotiye ka ez ê gotinên xwe yên stranan bi awayekî çîrokî
binivîsim. Ev taybetiya gotinan min jî di dawiyê de ferq kir. Me jî got bila
navê albûmê Bi Çîrokî be. Di çanda dengbêjiyê de jî bi çîrokîtî heye rast e. Heta
dengbêj gelek caran qala tiştên ku rastî yan ku çêbûyîn jî dikin.
Li ser muzîka
kurdî şîroveyên "xitimandinê", "xwe dubare kirinê" tê
kirin, hûn rewşa muzîka kurdî ya niha bi êrînî û neyîniyê wî çawa dibînî?
Di muzîka kurdî de ez xitimandinê nabînim. Kêm zêde şewazên nû derdikevin
ez dibînim. Lê dibe ku kurdan ji bêderfetî û ji bêxwedîtiyê bi xwe re nedîtibin.
Ji kîjan miletî be ferq nake, heger mirovek ji mafên xwe yên bingehîn mehrûm be
dê zehmet bikaribe hûnerek pak biafirîne. Ew mirovên ku di navbera hebûn û
nebûnê de tên û diçin dê çawa bikarin ji xwe û jiyana xwe tiştekî fêm bikin û ji
me re jî bêjin? Dive pêşiyê asas hebe da ku tebeqe jî xwe li ser bigirin.
Di van demên
dawî de hin bûyerên siyasî ket rojeva Kurdistanê (wek Rojava, Başûrê Kurdistanê
û pêvajoya Bakur) Hûn vana bûyeran çawa dibînin?
Piştî Şengalê ev demek dirêj e Kobanê berxwe dide. Ji vê yekê em di nava
endîşeyekê de ne. Rewşa bakûrê jî giradahiyê Kobanê ye. Ji ber vê yekê bakûr jî
carinan dikeve di rewşek krîtîk de. Hêvîdar im ku hê mirin zêdetir çênebûyîn ev
şer biqede. Rojhilata Navîn jixwe her û her tevlihev e. Tu dibêjî qey leystoka setrencê
ye. “însan” di hişkîtiya mezhep û nijadperestiyan de wenda bûye. Ji ber xwe û
menfaetên xwe yên hûrik mirov şaş bûye. Nizane çi dike. Yê dikuje jî ew e yê
dimire jî… Çawa ji notayên levhatî stranên xweş çêdibin, gerek mirov jî di nav
ciwakan de bi awayekî demokratîk hev qebûl bikin. Heger me mirovan biwêriya
nêzikê hev bibin wî çaxî meyê hev fêm jî bikira. Me hev fêm bikira meyê bidîta…
Netewe, ol û zimanên me, rengên me çi jî bin ferqa me ji hev nîn in, ew qas!
Piştî albûma "Bi Çîrokî" di pêşerojê de hûnê çi xebatan
bikin?
Ji bo Bi Çîrokiyê ez bawerim hê jî
danasînek baş çênebûye. Em bêjin kum e hê klîbek jî nekişandiye. Lê hêdî hêdî dibê
çêbe. Ji bo albûmek din berhem hêdî hêdî dikevin ser hev. Di seberojê de dibe ku ez hinek formên din
biceribînim. Em bêjin sounda Bi Çîrokiyê gelek rojavayî çêbû. Dibe ku albûmek
din de ez şêwazên din jî bi kar bînim. Ji bo muzîkên filîman teklîf tên, di
siberojê de dibe ku xebatên min yên bi vî rengî jî çêbin. Weki din helbestvanêk
yê kurdan heye, Bro Omerî. Dê hin
muzîkjenên kurdan ji helbestên wî re stranan çêkin. Ez jî di vê projeyê de me.
Rûdan; bi çîrokan em cihêrengiya xwe didin der
Reviewed by xewname
on
Aralık 22, 2016
Rating: 5
Kaydol:
Kayıtlar
(
Atom
)