“Tu xweda nîn î”

Jacques and Berthe Lipchitz
by Amedeo Modigliani
“Ji bona xwedê çima ev jin li min waha dikin? Ma heta kengê ez tûşê vê qederê bibim, dibê îlleh ez xwedatiya xwe nîşanê wan bidim?”
Dîsa jinek ku min wê afirandiye li hember xwadatiya min serî rakir. Wek haya wê ji bêbextiya wê tunebe, wek haya wê ji birînên ku min di laşê wê de vekiribe tune be, xwest xwe ji afirînerê xwe xilas bike. Ka jinek ku min wek model ji polyesterê çêkirî ye, bikaribe here kuderê? Ku ez afirînerê wê me nikarim ji qedera xwe birevim, ewê bi ku de here. Erê rast e, xweda ji evdê xwe berpirsiyar e lê heta kengê ev fetlanok berdewam be? 
Min wê afirand ji tunebûnê. Ne ji xwînê, ne ji xuliyê ne jî ji hestiyê pasûyê pişta mêreke, min wî ji tunebûnê, bi xwîdana destê xwe afirand. Bi kifika mêjiyê xwe min ew danî erasa meydanê. Hew dilopek bû di bêbinûbûna behra min de. Min navek lê nekir, ji xwe min nav li tu jinên xwe nekirî ye. 
Bi şev û rojan min wê ediland. Min serê xwe da ser singa wêya wek kêla gora şêxek ku tu daxwazan nayne cih. Di serî de min noqa wê çêkir, zirav qasê bihust û nîvek. Fireh û bê şemal hat ji min re, min wê nîvê pixurand. Her ku çû şemala wê xweşiktir bû. Ji noqa wê daketim ser singa wê, bi her deh tiliyên xwe min ew mizdan.  Ne mezin ne jî biçûk. Ser memikên wê wek zeytûnek reş li ber tava havînê mabe du sê qelş tê de vekir. Helqeyek qehweyî da derdora sîsika singa wê. Her ku jê dimijiyam rep dibû, wek devê birînek qalik girtibe heşk dibû. Du çavên qasê xewnên min bedew, du birhên qasê xewnên min reş li nav rûyê wê danî. Ji qoqa serê wê heta nava ranê wî min da çargaviya. Dest û pêçikên qitî qitî min li laşê wê zêde kir. Her ku diçû diedilî, dibû jinek ji wan jinên di xewna min de. Wek kirtanek li ser hêkên xwe raweste min bi hurgulî xeritand. Ne zêde ne jî kêm.
Ma çîrokek ji jinek wiha xweş hatî afirandin re kêm dimîne. Min rîsk girt û ku ji şeva ripî reş daket nav ronahiya jiyana min, min wê li ber xist. Min pê da bawerkirin ku em ji zarokatiyê ve ji hev hez dikin û ev du sal e em bi hev re zewicî ne. Deng nekir li hember xwedayê xwe. Belkî jî xweşa wê çî ev çîrok. Bi ken û girî, bi hezkirin û derewan derbas dibû jiyan û zewaca me.
Her ku diçû xwe li hember karê min tûj dikir, bi bahanek mijarê dihanî ser îş û xebata min. Nedixwest ez êdî ji polyestera di rengê laşê mirovan de ye peykerên li pişta vîtrînên dikanan çêbikim. Deme fêm dikir nikare min ji karê min sar bike û veqetîne dikir qîreqîr û dikişiya odeya xwe. Heta ber destê sibê qîra wê di nava mala dê olan dida.
Gote min: “Tu bi çêkirina peykeran ji xwe diçî, ez naxwazim tu êdî vê karê gemarî berdewam bikî.” Wisa bi hêrs hevokên xwe li pey hev rêz dikir, hê xilas nekiribû bêhna wê diçikiya. “Em ji bo te karek din bibînin” Serê xwe ber bi jor rakir û wek bi lavayî bibêje; qebûl bike vê daxwaza min, sebr û deyaxa min nemaye ji jinên dikevin xewnên te, ji jinên bi destê te dipalin ser maseya xebata te.
Dîsa piştî ji hev xeyîdandinek ez hefteyek neçûm malê. Ketim kozika xwe ya xebatê hew di wir de mam. Tu deng ji wê jî derneket. Piştî hefteyek ku min qerqodeya peykerek qedandibû û ez li ser rengê çermê wê difikirîm, ji nişka ve ew ji derî de ket hûndir. Wek pisîkek xwe li nigê xwediyê xwe bigerîne li devûdora min çû û hat. Bi ser lênûskên min de xwe tewand. Firnikên pozê wê jî ji bêhn girtina wê ya kûr fire dibûn. Di destê wê de jî destmala ku min dema wê afirandibû dabûyê hebû. Çavên xwe yên mezin kil kiribû. Cilek wek lêvên xwe yên sor li xwe kiribû. Em tu tişt neaxivîn, ne peyvek ne tîpek. Bê keser kişandinên wê tu deng ji me dernediket. Fêm kir ku ezê dev ji karê xwe bernedim. Du sê gavan ber bi derî ve meşiya û ber bi min de zivirî. Awirên xwe berda nava rûyê min. Çavên min jixweber çûn ser lêvên wê. Li bendê mam. Li benda hevokek ji devê wê birije. Ricifînek li lêvên wê qesidî, hew mabû ku hevoka ji nav diranê wê yê navbera wan fire de bi dil û gurçikê wê bipekiya. Cardin serê xwe rakir. Bi dengek nîvkenî, tinazkarî dengek ji devê xwe wirwirand.
Gote min: “Tu dizanî anha çawa hîs dikim xwedayê min, wek wî mêrikê ku di destpêka strana Ali
Azimi ya bi navê Pirshdaramad bêhneke kur dikşîne, wek ku dixwaze bi wê bîhna xwe ya kûr bimire.
Yaa xwedayo, te çend caran bêhneke wisa kur kişand.
Sekinî qasê dirêjiya bêhnkişandinek kûr û berdewam kir,

by Amedeo Modigliani
“Ez ji te re rastiyê bibêjim. Tu xweda nîn î!”
Ji derî derket û çû. Min dizanibû ev çûyîna wê ya dawî ye. Li ber wê ketim an li ber keda xwe ya salan ketim nizanim.
Ji çavika dolabê qeydên ku jinên min afirandibû nivisandibû derxist. Ne zêde bûn. Yek bi yek agahiyên min li ser wan nivisandibû xwend. Hatim rêza 17’an. Erê ew bi xwe bû, di rêzika 17’an de hatibû qeydkirin. Bi qelemek kesk û serî qasê derziyê zirav. Min li dema afirandina wê nihêrî; 27 Adar 2013. Ji sê salan zêdetir bû ku min wê çêkiribû. Rengê çermê wê: genimî. Çend agahiyên teknîkê vir de wêde. Û têbinîkî di dawiya pelê de hatibû qeydkirin. Dîroka bidawî hatina emrê peykerê; 17 Berfanbar 2023. Dê ewê di nava çend salan de biberite, canê wê ji polyesterê çêbûye ji hev biçe. “Mil û destê” wê jê bikevin û wê bigrin bavêjin quncekî.
14.05.2016

1 yorum:

Blogger tarafından desteklenmektedir.