Şêrleşker Şvayk û çîrokên wî yên em jê kêf distînin.
Piştî ku romana “The Good Soldier Şvejk” qediya, her çîrokek lehengê romanê Şvayk, ku di nav hev de bûn di hişê min de dikirin vizeviz. Şveykê ku beriya Şerê Yekem a Cîhanê li Pragê kûçikên beredeyî wek ên bi esl û nesl difrot, di 1914’an de bi kuştina biraziyê Împaratorê Awusturyayê Arşîduk Franz Ferdinand û jina wî ji...