Rêwîtiya kevireke sûrên Diyarbekirê!
Telefon dike zingînî. Mêreke porsibî hêdîka destê xwe dirêjê bêrîka xwe dike û telefona xwe ber bi çavên xwe ve tîne. Çend saniyeya hewl dide nav bixwîne. Noqteya kesk ber bi jor de kaş dike. Nabe. Cardin dike û telefonê dide ber gohê xwe: * Elo - ... * Ez baş im. - ... * Erê, li Diyarbekir...