xewname etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
xewname etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

şermokî û lerizîna maça yekem ji min re mîras ma

tîbûna perperokê du.yanzde.2017/Stenbol * Tu ji min acis bû got kurik di yekem hevdîtina wan de. Keçikê got; îşev her tişt xweş e lê niza'm belkî sibê li ezman ewrê reş tije be an jî maşîneya me di rê de xira bibe. * Tekane wênekêşê navçeyê li malbata hember kamerayê nihêrî  û ji alîkarê xweyê piçûk re wiha...

Axaftina lehengên ji romaneke li ber xilasbûnê

-  Ez êdî westiyam ji fêmkirina her tiştî. Nivîskar qudreteke wisa daye min ku bi her tiştê dizanim, wek xocê xizir xwe digihînim her kesên di tengayiyê de. Ji her nehiniyên pêşiya min haydar im, tu macerayeke jî nakeve para min, got lehenga sereke yê romana nivîskarê niha di xewê de ye. Pêlavên xwe derxist û xwe li...

Post-truth

"Post-truth" a meriv dikare wek "ji rastiyê wêdetir / piştê rastiyê" bi kurdî bibêje, par (2016) ji hêla ferhenga Oxfordê ve peyva salê hatibû hilbijartin. Di roja îro de ku gelek tişt ji ser vegotinê şikil digre, xwûya ye wê her peyveke li ber çav be. Di meneya qewimîna piştî bûyereke nîn e berowajiyê wê ger bi peyvek re...

"Ez ji ku dest bi helbestê bikim di dawiyê de têm li payîzê disekinim"

Di demsalek sipî de dema em bi trênê derbasê Qersê bibûn, ji wir jî em li Wanê bibûn mêvanê Yehya. Çend rojan ji me re mazûvanî kiribû. Di biharek de min pirtûka wî Anatomiya Demsalên Zer nas kiribû û her wisa jî jê hez kiribû. Di şevên sar ên zivistanê de em li ser her tiştê axivîbûn her...

Jinek û du mêr

Sê kes. Jinek û du mêr. Ji sisêyan dudu hezkiriyên hev in. Her sê li piya ne. Jinik ewwil silav dide kesê biyanî, ji devê wî maçî dike. Girêza devê wê li ser lêvên mêrik dialiqe. Hezkiriyê jinikê bi kumreşî xwe dirêjî mêrik dike û girêza hezkiriya wî li lêvê mêrik gerandiye dialêse. Jinik paşê silav dide hezkiriyê...

Çaryek ji emir şûn de

3 roj berê çaryek ji emir derbas bû, bê xatir, bê deng û bê hes. Ku ve çû ez jî nizanim. Yekem car ji min re paste hat stendin, yekem car kulîlk ji bo min hat şandin û yekem car ez pê hesiyam ku emir derbas bû bêyî ku vegere. Na ez wek helbestvan nabêjim 'poşman im ji...

Niviskarek û kêfxweşiya vexwarina qehweyê

By @daria_solak_illustrations Demên herî xweş ên rojê hêdî hêdî xwe berdidan nava ofîsa psîkologê ku li benda girtinê bû. Dil dikir ku ofîsê xwe bigire û di rêya herî bêdeng a bajêr de here mala xwe. Hew nexweşê wî yê dawiyê mabû ku îro randewuya wî pêre hebû. Di dilê xwe de digot, xwezî neheta û ez jî biçûma....

Qedera 'Qetran'î; Bejna Helepçê Tazî Nehêlin

Helbestek din ya Dost Çiyayî ku di tekane pirtûka wî Qetran (Avesta, 2005) de cîh negirtî ye. Helbest di 3. hejmara kovara Amida ya di Adara 1998an de derketî ye de hatî weşandin. Wergera helbestê ji hêla Ayfer Özmen ve hatî kirin û li teniştê cih digire. Hinek dişibe helbesta Çiyayî ya bi navê "av xeyîdî / helepçe",...

kêliyên herî xweş ên rojê

Telefon li ser masê... Zingezinga wê ye... Destê kurik yê biharê dixe bîra meriv ji nav zivistana di çîrokan de dihat behskirin dirêj dibê... Bêyî ku kêlî pê bihese boyaxa dîwar ya ji ber kifik û tênê nepixiye ket ser kompîtira vekirî ya li kêleka qedeha şerabê... Baya ji nav qelşên dîwar diket odeyê her pelên qerçimî yên...

Wêne-awirek

Li ba min baweriyeke wisa heye, her ku em demên berê difikirin hindek wêneyên dîrokî dikevin pêşdîtina hişê me û em ji ser wan wêneyên kevn rabirdûya xwe ji nû ve saz dikin û ew êdî dibe perçeyek ji bîra me. Ez dizanim ku piştî vê wêneyê; kurdên ermenîstanê, Radyoya Êrîvanê, dîrokek bi êş û kêfxweşî yên kurdên...

“Tu xweda nîn î”

Jacques and Berthe Lipchitz by Amedeo Modigliani “Ji bona xwedê çima ev jin li min waha dikin? Ma heta kengê ez tûşê vê qederê bibim, dibê îlleh ez xwedatiya xwe nîşanê wan bidim?” Dîsa jinek ku min wê afirandiye li hember xwadatiya min serî rakir. Wek haya wê ji bêbextiya wê tunebe, wek haya wê ji birînên ku...

Ez dixwazim ji te re kulîlkek bikirim.

-Ez dixwazim ji te re kulîlkek bikirim. Xwe di ser min de xwar kir û bêyî ku destê min berde cara duyem ji min re heman gotinê got; “Ez dixwazim ji te re kulîlkek bikirim.” Zivistan bû, kîloya balîcana gihabû 6 milyonan. Em li ber deriyê Carrefoursa’yê rawestiyabûn. Li hêlek derî fêkî û hêşînayî hebû lê hêla din...

Çendî geram le şaran Nem dî kes wek to ciwan bê

Helbet heye di jiyana her kesî de stranek ku jê re rêberî dike û helbet strana tu kesî ji ya kesên din hêjatir nîne. Radyo di jiyana min û di jiyana kesên hevçaxê min de cih negirt. Yanî tu car bûyerek wiha neqewimî; "yaw min tam radyoyê vekir pêrgî dawiya strana ku ez herî jê hez dikim hatim."...

FACEBOOK, PÊÇÎKA HENEKIRÎ Û TIŞTÊN DIN!

Xêz: Jean Giraud "Ez bona te dimrim. Tu çima waha dikî, çima bersiv nadî min?  Tu ew qas ji min hêrs bû yî?"                                                                    Dema şandinê îro seet 17:17 de  Dema dîtinê: 17.57                                                                                                    Of!  Eva çima bersiv nade? Nizane qêy ez ketime çi halê? Peyama ku min şandiye jî dîtî ye. Ewqas ji min nefret dike bersiv nade?  Jan...

Kevnebirînên li Giyanan hatî nexşandin

Di rûpela pêşî ya Nexşên Li Giyan de gotina Xelacê Mansûr “Cehenem ew der e ku em lê ne û tu kesek bi êş û şewata me nabîse.” heye. Bi rastî jî ku kes tunebe meriv xemê xwe, azara xwe jê re bibêje ew derdek e, ku li devdora meriv kesên ji meriv bi dertir tijebe ew jî...

Blogger tarafından desteklenmektedir.