Ciribandinên xilasiya ji xwe
-I- Bi careke li ser qenepeyê radibe û cilên xwe ji xwe dike. Pêşî êlegê xwe yê di ser tîşortekî de li xwe kiriye, dure hemû tiştên xwe yên din bi lezgînî ji xwe dike û li nava odeyê şilfîtezî dimîne. Berêvar e. Gewreyî ketiye hewayê. Difikire ka cîran niha di pişt perdeyê de wî dibînin an na....