Kembera erebî projeya erepkirina Rojavayê Kurdistanê bû
Piştî ku li Rojavayê Kurdistanê
rêveberî ket destê hêzên kurd û li herêmên kurdan kanton hatin avakirin
hîndîkap herî mezin qutbûna herêmên kurdan derket ser rû. Ev qutbûn di encama
kembera erebî ya li ser sê qonaxan ve hatibû plankirin û bi valakirina du
milyon xaka kurdan çêbibû. Ji bo fêmkirina dîroka rojava û rewşa niha divê
meriv li ser kembera erebî baş hûr bibe. Bi wî armancê me jî dosyayek li ser
kembera erebî amade kir.
Ji Dêrikê heta Behra Spî Rojavayê Kurdistanê
Wek ku tê zanîn li Sûriyê kêmnetewa herî mezin kurd in. Li
gor lêkolînvanên bêalîgir serjimara kurda li Sûriyê nêzikî 2 milyon e. Ev jî
teqabûlê ji % 10 dike. Ji hêla din de hin çavkanî serjimara kurdan zêdetir hin
çavkanî jî kêmtir nîşan didin. Çend sedemên bigumanbûna serjimarê heye; yek ew
e ku Rêveberiya Sûriyê tu car bê ereban tu netewê din qebûl nekirî ye û li gor
wî serjimarî çênekirî ye, ya din jî nêzikî 120.000 kes ji hemwelatiyê hat
derxistin û vana bi tevayî kurd bûn. Ku em vana tevî bi hev re bifikirin
serjimarek tekûz derbarê kurdan de dernakeve holê. Ziman li Rojavayê Başûrê
Kurdistanê bi tevayî zaravaya kurmancî ye. Kurdên Rojava bi piranî sunne ne lê
ezdî jî li tevahiyê herêmê belav bûne.
Kurd, ji sêgoşeya Iraq, Turkiye û Sûriyê dest pê dike û bi
paraleliya sînorê Tirkiyê berdewam dike hetanî xwe digihîne Behra Spî. Kurahiya
xaka kurdan li hin cîhan 20, li hin cîhan 50 û li hin cîhan jî xwe digihîne 70
kîlometreyê. Li herî li rojhelat navçeya Dêrikê heye ku navê wî ji hêla dewletê
ve wek El Malîkiye hatî guherandin. Dû
re Tirbespiyê(Al Qahtaniya) û Qamîşo tê. Kurd ber bi başûr ve hatanî Hesekê
belav dibin. Ku Hesekê navenda wîlayeta Hesekê ye nîvî wî ereb in û nîvê wî jî
kurd in. Ber bi rojava ve navçeya Amûdê tê û dûre ber bi rojava de
Serêkaniyê(Res al-ayn) heye û kurd li vir piranî ne. Ji Serêkaniyê pê ve
serdestiya ereban dest pê dike hetanî bajarê Kobanê. Di vî navberê de bajarê
Girê Spî (Tel Ebyad) heye Ji Kobanê ber bi rojava ve Serîn û Ezaz tê ku kurd li
vir dîjîn hetanî Efrîn û Çiyayê Kurmênç. Bi berdewamiya Çiyayê Kurmênç re kurd
xwe digihînin Behra Spî. Rejîma Sûriyê xwest ku yekparebûna xaka kurdan ji holê
rake û projeya kembera erebî derxist holê. Em jî li ser kembera erebî bi
siyasetmedar û nivîskarê Rojavayê Kurdistanê Abdulsamet Dawût re axivîn.
Kembera erebî bi serjimara 62’an dest
pê kir
Proja
kembera erebî ji hêla rejîmê ve ji zûde hatibû plankirin lê di warê pratîkê de
bi serjimara 62’an dest pê dike. Di 5 Cotmeha sala 1962’an de serjimarek çêbû û
ev serjimar tenê li herêma Cizîrê pêk hat. Ji ber ku tenê serjimar li herêma
Cizîrê pêk hat diyar bû ku li çarçoveya planek ev hatî kirin. Dawût derbarê vî
serjimarê û planên rejîma Suriyê de waha got: “Her kes dizanibû ku ev serjimar
bo hin planan hatî kirin. Ji xwe
serjimar di rojek de hat kirin û kesên ji hemwelatiyê bê derxistin diyar bûn.
Kesên ku bikariba bertîl bida wezîfedaran xwe ji vî karê xilas kirin. Bi
serjimarê nêzikî 150 hezar kurd ji hemwelatiyê Suriyê hatin derxistin. Ji kesên
hemwelatiyê hatin derxistin re gotin ku hûn beyanî ne, ji Tirkiyê hatine vir û
divê vegerin Tirkiyê.”
Piştî ku van
kurdan ji hemwelatiyê derxistin, erdên di destên wan de bû jî ji wan hat
girtin, nedibû ku erdê Suriyê di destê ‘beyaniyan’ de ba. Kesên di dewletê de
wezîfedarbûn ji kar hatin dûrxistin û kesên di artêşê de fermandar bûn jî karê
wan ji destê wan hat stendin. Kar ewqas girin hat kirin ku kesên nexweşba
nikaribû biçûya nexweşxanê û nikaribû di otêlan de raza. Ji ber ku van kesan
nikaribûn zarokên ji wan re bibe qeyd bikin hejmara van ‘beyaniyan’ her diçû
zêde dibû. Helbet bi dehan sedemê vê ‘beyanîkirinê’ hebû lê di serî de
valakirina herêma kurdan dihat. Bi van biryarên xwe hetanî astekî ser ketin û
xelqê wir tengav kirin ku bazdin herêmê din ê Sûriyê an jî welatên din.
Ku meriv
dewletên xaka kurdan dagir kirine dide ber hev dibîne ku dewleta Sûriyê vê
proja ‘pişaftina kurdan’, ‘valakirina xaka kurdan’, cîguhestina kurdan’ piştî
dewletên din daye destpêkirin, ango bi awayek din meriv dikare bibêje ku dereng
maye. Di salên 1935’an de Hikûmeta Iraqê, gelek êlên erebê başûrê Iraqê anî li
Kerkûkê bi cîh kir. Erebkirina Kerkûkê jî ji wî demê de dest pê dike. Ku meriv
li sedemên erebkirina Kerkûkê û Cizîrê dinihêre, tiştên nêzî hev derdikevin
pêşberî meriv. Herdû herêm jî ji hêla neftê û candiniyê de dewlemend in û herdû
herêm jî alî demografîk û coxrafîk ve dirêjiya Kurdistanê ye. Li bakur jî bi
dehan gundên kurdan piştî serhildanan hatin kavilkirin, bi hezaran kurd ber bi
rojavayê Tirkiyê ve hat koçkirin. Di ber re jî hin gundên tirkan di nav gundên
kurdan de hatin danîn, pere û xak dan wan.
Dawût wek
têbiniyek behsa beriya projeya kembera erebî dike û waha dibêje: “Di sala
1958’an de dema yekîtiya Misir û Sûriyê hat avakirin û Cemal Abdûlnasir bû
serokê dewletê, şovenîzma ereb zêdetir bû. Di wan deman de yekem partiya kurdan, Partiya Demokrasiya
Kurdistana Sûriyê (PDKS) hatibû avakirin. Şovenîstên ereb bi tûndî li hember vê
bûyerê derketin û bi dehan berpirsiyarên partiyê bi salan hatin girtin. Beriya
kembera ereb li Kurdistanê 10 gundên ereban hatibû avakirin. Ev ne di çarçeveya
kembera erebî de bû lê 10 gund li ser çemê Xabûrê hatibûn avakirin. Van ereban
ji parêzgeha Suweyda hatibûn vir.”
Kembera erebî proja şovenîzma erebî bû
Piştî ku li
Sûriyê partiya Baas hat ser desthilatiyê şovenîzma ereban zêdetir bû. Dawût
dibêje ku wê demê li Kurdistanê wek Yahûdîstanê dinihêrîn û digotin em çawa bi
Yahûdîstanê re têdikoşin divê em hemen awayê bi Kurdistanê re jî têbikoşin.
Dawût waha berdewamî da axaftina xwe: “Wê demê serokê parastina Hesekê yê bi
navê Muhetap Teleb Hilal hebû. Ev Baasî
bû û di 61’an de pirtûkek li ser kurdan amade kir. Di pirtûkê de planan safîkirina
Cizîrê ji kurdan hebû. Helbet tirsa wan hebû û bi lezgînî dixwestin vê karê xwe
yê qirêt pêk bînin.” Ku meriv wan salan dinihêre sedemên van planan bi zelalî
xwiya dibin. Sedema yekem ewbû ku li ber serê Cizîrê şoreşa Mele Mistefa
destpêkiribû û li Cizîrê neft hatibû kifşkirin.
Dawût dibê
ku planên di pirtûkê de hatibûn rêzkirin 12 xalbûn û derbarê wan xalan de waha
dibêje: “Xala yekem de dibêje ku em dest deynîn ser xaka Cizîrê li ser sînorê
bakur bi dirêjahiya 275 kîlometre û di kurahiya 10 heta 20 kîlometre. Divê em
kesên kurd ji vir bidin barkirin û êlên ereb bi cîh bikin, ger ku êlên ereb
nebû baregehê leşkerî bixin cîhê wî. Divê em nasnameyê ji kurdan bikşînin ku
nikaribin kar bikin, bibin beyanî û tiştên di destê wan de derkeve, neçar bibin
ku bibin penaber. Ku ereb li wir bi cîh bibin ewê zordariyê li kurdan bikin û
kurdji vir beteriqin. Ji bo wî jî hikûmet çek dan ereban. Divê em hemû deriyan
li ber kurdan bigrin. Bêrehmet û bêşefqet, bi yasa an bê yasa em zordariyê li
ser wan bimeşînin. Divê em kurdan bera hev bidin. Em emir dikin ji parastina
xwe bi vî karê dest pê bikin. Divê em nehêlin bixwînin, ji ber ku xwandin wan
bi wan dihesîne. Ji bo wî dibê dibistanê bajarê Kurdistanê were giritin. Em derdora
dîndarên kurd teng bikin û wan tengav bikin. Em bibêjin ya wek me bibêjin yan jî
derkevin herin”
Du milyon xaka kurdan ji wan hat stendin
Piştî ku
proja kembera erebî hat destpêkirin di navbera salên 1961-71’an de du milyon
xaka dewlemend ji destê kurdan derket û dewlet dest danî ser. Ev xaka dewlet
dest danîbû ser ji Dêrikê ku herî rojhelata Kurdistana Sûriyê ye dest pê dikir
hetanî rojavayê Serêkaniyê. Dirêjiya vê xetê bi paraleliya sînor ve 275
kîlometre bû û di navbera 10 û 20 kîlometre ber bi hûndir ve fireh dibû. 335
gundên kurdan ên ku diketin ber vê xetê ji kurdan hat stendin. 150 hezar
gundiyên li vê der dijiyan bê cîh û war man. Dawût bi awayek henekî û mixabinî
dibêje ku kurdên gundî destê wan di tengala wan de bi neçarî ji dûr ve li xaka
xwe ya ku tirba kalikê wan li wir e dinêrîn û waha berdewam dike: “Ji vî du
milyon erdê milyonek dolim dan elên ereba yê hatin vir û milyonek jî dan leşkerên
payebilind. 40 gundê modern bi elektrîk, rê û bi av ava kirin, gundê kurdan li
kêleka wan bê av û bê elektirîk bû. Di her gundê de sed mal hebû û cendirme jî
didan cem wan, di ser de jî sîleh didan wan. 175 km dirêjiya van gundan heye.
Van gundan ji hev di navbera 3 û 5 km dûr in ji sînor ber bi hundir ve jî 5
heta 7 km kûrahiya wan heye. Em ji wan re dibêjin Mustaltana. Mustaltana ji
gundên beyaniya re dibêjin ku bi zorê di xaka yekî de hatibe avakirin. Meriv ku
wek mînak bide; dema cihû diçin li Felistînê gund ava dikin. Ew ji vî navê aciz
dibin. Dibêjin ku em dagirker nînin.”
Van gundên
hatin avakirin di navbera 80 û 100 malî de bûn û di navbera 150 û 300 dolimî de
erd dan van malan. Ji xwe di warê zanistî de jî hatî îspatkirin ku xaka herî
dewlemend herêma Cizîrê ye û vê xakê di nav van êlên ereb de hat pervekirin. Di
serî de ji van ereban re gotin ku em erd ji bo demek didin we lê dû re tapoya
erd dan wan. Li gor agahiyên Dawût dide me hetanî sala 1974’an 4 hezar û 600
kes di van gundên nû yê li ser sînor ava bibûn de dijiyan. Di dawiya qonaxa
yekem ya kembera erebî de li tevayî herêma cizîrê 40 gundên ereban hatin
avakirin. Ji vana 12 heb li Dêrikê, 12 heb li Qamîşlo û 16 heb jî li Serêkaniyê
hatin avakirin. Erebên li van gundan hatin bi cîh kirin ji deşta Reqqayê û ji
Helebê anîn vir. Di 74’an de dema li Raqqayê bendav hat avakirin, kesên ku ji
wir hatin tahliyekirin jî anîn herêma kurdan. Ku meriv erdnîgariya Sûriyê
difikire, meriv dîbene ku van biryaran siyasî ne û di çarçoveya hin projeyan de
hatine kirin, ji ber ku bi hezar doliman cîhê vala hebû lê ew li wir nehatin bi
cîh kirin, anîn di gundên kurdan de bi cîh kirin.
Erdnîgarî û domografiya Kurdistanê hat xerakirin
Ku meriv li
encama kembera erebî dinêre encamên pir girîng derdikeve hemberî meriv; di serî
de ji ber van gundan bandora bakur li rojava, bandora rojava li bakur hat birîn
û ji ber vê sedemê di warê çandî, hestî de qutbûnek di navbera herdû perçê
Kurdistanê de derket holê. Bi awayek dirêjiya Kurdistanê li ser sînor hat
qutkirin ku ji xwe armanca wan ya yekem ev bû. Xaka Kurdistanê ji hêla
demografiyê û ji hêla erdnîgariyê hat guherandin.
Di wan salan
de her rê li ber kurdan tê girtin. Dawût waha behsa dijwariya wan rojan dike: “Erdê
çandiniyê nedibû ku li ser kurda hebe, heman demê de xanî jî li ser wan çênedibû.
Ku zarokek ji kurdan re çêbe heta çend salan nedihat tomarkirin. Heta sê
rêveberiyê dewletê bibêjin erê qeydkirina zarokan dom dikir. Van rêveberiya yek
ya siyasî, yek ya navendî yek jî ya leşkerî bû, hetanî vana negotana erê kes nedihat
tomarkirin. Ku erebek be di heman rojê de tomar dibû.”
Helbet
erebkirina herêma Cizîrê ne bi tenê cîguhestina kurda bû, bi her awayê
erebkirin hatibû destpêkirin. Ji vana yek jî guherandina navê kurdî yê cîhan
bû. Erepkirina navên kurdî di navbera salên 1960-80 berdewam dike. Dawût derbarê guherindina navan de van
agahiyan da me: “Bi sê qonaxa navan kirin erebî. Bajarek heye li hember
Nisêbînê jê re dibêjin Tirbespiyê. Berê mala Haco têde bû. Navê wî guherandin
kirin Quburul Bix. Yanî tirbe qubur e û spî jî bîx e. Wek ku ji kurmancî
vergerandin ser erebî. Ev qonaxa yekemîn bû. Wilo nehîştin û cardin guherandin.
Gotin belkî hinek lêkolînê bikin û bi rastiyê bihesin. Di qonaxa duyem de
şovenîzma ereban xistin nav navan. Navê Tirbespiyê kirin El Qahtaniye.
Qahtaniye mezinek ereba ye. Quburul Bix jî qedexe kirin. Piştî 70’yî navan cardin
guherandin kirin El Sawra, El Oruba, Felistîn, El Quts.” Bi guherandina navên
cîhan, navên kesan jî hat guherandin. Kurdên li Suriyê wek yê Tirkiyayê
nikaribûn bi xwasteka dilê xwe navan li zarokên xwe bikin. Dawût dibê ku,
‘mesela te dixwest navê kurê xwe bikira Azad lê destûr nedidan. Navek erebî bê
destûra te li zarokên te dikirin.’
Qonaxa yekem di 14 Hezîrana 1974’an de bi dawî bû
Ev proje
kembera erebî li ser sê qonaxa bû. Ya yekem ji sînor hetanî 20 kîlometre, ya
dudiya bigihînin 40 kîlometre û herî dawî jî bigihijînin 70 kîlometre û nema
kurd li herêma Cizîrê bimînin. Di 1974’an de qonaxa yekem hat qedandin lê piştî
74’an de li başûrê Suriyê şer derket, ew û Lûbnan bi hev ketin. Rewşa Sûriyê xerep
bû, firsend nedît ku derbasê qonaxa duyem bibe. Li ser pirsa me ya ku li herêmê
din yê kurdan proja kembera erebî pêk hat na, Dawût waha got: “Li Kobanê û Efrînê
gund negatin valakirin. Erebîkirin li wir hebû lê gund nehat valakirin. Ku
rewşa Suriyê xerap neba û merhelê din berdewam bikira dibû ku li van deran jî
gund bihatana valakirin. Ama sedema yekembûna herêma Cizîrê cîhgirtina sêgoşa sê
dewletan de tê û erdê wir pir dewlemend e û petrol li wir heye, bê wî jî kurhiya
kurdnişînan herî zêde li vir in.”
Qonaxa yekem
ya kembera erebî di 14 Hezîrana 1974’an de bi dawî dibe. 74’an de bi 10 gundên
beriya kembera erebî hatibû avkirin re hejmara gundên ereban yê li ser sînor
gihîştibû 50 heb gundan. Dawût dibêje ku, ‘her sal di 14’ê Hezîranê de li ser
kembera erebî panel û çalakî tên li darxistin. Ev roj bûye wek roja tekoşîna li
dijî kembera erebî.’
Li ser pirsa
pêşniyarên wî yê bo çareseriyê çine Dawût waha dibêje: “Wan ereban hê di wan
gundan de ne û mixabin hê jî berhemên wî dixwen. Kurdên ku ji van gundan hatin
derxistin bi tevayî cotkarbûn û neçar man koçê Helep û Şamê bikin. Kurdistan ji
kurdan hat valakirin. Maf maf e,
bi demê re kevn nabe. Ev siyaset bû. Wan ereban bê war û cîh nebû ku anîn kirin
vir, ji bo wî dibê li cîhê xwe werin vegeranbdin. Bi xweşî bi biratî û bi başî.
Rêyek din nîne, ew xak xaka Kurdistanê ye û dibê li kurdan were vegerandin.
Valahî na xwedî tune
Ku meriv li
rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê difikire di nav herêmên kurdan de valahî an
jî herêmên ereban derdikevin hemberê meriv. Ji Serêkaniyê hetanî Kobanê herêmê
kurdan qutbûnek dijî û her wiha ji Kobanê heta Efrînê û ji Efrînê hetanî Behra
Spî. Dawût van qutbûnên di nav herêmên kurdan de bi guherandina demografiya
Kurdistanê ve girê dide û vî mînakê dide: “Kurdistan hat guhertin. Kurdan ji
cîhan wan derxistin û xwe xistin wir. Heta 1950’an Tirbe Spî(Tel Abyad) gundên
Îbrahîm Paşayê Milî bû. Bi tevayî kurd bûn, dû re erep hatin ketin van deran.
Li Tirbe Spiyê tenê erebek tunebû heta salan 70’yî. Tirbe Spiyê kirin nîve nîv.
Bi vê awayê demografiyê xira kirin.”
Wek ku tê zanîn di van dawiya de mijarek herî balkêş jî ji bo
kurdan xwe gîhandina Behra Spî ye. Bi dehan lêkolînan de tê gotin ku kurd xwe
bigihînin Behra Spî dahatûya wan bê guherandin. Li ser pirsa me ya girêdana
kurdan bi behra Spî re heye an na Dawût waha dibêje: “Behra Spî bi Lazqiyê ve
ye. Li Lazqiyê 8 km heta 10 km dirêjahiya gundên kurdan heye li ber peravê
Behra Spî. Bi tevayî 80 gundên kurdan li Çiyayê Kurmênç heye û bi saya van
gundan kurd xwe digihînin Behra Spî.”
Yazının Türkçesi için tıklayın
Yazının Türkçesi için tıklayın
Hiç yorum yok: