Li ser dîwarên Stenbolê xêzên bi kurdî
Ji
ber ku xêzkirina dîwaran pirî caran îllegal tê dîtin; di derengiya şevê de, bi
piranî li taxên kenar wek taxên mixalif û karker lê dijîn tên çêkirin. Fikrên di
van xêzkirinan de, di medyayê de an jî di qada kamusal de nikarin cîh bigrin û pirî
caran ji bo dewletê sûç dihundirînin.
Li
Tirkiyayê xêzkirinên li ser dîwaran piranî bi komên çepgir tê zanîn. Gelek
xwandekarên di nav van koman de li dîwarên zanîngehê û li kolanan fikrên xwe
dineqişandin. Ser van xêzkirinên îllegal dihatin qebûlkirin, roja din bi boyaxa
gewr ya şaredariyê dihate girtin.
Xêzkirinên
dîwaran bi gelemperî di dema bûyerên Parqa Geziyê de ketin qada kamusal. Di
dema van bûyeran de gelek xêzkirinên dîwaran yê afiriner di medyaya civakî de
ketin nava tiştên herî pir tê parvekirin. Her çendî xêzkirinên dîwaran nebe jî
boyaxkirina pepelûkên Stenbolê û piştî wê girtina bi rengê reş ji hêla
şaredariyê ve derbarê xêzkirina dîwaran de hin delîlan di de me.
Di
pevçûnên dawî yê li Kurdistanê ku dewlet ketibû pozîsyona “mixalefetê,” li
qadên şer dirûşmên wek; “Esedullah, PÖH, JÖH, Pîçên Ermeniyan, Dewlet hat” li
ser dîwaran hatibû nivisîn. Dewlet ku dixwest bi nivîsan li wir hebe, di heman
demê de dixwest hukumraniya xwe bi sembolên li ser dîwaran nivisiye bi dest xe.
Nifşê nû yên xêzên
dîwaran #hashtag
Xêzên
dîwaran ku bi piranî bûyerên civakî bi bîr dixin, hiş û bîra mekanê zindî
dihêlin, bi medyaya civakî re şiklên xwe guherandin. Ku em dikarin bibêjin
hashtag nifşê nû yên xêzên dîwaran in di xûyabûna bûyerên civakî de rola sereke
lîstin.
“Rêyek din ku li
bajar bê jiyîn nîn e”
Bi
sala 2016’an ve li piraniya taxên Stenbolê nivîsên kurdî li ser dîwaran hatin
xêzkirin. Ez ketim pey van risteyên helbestên kurdî, gotinên kult yê
kevneşopiyê, nivîsên derûnî û nêrîna xortên kurd dide der ku li ser dîwaran
hatibûn xêzkirin. Piştî ku min bi Gulsuma D. re pêwendî danî, em li ser çîroka
van nivîsên li ser dîwaran axivîn.
Gulsuma
D. xwandekara Zanîngeha Stenbolê ye ku li taxên cur bi cûr nivîsan li ser
dîwarên Stenbolê dineqşîne. Wiha bersiv dide pirsa me ya, tu çawa dikarî li
cihên cur bi cûr nivîsan binivisî; “Ez xwe bi awayek wek Flaneura nûjen
dibînim. Na ku hema di nava bajêr de derbas bibim, serê xwe bilind dikim û hewl
didim li neqşên avahiyan binêrim. Helbet bandora xilasbûna ji tengavbûna bajêr jî
di xêzkirina min de heye. Ez dixwazim bi nivîsên xwe li kolana her roj tê de
derbas dibim baxçeyek xêzkim û kulîlkan li nav deynim. Bi vî awayê belkî
gewrtiya bajêr hindik bibe û tengezariya wê bê kişandin. Di vê pêvajoyê de
astengiya herî mezin ji bo min pereyê spreyê ye, ji ber ku ez xwandekar im.”
Gulsuma
D. dibêje ku nivîsên li ser dîwar hewldana xwe nîşandayînê ye û sedema nivîsan
çima bi kurdî dinivisîne waha bi lêv dike: “Ez naxwazim kurdî tenê girtiyê nav çar
dîwarê malê be. Ku kolan perçeyek ji jiyana min a rojane ye û ez dixwazim di vê
pariyê de jî zimanê xwe bidim nîşandayîn. Ger min li kolan helbestek bi kurdî
bidîta dê ezê gelek kêfxweş bibûma, ez ji bo kesên din kêfxweş bikim li kolanan
helbest dinivîsim. Bo xwe bigihînim zêdetir kesan di medyaya civakî û di bloga
xwe de jî perve dikim.”
Wek
piraniya nifşên kurd yê nû problema Gulsuma D. jî bi rêzimana kurdî re heye û Gulsuma
D. wiha vê mijarê pênase dike: “Ji ber ku ez rêzimana zimanê xwe ji dû re
hînbûm di van nivîsan de dibe mijara min. Her çiqas ez bi kurdî biaxivim jî;
rêzimana ziman ez di zarokatiya xwe de an jî li dezgehek perwerdeyê hîn nebûm û
her ji min re beyanî dixwiyê. Ev nelihevkirina min a rêziman bû sedem ku ez
beşa zimanasiyê bixwînim û her û her rêziman di jiyana min de be. Bê wî di
nivîsên xwe de rolên ku ji hêla civakê ve hatî qebûlkirin dadaxim qada nîqaşê,
wek mînak; Mêro Xwarin Çiye? Hemû nivîsên min yên li ser dîwaran wiha dikare bê
pênasekirin; çi êş di nava min de hebe diherika ser dîwaran.”
Gulsuma
D. ku hin caran bi hevalên xwe re li ser dîwaran nivîs xêz dike, sedema nebûna
tirsa xwe wiha dide der: “Na, ez natirsim. Kî ditirse ji xêzkirina helbestan li
ser dîwar? Ez ne baweri im ku sucek di vî karê de hebe.”
Jiyan: “Helbesta li
ser dîwar û li kolanê bê xêzkirin bi hêztir e”
Di
nav nivîsên Gulsuma D. ê ku li kolanan xêz kirî ye de risteyên ji helbestên
Rênas Jiyan jî heye. Wek ku tê zanîn Jiyan jî yek ji wan kesan e ku herî zêde
ji hêla xortên kurd ve tê hezkirin û şopandin. Ji bo vê mijarê me serî li fikrê
Jiyan da. Jiyan got ku helbestên li kolanan hatî xêzkirin bêtir rihê helbestê
dide der û waha berdew kir: Ez gelek kêfxweş bûm ji vê agahdariyê ku helbest li
kolanan tên xêzkirin û helbestên min jî di nav de hene. Ji bo min bû
mizgîniyek. Helbest ku dakeve kolanan bêtir cihê xwe digre. Helbest bo di pirtûkan
de genî bibe, birize nay nivîsandin. Rûhê jiyanê di kolanan de ye û li kolanan
de baştir diherike dilê mirovan. Helbesta li ser dîwar û li kolanê bê xêzkirin
bi hêztir e
Hûn dikarin tirkiya nûçeyê ji vir bixwînin: http://bianet.org/biamag/siyaset/171865-istanbul-sokaklarinda-kurtce-yazilamalar
Çandname: http://candname.com/li-ser-diwaren-stenbole-xezen-bi-kurdi/
Gula Dînik: http://gulexan.blogspot.com.tr/2016/02/li-ser-diwaren-stenbole-xezen-bi-kurdi.html
Hiç yorum yok: