KES ÊDÎ BENDEWAR NEMÎNE LAS ÇÛ MİRİNÊ!
“Vegeriyam da ku kûçikên welatê min bi ser min
de bireyin.
Da ku kûçikên welatê min zenda lingê min bigirin.”
|
Gulên Şoran yekem romana Eta Nehayî ye. Roman di navbera salên 1993 û
1995 hatî nivisandin. Roman bingeha xwe ji stranak gelêrî, ji “ Las û Xezal”
digre. Roman bi vegera Las a piştî 15 sala dest pê dike. Ev heman deme de
salvegere mirina wî ye. Di serî de tu agahî derbarê jiyana wî ya pêşîn de nayê
dayîn, paşê bi paşveçûyînan bûyerên qewimîne tê gotin. Bi saya van paşveçûyînan
vegotin zindî dimîne û nivîskar xwandevanan dikşîne nav bûyeran, lê ev di hin
ciya de pirsgirêka girêdana bûyera derdixe holê. Las sê roj beriya ku artêşa
Ûris bajarê Banê dagir bike tê dinê û ji ber Ûris bajêr dişewitînin koç dikin,
di vî koçê de rastê gelek zor û zehmetiyan tên. Dema artêşa Ûris ji bajêr
vedikişe, vedigerin û jiyana xwe ya rojane berdewam dikin. Bi hilweşîna dewleta
Îranê re xebatên damezirandina Komara Kurdistanê dest pê dike. Las di pêvajoya
damezirandina komarê de cih digre. Bi hilweşîna komarê re Las direve
Iraqê û 15 sal di zindana Silêmaniyê de dimîne. Piştî hilweşîna Komarê tu
xeber ji Las nayê girtin. Wî wek mirî dihesibînin, ji ber ku “Baweriya xelqê bi
mirinê ji baweriya wan ji jiyînê, zêdetir e.” Pişte çûyîna Las kurê wî Yadgar
tê dinê. Xanzad û Ferxe bi hev re dizewicin û Diya Gulê wan ji mal diqewirîne.
Keçek wan bi navê Hêro dibe. Yadgar dawiyê bi vegera bavê xwe dihese û bê
biryare ku bavê xwe bibine an nebine. Las pişte 7 rojan fam dike ku êdî nikare
li wir bijî biryar dide ku “here mirinê.” Pişte çûyîna Las 3 roj şûnde Yadgar
ku li bavê xwe digeriya li gundeki rastê tabûtê bavê xwe tê.
Nahayî di kesayeta Las de pêvajoya afirandina
netewperweriya kurd li Kurdistana Îranê û tramvaya hilweşîna Komara Kurdistanê
vedibêje. Pişte bayê netewperweriyê, dewletan xwastin civakek homojen
biafirînin. Cûdatî û teybetiyên kêmjimaran ji xwe re wek asteng dîtin û xwastin
van teybetiyên gele din di nava xwe de bihelînin. Dema Las diçe dibistanê li
ser derî nivîsa “farisî biaxivin” dibine, dema vedigere malê ji malbata xwe
daxwaz dike ku farisî biaxivin. Bûyera herî Las xemgîn dike û fikrên netewî
pêre şîn dike jêkirina navrana zilamek kurd bû. Ji ber ku zilamek şalvarê kurdî
li xwe kiriye di nav bajêr de bi desten hêzê dewletê navrana şalvarê wî tê
jêkirin, ev di nava civaka kurd de piçûkxistinek mezin e. Piştî van bûyeran Las
di xewa xwe de jî fermandarek bi simêl ku jê re ferman dike farisî biaxive
dibine. Li hember van astengiyan reaksiyona gele din, li dijî vana derketine û
di binî de xwedî li van teybetiyan derketine. Las herî pir dixwaze dibistanê
xilas bike da ku cilên kurdî li xwe bike. Di romanê de rêça li hember
netewperestiya dewletê afirandina netewperwerîkî kurd jî tê dîtin.
Nahayî karakterên di romanê de pirî caran wek metefor bi
kar tîne. Dara tûyê ya di hewşa mala Wuso Axa de, Haşim Ahmedzade di berhema
xwe ya “Netew û Roman” de wek “jiyanê” dibine. Ne diyare ku darê kî daniye,
dema artêşa Ûris bajarê Banê dişewitîne dar jî tê şewitandin dûre bi deste Apê
Nayer tê çandin, cara dûyemîn ku bajar tê şewitandin dar jî dişewite. Di dawiya
dawî de Diya Gulê ji Yadgar –ku ew bi xwe nifşê nû ye—dixwaze cardin darê şîn
bike. Her çendî Ahmedzade dara tûyê wek jiyanê bi nav kiribe jî meriv bi
awayekî meteforîk wek Kurdistanê bibîne baştir dibe. Her çiqas Kurdistan hatibe
kavilkirin û şewitandin jî li hêvya nifşê nû ye –ku ew bi xwe Yadgar e—ku
cardin weke şitlek nû were şînkirin. Metefora herî diyar di kesayeta Hîwa de
hêviyên Las e. Ku Las tevlî refên komarê deye birayê wî dibe, ew ji malbata xwe
dixwaze navê wî daynin Hîwa ku “hêviyên wî pê mezin bibe.” Lê piştî 15 salan ku
têkçûyî û hêvî şikestî vedigere malê Hîwa jê re pîs û nexweş dixwûyê. Di heman
berhema xwe de Ahmedzade Apê Nayer jî wek qederê bi nav dike.
Belê Las cardin çû lê ne ji bo “tasek avê bîne da ku
agirê welatê xwe pê vemirîne” bo “biçe bimire.” Bi awayekî têkçûyî, bi awayekî
qidûm şikestî çû ku kes êdî bendewarê wî nemine.
Ev nivîs di 8. hejmara kovara İzafi de hatibû weşandin.
Hiç yorum yok: