DI NOVILA MOROF DE REWŞA CİVAKÊ ANJÎ ÎDEALÎZEKIRINA NÊRÎNA ÎDEOLOJÎK
Mirov berhema civaka xwe ye, li gorê şert û
mercên civakê yên aborî, siyasî û erdnîgarî şikil digrin. Ciyê belesebeb
negotine "erdnigarî qeder e." Mirov ku bingeha civakê ye, li gorê
guherînên civakê ew jî diguhere. Novila Morof ya Eliyê Evdilrehman jî guherînên
civakî yê serê sedsala bîstemîn di kesayet û tevgerên "Morof" de ji me re dibêje. Destpêka sedsala bîstemîn tam demek
aloziyê bû, bi taybetî bo Kurdistanê
dikare viya bê gotin. Împaratoriya Osmaniyan di hemû qadan de têk çûye, erdê
dagir kiribû yek bi yek ji destê wan derketibûn. Milletên rojhilata ewrûpayê yê
di bin fermandariya wan de bû yek bi yek serî rakirin û serxwebûna xwe bi dest
xistin. Dewleta Osmaniyan li rojava
hetanî Stenbolê paşve kişiyan. Ji van sedeman Osmaniyan berê xwe guherandin
rojhilatê; Kurdistanê, Ermenîstanê, Asyaya Piçûk. Di serî de bi nêrina "ummetê " xwastin gelê di bin fermandariya wan da ye neylên
serî rakin, lê ermenî nediketin nav sînorên "ummetê." Ji ber vî
sedemê divê ermenî ji holê bihatana rakirin. Fermana qirkirina ermeniyan hat
dayîn. Lê dem dema nêrinên netewperestiyê bû. Ji bo wî postê "endezyariya
civakê" li xwe kirin û xwastin herkesî bikin yek netew. Piştê qirkirina
ermenîyan berê xwe fetilandin kurdan, xwastin wan bikin tirk. Her çendî bi
qodên civakî yê gelê kurd leyîstibin û hin nirxên wan xira kiribin jî, meriv
dikare bibê je ku bi tekoşîna kurda ya îroyîn ew bi ser neketine.
Morof şivanê Xalit
beg e li qezaya Bedlîsê. Dê û bavê wî dema ew piçûk bû ji alî beg ve hatî
kuştin. Rojek ku Morof pez diçêrîne
berdîrek ji gelî de dikeve û nigê berdîrê dişkê, Xalit beg dema berdîra nig
şikiya yî dibîne li Morof dixe û wî davêje "Geliyê Qetlê." Şivanên
gund Morof dibînin û alakîriya wî dikin ku ji wir bireve. Beg ji vî sedemê wan
jî îşkence dike. Morof bi halê xwe yê
birîndar diçe mala nasekî hevalê wî yê şivan Şemo. Memo, Morof wek kurê birayê
xwe yê winda dide naskirin û di mala xwe de bi cih dike. Morof dibe endamek
malê û Mamo re diçe şivaniyê. Dengbêjiya wî di nava milet de belav dibe û diçe
gohê Selîm beg jî, beg dixwaze wî bike dengbêjê diwana xwe û jê dixwaza
bizewice. Memo û jina wî Eyşê qîza xwe ya mezin Nûrê bi Morof re dizewicînin.
Morof ku beg re ciya digere hay wî ji şoreşa palê li welatê Sovyetê dibe û bi
gundiyan re biryar didin ku ji bin zilma axa û begleran koçê wir bikin. Novil ji
van serpêhatiyên Morof pêktê.
Novila Morof yekem berhema Eliyê Evdilrehman e. Novil di
sala 1957 de hatî nivîsandin, bê vi novila Evdilrehman her sê romanê wî yê din(
Xatê Xanim, Şer Li Çiya de, Gundê Mêrxasan) jî hatî latînîzekirin. Novila Morof
ji kirîlî Midya Têmûr û Dîdara Têmûr tîpguhezî kirîye latînî û Kawa Nemir jî
pêşgotinek ji çapa Lîse re nivisandî ye.
Di novilê de tiştekî balkêş ew e ku peyvên
tirkî bi formek kurdewarî tê bikar anîn, mînak: obe, alt kirin, başqebaşqe,
neynesî û hwd. Ev di pirî nivîskarê serhedî de wek taybetiyek e.
Di novilê de
kûrbûnek civakî kême. Derbarê civakê de tenê têkiliyên di navbera axa û gundî û
xulama de agahî tê dayîn, lê derbarê serhilaldanên kurda de, komkujiya ermeniyan de ti agahî nayê dayîn. Meriv
dikare bêje ku lehengê romanê hişmendiya wî ya kurdatiyê tune, lê ci ecêp e ku şoreşa Sovyetîstanê dibe leheng bi carek dibe "lehengek
rasteqîn ê civakê", gel moralîze dike, bal dikşîne ser şoreşê. Di novilê de raste rast propaganda ya
komînîzmê, şoreşa 17 oktobirê tê kirin. Ev dibe ji bo derfetê çapkirina novilê
bi dest bixe hatî kirin. Di kurdên
sovyetê de û di hemû nivîskarên
sovyetê ê wî demê de ev rêbaz heye. Ji bo bikaribin mafê çapkirinê ji wezareta
çandê bistînin probagandaya sovyeta tê kirin. Mînaka herî navdar nivîskarê nobelî Borîs Pesternek û çîroka romana wî ya bi navê
Dokter Jîvage ye. Mijara romanê dema sovyeta de derbas dibe ji ber ku ji
nêrînên sovyetê re çep tê pirtûka wî nayê çapkirin, ew jî pirtûka xwe di sala
1957 de (di sala Morof hatî çapkirin)li Îtalya yê çapdike û salek piştê wî xelata nobelê digre.
(helbet di girtina wî xelatê de bandora îngîlîzan û CIA yê tiştek dine) Evdilrehman li civakê bi çavek şoreşgerî
dinêre û li gor rêbazên şoreşgeriyê rol dide kesên civakê. Axaya wek bûrjûva, şivan û gundiyan jî wek proleteran dibîne. Tevgera
şivan a li hember axa û began tevgerek şoreşvanî dibîne. Lehengên Evdilrehman
ên gundî - ku ew proleterin- bi her awayê başin, ku gundîkî keça xwe dizewicîne
rizaya keça xwe distîne û bi jina xwe re şêwir dike.(nivîskar rêvebirina
sovyetan wek şêwir bi nav dike) Lehengên axa û beg - ku ew bûrjûva ne- bi her
awayê xirabin bo berjewendiyên xwe xirabiyan dikin, keçên xwe bo deshilatiya
xwe fireh bikin didin kesên bi hêz.
Di novilê de ti
hebûnek dewleta osmaniyan û komara tirkiyê nayê dîtin. Her çendî dema di novilê
de tê behskirin dema herî zêde zordariya dewletê be jî ev di novilê de cih
nagre. Nivîskar bi nêrînek netewî zêdetir bi nêrînek çînî dinêre. Nivîskar di nasnameya xwe de kurdbûn, kurdperestî
yê zêdetir şoreşgeriyê dibîne, ji bo wî ji palê şoreşê dikin re dibê
"bira"
"Dema"
di novilê de tê behskiririn di navbera salê 1900-1920an e. Wî demê Enqere ne
navendekî sîyasî ne jî navendek danûstandinê bû, lê nivîskar wek dema novilê nivisandiye(1957)
daye ber çav û Enqere yê wek navendek daye nîşandayîn. Bê wî jî şivanek ku bê bajarê xwe tu cihê de neçûye
çawa London, Moskov û bajarê din dizane?
Bê novila Morof du
nivîsên derbarê jiyana Evdilrehman de di pirtûkê de cih digrin. Di nivîsa
"Bextê wî zilamê" de Evdilrehman jiyana xwe ya zoroktiyê, dibistanan û
serpêhatiyên radyoya êrîvanê dibêje. Di nivîsa dûyem a bi navê "Bextewariya
emir" de bi çavê keçek pêvajoya
zewaca xwe dibêje.
Ev nivîs di kovara "ciwanzar" ya di bahara 2013'an de hatibû çapkirin de hat weşandin.
Hiç yorum yok: