KEVIRÊ SEBRÊ
Ji diya min re
Li Bakûrê Kurdistanê nêzê bajarê Mûşê gundekî piçuk hebû.
Vî gundê de malbatekî piçûk dijiya. Ev
malbat ji jin mêr û qîzekî pêk dihat. Ev
malbat li gund jiyana xweya rojane
berdewam dikir. Keçka vî malbatê wekê her zarokekê gund li ba melê gund dersa quranê didît. Dîsa wekê hercar keçik hat ba
mele ders bibîne mele jê re got:
"Qîza min pêwîste ku ez qedera te ji te re bêjim. Du qedera te de
heft sal mirîkî xwuyîkirin heye, tu bi tu awayî nikarî ji qedera xwe birevî. Piştê wî heft salê tuyê bi wî
mirîye re bizewicî.” Wekê tu ava sar di serê qîzikêde kî bi lez vegeriya malê mijûlêyê(axaftin) di nav
wî û meleda derbas bû ji dê û bavê xwe re got. Dê û bavê wî tirsiyan ku li vî
gundê tiştekî bê sere wan biryar dan ku ji vir koç bikin. Di heman rojê de
pêwîstiyê xwe amade kirin û ketin rê. Heft roj û heft şev çûn idî di nigê wan
de tû hêz nema ji tîbûn û birçîbûna nikaribûn gav bavêjin. Li wir rastê
qesrekî hatin gotin em îşev li vir
bihewin. Çûn ber derî bavê qîzikê li
derî xist derî venebû, diya qîzikê li derî xist derî venebû, qîzik li derî xist
derî bi lez vebû, qîzik ket hundir û bi lez derî
hat girtin. Dê û bavê qîzikê
kirin nekirin derî idî venebû. Qîzik li
hundir dê û bavê wî li derva man. Qîzik wexta di qesrê de rêkî derketinê digeriya rastê mirîkî di nav ciya
da hat wî kêliyê têgihîşt ku ev leystokên qederêye. Qîzik biryara da ku
pêwîstiyê qedera xwe bîne cih. Di pencereyekî(şibak) piçûk de ji
dê û bavê xwe re got wegerin malê tu rêya derketinê tune vay mirîkî livire ev
mirî ew mirîye mele digot ew e. Dê û bavê qîzikê tu rêkî nedîtin neçar man ku vegerin gundê xwe.
Ji xwarin, vexwarin
bigre hetanî zîv û zêr jî tê de her tişt di qesrê de hebû. her rojê wekê hev şeş sal berdewam kir nêzê ku êdî
heft sal tijî be kerwanek mirtiva(qereçî)
di ber qesrê de derbas bû qîzik ji tenetiyê wusa aciz bibû ji serê
kerwanê re got:” sere kerwan keçekî bidin min wun çi bixwazin ez ê bidim we.”
Ewan jî vî pêşniyarê pejirandin . Keçkekî
mirtiv di cihekî piçûk de dan balê
û bi torba zêr jê standin. Qîzik ku yek hatibû bale pir kêfxweş bû çîroka xwe tevî ji keçka mirtiv re got. Rojên dawî jî wusa
derbas bûn. Ji boy temambûna heft salê bi êş û elem rojekî
mabû. Qîzikê qîza mirtiv tembih kir ku hetanî sere xwe bişû li mirî
binêre û ku gazî kirê potê(çek) wiyê
paqij jê re bîne û ket serşokê. Qîzika mirtiv jî şûrê bi dîwêr ba ji cihê wî
kişand. Bi kişandina wî re mirîye heft sale razayî ji xew şiyar bû. Keçka
mirtiv tirsiya hewl da xwe ku ji wir bireve miriye heft sale razaye bi
eşk(tund) pê girt. Jê re got: "ti
çi esl î çi cisn î" Fenatî ket dilê
qîzika mirtiv jî jê re got:” Ez ew kesê heft sale te xweyî dikim im.” Di wî
çîrkê de denge Qîzikê ji serşokê hat miriye ku bibû mîr got: "Ew kî ye
qîzka mirtiv got xizmetciyê(berdest) me ye,
ka ez pot bidimê gûneye.” Potê
xwe yê kevn bir daye êwi yê nû jî li xwe kir. Ku qîzik het
fem kir ku idî çajî bike nikare
mîr bide bawerkirin. Mecbur ma ku çarenûsa xwe razî be. Di navbera vî bûyera
trajîk de hîna zede dem derbas nebibû mîr got e: "Ez ê herim bajêr pêwîstiya we bi çi heye ji min re bejin ez
bînim.” Qîzka mirtiv qasê tu bikaribî
pirtûkek binivsînî tişta got, lê Qîzika hêjar got:”Tu ji min re tene “kevirê
sebrê” bîne.” Mîr ji qesra mezin derket ber bi bajêr ve
rê ket.
Mîr hat bajêr tiştê ku qîzka mirtiv jê
xwastibû kirî û ku nêzê êvarê vegeriya şilîkî ecêp dest pê kir. Hemû rê
hatûbûn girtin hanî bîra xwe ca ku çi bîrve kiriye. Ket bîrê ku daxwaza keçka
hêjar ji bîrve kiriye. Dîsa vegeriya bajêr dikan bi dikan kevrê sebrê geriya,
di dawiya dawî de li dikanek dît. Xweyî yê dikanê jê re got: "kî vî kevirê
ji te xwestibe derde wî pire xwe lê beşêre
gohdarbike.” Mîr jî ji xwastina
vî kevirê ket gumanê. Mîr vegeriya qesrê tiştê ku hanîbû da qîza mirtiv û
kevirê sebrê jî da keçka hêjar. Pişte keçka hêjar çû oda xwe mîr jî xwe lê
veşart. Keçka hêjar çi di ser sere wî yê
bi dert derbas bûye ji kevra sebrê re got: piçûktiya xwe, çûyîna ba mele, ji
gund koçkirin, hatina qesrê, qîzika mirtiv… Kevirê sebrê li hember van gazina derizî. Mîr wî deme fem kir ku
kesê ku avqas salbû li ber sere wê sikinîbû qîzka mirtiv nîne. Çû tewlê hespekî
heft roj û heft şev tî kir hespekî jî
heft roj û heft şev birçî kir sîtilek
avê danî alî hespa tî, hinekî ka jî danî alî hespa birçî; nigek qîzka mirtiv avêt hespa tî negek wî jî avêt
hespa birçî hespa tî xwe dikşand avê hespa birçî xwe dikşand alif qîzka mirtiv
li wir bû di perçe. Mîr û keçka hêjar
bihevre zewicîn gihîştin miradê xwe.
Herêm:Mûş Serhed
Çîroka ku di piçûktiyê de diya min ji min re digot
Hiç yorum yok: