Ji bo kurmê ewilîn goştê min bikurisîne

Di dîroka wêjeyê de belkî îthafa herî artîstîk Machado de Assis, nivîskarê "Ji Gora Xwe Dinivîsim" nivisandiye: " Ji bo kurmê ewilîn goştê min bikurisîne" Çawa be ji gorê bo me dinivîsîne, helbet pirtûka xwe diyariyê hevalên xwe yê herî nêzik bike. Lê bi min hemû xwînerên romana wî ji bo wî kurm bûn û bi xwendina serpêhatiyên...

Dilopên Avê...

Rabûm ser xwe û ber bi tuwaletê de çûm. Di gava pêşîn de şewişîm. Hinek nigên xwe difirkînim tiriyên xwerabûyî yên di tebaxê de mane davêjim devê xwe. Ewqas dirêjkirî mame ku pişt û nigên min qerimîne. Ê ne meriv panzdeh beşên rêzefîlma Frends ser hev temaşe bike hal dimeriv de bimîne. Bi tirsa destikê derî di destê min...

Post-truth

"Post-truth" a meriv dikare wek "ji rastiyê wêdetir / piştê rastiyê" bi kurdî bibêje, par (2016) ji hêla ferhenga Oxfordê ve peyva salê hatibû hilbijartin. Di roja îro de ku gelek tişt ji ser vegotinê şikil digre, xwûya ye wê her peyveke li ber çav be. Di meneya qewimîna piştî bûyereke nîn e berowajiyê wê ger bi peyvek re...

Walkman û hilbijartina tenêtiyê

Dema ez nû bi nû bi fikrên siyasî dihesiyam sala min a sisiyan bû di liseyeke Mûşê de. Her min sancûyên nasnameya xwe dikişand. Ji ber rehetir min dikaribû xwe bigîhandayê, mûzîk bo famkirina nasnameya min rêya herî hêsan bû. Hê nû hayê me ji walkmana çêdibû û di telefonên jî ji bo min gelek biha bûn. Min...

"Ez ji ku dest bi helbestê bikim di dawiyê de têm li payîzê disekinim"

Di demsalek sipî de dema em bi trênê derbasê Qersê bibûn, ji wir jî em li Wanê bibûn mêvanê Yehya. Çend rojan ji me re mazûvanî kiribû. Di biharek de min pirtûka wî Anatomiya Demsalên Zer nas kiribû û her wisa jî jê hez kiribû. Di şevên sar ên zivistanê de em li ser her tiştê axivîbûn her...

Jinek û du mêr

Sê kes. Jinek û du mêr. Ji sisêyan dudu hezkiriyên hev in. Her sê li piya ne. Jinik ewwil silav dide kesê biyanî, ji devê wî maçî dike. Girêza devê wê li ser lêvên mêrik dialiqe. Hezkiriyê jinikê bi kumreşî xwe dirêjî mêrik dike û girêza hezkiriya wî li lêvê mêrik gerandiye dialêse. Jinik paşê silav dide hezkiriyê...

Çaryek ji emir şûn de

3 roj berê çaryek ji emir derbas bû, bê xatir, bê deng û bê hes. Ku ve çû ez jî nizanim. Yekem car ji min re paste hat stendin, yekem car kulîlk ji bo min hat şandin û yekem car ez pê hesiyam ku emir derbas bû bêyî ku vegere. Na ez wek helbestvan nabêjim 'poşman im ji...

Page 1 of 131234513Next
Blogger tarafından desteklenmektedir.