"Çar kêm çar zêde" Bindarûka Mem Zînistanî

Yekem pirtûka çîrokan ya Mem Zînistanî Bindarûk di 2015an de ji weşanên Lîsê hat weşandin. Zînistanî di çîrokên xwe de atmosfereke dîmenî çêdike û li kêleka nivisandinê pozê qamerayê jî vedigerîne ser legengên xwe. Bi hûrgiliyên piçûk xîtabê dîtinê dike ji ber vê jî di çîrokên wî de aliyeke sînemayî jî derdikeve pêş. Herdû bira; Hesen û Huseyn....

Şevşevokê rewşeniya rojê me!

çarşef-perdeyî Min nedixwest derkevim derve lê bêhntengiya min jî min acis dikir. Nêzikî du mehan bû bê kirina tiştên pêwîst min gav neavêtibû derva. Çand carên bi zorên hevala ku ew jî min bêzar kiribû em nejmêrin her di odeya xwe de mabûm. Ji xwedê de balqoneke min ya piçûk hebû min çend kulîlkan çandibû û çend şitlên...

Emrê te emrê gûlika biharê be, tarîfa xwarina gûlikê

Hûn hazir in, ji we re behsa xwarinek bikim; Gûlik. Xwarina mehên baharê. Bi sivikbûn û erzaniya xwe dikare li ser kuçikê her malê bipije. Bi navê xwe yê latînî Asphodelus, bi navê tirkî jî çiriş otu an jî yaban pırasası li bilindahiyên piraniya bajarên Kurdistanê şîn tê. Hêşînayiyeke gelek emirkurt e. Heta li ser gotinên wek "emrê...

Ciribandinên xilasiya ji xwe

-I- Bi careke li ser qenepeyê radibe û cilên xwe ji xwe dike. Pêşî êlegê xwe yê di ser tîşortekî de li xwe kiriye, dure hemû tiştên xwe yên din bi lezgînî ji xwe dike û li nava odeyê şilfîtezî dimîne. Berêvar e. Gewreyî ketiye hewayê. Difikire ka cîran niha di pişt perdeyê de wî dibînin an na....

Mînakeke Şaredariyê ya Kurdan: Kêm derfetî û xebatên bo pêşerojê

Serokê Şaredariyê Mahmut Subaşı Li Bakurê Kurdistanê ezmûna kurdan di şaredariyan de di salên notî de dest pê dike. Her çiqas salên beriya wî jî navên wek Edip Solmaz û Mehdî Zana seroktiya şaredariyan kiribin jî bi awayeke sîstematîk ev ezmûn dereng bûye. Di hilbijartinên dawî de jî kurdan bi BDPê 103 şaredarî bi dest xistin. HAK-PAR jî...

- ez birçî me, got.

Ji wan şevên dirêj ên zivistanê de min li ber ronahiya mûmê zorê dida xwe çend rûpelên dawî yên  romanê biqedînim. Ji min re wisa hat ku deriyê hesin lêdixe. Bala xwe nedayê. Hê nehatibûm dawiya hevokeke nû bi zelalî dengê nigên keseke ku ji derî dûr diket hat min. Dema min derî vekir lampeya otomotîk hê netemirî...

Evîn dike çend pere!

Ngram Viewer di navbera salên 1500 heta 2008an peyveke çend caran di pirtûkê de hatî bikaranîn nîşan dide. Tu dikarî bi xêra bernameyê di nava 5.2 milyon kîpatê* de li 400 milyon peyvan bigerî û li gor salê belavbûn û rêjeya bikaranîna wî bi awayek şematîk bibînî. Bi awayeke rehetî em dikarin bibînin ka peyveke kengê bûye popîler....

Page 1 of 131234513Next
Blogger tarafından desteklenmektedir.