"Ez ji ku dest bi helbestê bikim di dawiyê de têm li payîzê disekinim"

Di demsalek sipî de dema em bi trênê derbasê Qersê bibûn, ji wir jî em li Wanê bibûn mêvanê Yehya. Çend rojan ji me re mazûvanî kiribû. Di biharek de min pirtûka wî Anatomiya Demsalên Zer nas kiribû û her wisa jî jê hez kiribû. Di şevên sar ên zivistanê de em li ser her tiştê axivîbûn her...

Jinek û du mêr

Sê kes. Jinek û du mêr. Ji sisêyan dudu hezkiriyên hev in. Her sê li piya ne. Jinik ewwil silav dide kesê biyanî, ji devê wî maçî dike. Girêza devê wê li ser lêvên mêrik dialiqe. Hezkiriyê jinikê bi kumreşî xwe dirêjî mêrik dike û girêza hezkiriya wî li lêvê mêrik gerandiye dialêse. Jinik paşê silav dide hezkiriyê...

Çaryek ji emir şûn de

3 roj berê çaryek ji emir derbas bû, bê xatir, bê deng û bê hes. Ku ve çû ez jî nizanim. Yekem car ji min re paste hat stendin, yekem car kulîlk ji bo min hat şandin û yekem car ez pê hesiyam ku emir derbas bû bêyî ku vegere. Na ez wek helbestvan nabêjim 'poşman im ji...

Niviskarek û kêfxweşiya vexwarina qehweyê

By @daria_solak_illustrations Demên herî xweş ên rojê hêdî hêdî xwe berdidan nava ofîsa psîkologê ku li benda girtinê bû. Dil dikir ku ofîsê xwe bigire û di rêya herî bêdeng a bajêr de here mala xwe. Hew nexweşê wî yê dawiyê mabû ku îro randewuya wî pêre hebû. Di dilê xwe de digot, xwezî neheta û ez jî biçûma....

Qedera 'Qetran'î; Bejna Helepçê Tazî Nehêlin

Helbestek din ya Dost Çiyayî ku di tekane pirtûka wî Qetran (Avesta, 2005) de cîh negirtî ye. Helbest di 3. hejmara kovara Amida ya di Adara 1998an de derketî ye de hatî weşandin. Wergera helbestê ji hêla Ayfer Özmen ve hatî kirin û li teniştê cih digire. Hinek dişibe helbesta Çiyayî ya bi navê "av xeyîdî / helepçe",...

kêliyên herî xweş ên rojê

Telefon li ser masê... Zingezinga wê ye... Destê kurik yê biharê dixe bîra meriv ji nav zivistana di çîrokan de dihat behskirin dirêj dibê... Bêyî ku kêlî pê bihese boyaxa dîwar ya ji ber kifik û tênê nepixiye ket ser kompîtira vekirî ya li kêleka qedeha şerabê... Baya ji nav qelşên dîwar diket odeyê her pelên qerçimî yên...

Rûpelên rengavêtî yên kovaran û helbesta "wenda" ya Dost Çiyayî

Weke her car bi niyeta li ser xebata teza xwe cardin têm pirtûkxaneyê û dest bi nivisandinê dikim. Yek du rûpel bi zorê ser hev de diqulipînim heçkû xebat li ber min reş bûye, tu tiştek jê fam nakim. Bo bêhna xwe berdim dikevim nav kovarên berê, raf bi raf çavên xwe li kovaran digerinîm. Piştî çand heban...

Page 1 of 131234513Next
Blogger tarafından desteklenmektedir.