çîrok etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
çîrok etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

"Çar kêm çar zêde" Bindarûka Mem Zînistanî

Yekem pirtûka çîrokan ya Mem Zînistanî Bindarûk di 2015an de ji weşanên Lîsê hat weşandin. Zînistanî di çîrokên xwe de atmosfereke dîmenî çêdike û li kêleka nivisandinê pozê qamerayê jî vedigerîne ser legengên xwe. Bi hûrgiliyên piçûk xîtabê dîtinê dike ji ber vê jî di çîrokên wî de aliyeke sînemayî jî derdikeve pêş. Herdû bira; Hesen û Huseyn....

şermokî û lerizîna maça yekem ji min re mîras ma

tîbûna perperokê du.yanzde.2017/Stenbol * Tu ji min acis bû got kurik di yekem hevdîtina wan de. Keçikê got; îşev her tişt xweş e lê niza'm belkî sibê li ezman ewrê reş tije be an jî maşîneya me di rê de xira bibe. * Tekane wênekêşê navçeyê li malbata hember kamerayê nihêrî  û ji alîkarê xweyê piçûk re wiha...

Niviskarek û kêfxweşiya vexwarina qehweyê

By @daria_solak_illustrations Demên herî xweş ên rojê hêdî hêdî xwe berdidan nava ofîsa psîkologê ku li benda girtinê bû. Dil dikir ku ofîsê xwe bigire û di rêya herî bêdeng a bajêr de here mala xwe. Hew nexweşê wî yê dawiyê mabû ku îro randewuya wî pêre hebû. Di dilê xwe de digot, xwezî neheta û ez jî biçûma....

“Tu xweda nîn î”

Jacques and Berthe Lipchitz by Amedeo Modigliani “Ji bona xwedê çima ev jin li min waha dikin? Ma heta kengê ez tûşê vê qederê bibim, dibê îlleh ez xwedatiya xwe nîşanê wan bidim?” Dîsa jinek ku min wê afirandiye li hember xwadatiya min serî rakir. Wek haya wê ji bêbextiya wê tunebe, wek haya wê ji birînên ku...

FACEBOOK, PÊÇÎKA HENEKIRÎ Û TIŞTÊN DIN!

Xêz: Jean Giraud "Ez bona te dimrim. Tu çima waha dikî, çima bersiv nadî min?  Tu ew qas ji min hêrs bû yî?"                                                                    Dema şandinê îro seet 17:17 de  Dema dîtinê: 17.57                                                                                                    Of!  Eva çima bersiv nade? Nizane qêy ez ketime çi halê? Peyama ku min şandiye jî dîtî ye. Ewqas ji min nefret dike bersiv nade?  Jan...

Blogger tarafından desteklenmektedir.