xewname etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
xewname etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

şermokî û lerizîna maça yekem ji min re mîras ma

tîbûna perperokê du.yanzde.2017/Stenbol * Tu ji min acis bû got kurik di yekem hevdîtina wan de. Keçikê got; îşev her tişt xweş e lê niza'm belkî sibê li ezman ewrê reş tije be an jî maşîneya me di rê de xira bibe. * Tekane wênekêşê navçeyê li malbata hember kamerayê nihêrî  û ji alîkarê xweyê piçûk re wiha...

Axaftina lehengên ji romaneke li ber xilasbûnê

-  Ez êdî westiyam ji fêmkirina her tiştî. Nivîskar qudreteke wisa daye min ku bi her tiştê dizanim, wek xocê xizir xwe digihînim her kesên di tengayiyê de. Ji her nehiniyên pêşiya min haydar im, tu macerayeke jî nakeve para min, got lehenga sereke yê romana nivîskarê niha di xewê de ye. Pêlavên xwe derxist û xwe li...

Post-truth

"Post-truth" a meriv dikare wek "ji rastiyê wêdetir / piştê rastiyê" bi kurdî bibêje, par (2016) ji hêla ferhenga Oxfordê ve peyva salê hatibû hilbijartin. Di roja îro de ku gelek tişt ji ser vegotinê şikil digre, xwûya ye wê her peyveke li ber çav be. Di meneya qewimîna piştî bûyereke nîn e berowajiyê wê ger bi peyvek re...

"Ez ji ku dest bi helbestê bikim di dawiyê de têm li payîzê disekinim"

Di demsalek sipî de dema em bi trênê derbasê Qersê bibûn, ji wir jî em li Wanê bibûn mêvanê Yehya. Çend rojan ji me re mazûvanî kiribû. Di biharek de min pirtûka wî Anatomiya Demsalên Zer nas kiribû û her wisa jî jê hez kiribû. Di şevên sar ên zivistanê de em li ser her tiştê axivîbûn her...

Jinek û du mêr

Sê kes. Jinek û du mêr. Ji sisêyan dudu hezkiriyên hev in. Her sê li piya ne. Jinik ewwil silav dide kesê biyanî, ji devê wî maçî dike. Girêza devê wê li ser lêvên mêrik dialiqe. Hezkiriyê jinikê bi kumreşî xwe dirêjî mêrik dike û girêza hezkiriya wî li lêvê mêrik gerandiye dialêse. Jinik paşê silav dide hezkiriyê...

Çaryek ji emir şûn de

3 roj berê çaryek ji emir derbas bû, bê xatir, bê deng û bê hes. Ku ve çû ez jî nizanim. Yekem car ji min re paste hat stendin, yekem car kulîlk ji bo min hat şandin û yekem car ez pê hesiyam ku emir derbas bû bêyî ku vegere. Na ez wek helbestvan nabêjim 'poşman im ji...

Blogger tarafından desteklenmektedir.