KENÊ PARSEK Û PARSEKÊ KEN
"Şev dereng e, bêdengiyekî bi saw, odeyekî sar û seqem û vala; ez bi nîvtariyekê dagirtî me." Belê, Hêmîn Mukriyanî wiha dest bi pêşgotina pirtûka Hesen Qizilcî ya bi navê Kenê Parsek dike. Ez bi vî hevoka serî, li dev û dorê xwe dinêrim; sobeyek piçûk ku xweyiyê malê daye me vêdikeve, germiya ku dişîne ji ber ku...